Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd jî weke tirkan ji asya navîn hatine] de;

4. kurd cara ewil di ser çiyayên zelandaya nû de hatine dîtin, dûre ji nişka ve ji wir jî ji holê rabûne, tê gotin ku li zelendaya nû de jêmayiyên molotof kokteyl hatine dîtin. loma ihtimaleke mezin rast e, jê du hezar sal paşê li antartîkayê jî destmala kemalê amedê hatiye dîtin, jixwe dibêjin ji ber sermayê kemalê amedê ewqas zêde dileriziya, ji ber sermayê kiriye ku laşê xwe germ bike, ez qane bûm ji vê îzaha zanîstî re. jê du hezar sal paşê jî derbasî meksikayê bûne, jixwe meksikayî û kurd dişibin hevûdû, qismek ji wan hatine rihayê, koka rihayiyan ji meksikayê tên, jixwe bala we jî belkî kişandiye, rihayî jî meksikayî jî ji îsotên tûj hez dikin. ev yek jî nîşanî me dide ku ji heman kokê tên. hinek ji wan ji germa behicîne û çûne sîbiryayê, hezar sal dûre jî ji sibiryayê derbasî mêrdînê bûne, loma keçkên mêrdînê xweşik in, koka wan dihere taa bakûrê rûsyayê. qismek kurd jî ji çînê hatine, li çînê sûrek ava kirine û ji ber xelayê koç kirine û hatine amedê, li amedê dîtine ku ji bo pîşeya wan kar tune ye, ji bo siberoja xwe arz-talep çêkirine û pîşeya sûravakirinê saz kirine. û xelk jî dîtiye ku kêmasiyeke mezin e gotine heqê we heye, û li amedê dest bi çêkirina sûrên amedê kirine. jixwe wek hûn jî dibînin li çînê jî li amedê jî sûr hene. ev yek jî delîleke dîrokî ye.
lê hûn ji min bipirsin alî xarpêtî ji norweçê hatine loma hêşê wan dişuxule û wek di entrya ewil de jî tê dîtin gelek jîr û biaqil in...



09.02.2017 14:06 ~14:08 | ferhenga şikestî