Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helîm yûsiv] de;

30. pirsa 'tu chima romanên dîrokî nanîvisînî' pirseke şaş e. çimki helîm yûsivî jî romanên dîrokî nivîsîne.
bersiva helîm jî bersikeve manîpulatîf e. çimkî pirs li ser karekterên navdar ên dîrokê nîn e, pirs bixwe li ser romanên dîrokîyê ne lê helîm beg dixwaze bi tîrên rexneyên xwe jan dostî bihingifîne. yanê ew rasterast bi vê rexneyên xwe dixwaze jan dostî bike hedefa xwe.

cara ewil divê ez bêjim di romana mijabadê de karekterê sereke ne qazî mihemed e, di 3 gav û 3darek de karekterê sereke şêx seîd e lê ji bilî hebûna sêx seîd, hama bêje hemî karekter û bûyerên romanê hunandineke xeyalî ne, di mîrnameyê de karekterê sereke ehmedê xanî ye lê belê di wê romanê de jî ji bîst zêdetir karekter hene û her yek ji wan dor bi dor bi perspektîf û felsefe û helwesta xwe qala ahmedê xanî dikin û romaneke gelek serkeftî ye. martînê bextewar jî romaneke dîrokî ye lê di wê romanê de jî karekterekî navdar yî sereke nîn e.

îcar em bên li ser sê romanên helîmî, romana sobarto li ser şewata sinemaya amûdê hatiye nivîsin, firîna bi baskên şikestî jî li ser berxwedana kobanîyê hatiye nivîsin, wehşê di hundirê min de jî li ser destpotiya rejîma surîyê hatiye nivîsin. her sê roman jî ya rastî qala bûyerên dîrokî dikin û helbet em dikarin bêjin ji wan her du roman dîrokî ne yek jê jî aktûel e lê em bo wê jî karin bêjin romana dîrokî çimkî ji vir çend sal paşê dê bibe dîrok.
her sê romanên helîm jî ne li ser karekterên navdar hatine hunandin feqet di diyarnameyê de pirs bixwe ne li ser karekterên navdar in, pirs romanên dîrokî ne.

gotiye ''romanên dîrokî ku kesayetiyên navdar yên dîrokê ji xwe re dikin karekterê sereke ji afirandinê biwêdetir berhevkirin e'' gotineke gelek şaş e, belê berhevkirin hunereke edebî ye lê em ji bo berhevkirinê dibêjin bîyografî. ger mesele berhevkirin be ji romana firîna bi baskên şikestî bêtir ti romana kurdî ewqasî detayên 'berhevkirinê'' nedihewîne mixabin...

wek li jor jî hatiye gotin; romanên ku li ser bûyer an jî karekterên navdar ên dîrokê hatine nivîsîn bi naveroka xwe ne sedema qelsiyê ye. dîrok bixwe belkî naverok e belkî jî atmosfer e hîç ne girîng e, pirseke meşhûr heye;gelo ya mûhîm tu çi dinivîsî? an te çawa nivîsî ?' jixwe di dema postmodernîzmê de jî di modernîzmê de jî ev nîqaş heye û ez bixwe guh didim bersiva te çawa nivîsî girîng e.

îroj tu jî dikarî di derbarê kobanîyê de binivîsî, ez jî karim, yekî dî jî kare. gelo em dikarin hemî romanên ku behsa berxwedana kobaniyê dikin li heman bêjingê bixin? ne xêr. jixwe rengînî, berhemdêrî, estetîk û huner ew e ku ji bûyereke pirr basîd jî tu yê karibî romaneke nûwaze û tekûz biafirînî.

herçî bila naverok li ser sîyasî-polîtîk-dîrokî be, an li ser evîn û hezkirin be- an jî li ser tiştekî gelek pûç û basîd be; tiştê ku romanê bi te dide hezkirin an tiştê ku romanê muhteşem dike ji naverokê bêtir, teknîk, hunandin, vegotin, estetîk û mukemmeliyet e.

ne mimkun e ku haya nivîskêr ji merheleya romanê ya ku di vê sedsalê de êdî gêhîştiye qonaxa xwe ya dawîn, tinne be. ez bawer im di navbera helîm û jan dost de mesleyeke kevn heye û helîm jî bi rêya dîyarnameyê hesabê xwe pê re dibirîne.



31.05.2021 11:47 ~13:28 | ferhenga şikestî