Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amed] de;

83. Tê gotin ku bi qasî 20 hezar polês teyînî amedê bûne..

Ev bû hefteyek e ji xwe re xayîneke bo kirê digerim, semt, tax û kolanek jî min nehêlişt lê tek xaniyek jî nîn e. Dikevim kîja emlakê dibêjin ev du hefte ye her roj bi dehan polês tên, herkes xaniyên xwe dane polêsan.

Yanî di vî bajarî de malek jî nemaye ku meriv here serê xwe deyne



04.08.2016 08:32 ~08:34 | ferhenga şikestî

82. (bnr: konstantînos kavafîs)



(bnr: bajar)



dîbejî:"ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din

wê he be helbet ji vî çêtir bajarek

li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;

dilê min binax e -weke meytekî-

li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min

xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim

ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim

belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"



tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî

wê li dûv te were ew bajêr tim.

tu wê li heman kuçan bigerî dîsa

li heman taxê kevn bikî salan;

wê li heman malan têkevin

porên te tayê spehî

herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.hêvî neke tiştekî din.



keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun

çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê

tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din



26.07.2016 16:34 ~16:36 | ferhenga şikestî

79. Li gorî metropolên dî yên tirkiyeyê kirêya xaniyan erzan in, di taxa peyasê buha ne, ji ber ku tev sîte ne û ev qederekî deh salan e ewder populer bûye û zenginên amedê hemî di peyasê de bi cih dibin. Bi taybetî semtên wek diclekent, metropol û dawiya gazilerê ku ber bi rêya 75.an de dikevin kirê buha ne. Li amedê zêde pirsgirêka trafiqê nin e loma ne hewce ye meriv li gorî cihê karê xwe xanî kirê bike.

Pêşniyara min ji bo kesên xebetkar û ezeban, semtên wek Bayramoğlu, Bayındırlık, batikent, li kolana jor a cezaevi, huzurevlerî( kolanên wê yên ku nêzîkî diclekentê ne) toplu konuta seyrantepeyê...



21.07.2016 14:46 ~14:53 | ferhenga şikestî

76. Dema ku kurdek were amedê dikare di hemî firoşgehan de bi hemî esnafan re bi kurdî biaxife, biştexile, bide û bistîne..

Li amedê ji hemî deveran însan hene, geh sirgûn bûne geh ji bircîtî hatine.. ermen hene, zaza hene, kurmanc hene, ereb hene, tirk hene loma zimanê bazarê bûye tirkî.. tu eleqeya paytextî û ziman nîn e..



21.07.2016 09:29 | ferhenga şikestî

72. Ev bajar beriya aniha gelek zêde dejenere bûbû, gelek zêde kirêt û gemarî bûbû lê tucar mîna van rojan ji eyar de neketibû. Dema dikevî dolmîşekê herkes li ma'neyekê digere ku pêvbiçe, ligel xanimekê dimeşî ji bo ku qeza û belayekî ji destê te dernekeve serê xwe dikî ber xwe, herkes amade ye ku hev û du biêşîne, dema polêsekî dibînin stûyê wan diçe xwarê, şeref û namûs dibe pênç qirûş. Axirî ji ber van xendekan jî di çavê xelkê de jî tu emareya welatparêzî û hessasiyet nemaye...

Di deh bîst metreyekê de carekî noqteya polêsan heye, êdî di nava xelkê de bi rehetî digerin.

Tiştê ku dewletê jî texmîn nedikir ku bi plan û projeyan ser keve bi saya pkkyê bi ser ket. Çepikên xurt...



11.07.2016 22:31 | ferhenga şikestî

67. min dîsa bêrya vî bajarî kirye..

hama çawa meheke min temam dibe ez bêrya wî dikem:(

van rojan ne baş e birîndar e bêhna min diçikîne, ji welêt dûr im û nikarim tiştek bikim em yek jî nikarin wisa ji dûr melul melul...



07.11.2015 21:26 | ferhenga şikestî

58. 4 roj e li vir im, 25 sal temenê min e, mi rojên xerab jî yên baş dîtin, lê min tucar ev bajar wiha xirbe û şikestî nedîtibû. pirr bûye bêdeng, cafe, avm û hemû kolanên bajêr vala ne, herkes ditirse, xof ketiye dilê xelkê tu der zindî nîn e.

gelek pê êşiyam.

mi ji hevalan pirsî bi pirranî li dû teqîna mîtînga hdp'yê ya amedê mijeke tarî li ser bajêr rûniştiye



13.08.2015 00:29 | ferhenga şikestî

56. bajarê ku wê 2 roj paşê min di paxila xwe ya germ de bihewîne, kelecan? Erê! hesret? Erê! şevên dirêj ên amedê? Erê!

yani bi kurtasî hefteyeke têr û tije li hêviya min e

ezê biçim û biçim, berî ku kûç û kevirên amedê ji tîna rojê bihelin, berî ku bayê hênik ê bajêr mestiya xwe wenda bike û berî ku qirixên bajêr terka devoka xwe ya ji germa ziwabûyî bikin.

erê biçim, hê gotin hene ku bi lêv bin, hê qehweya kizwana heye berî ku di fîncana ferfûrî de hişk bibe



06.08.2015 00:57 | ferhenga şikestî

41. xweştirîn û geştirîn û pêşdetirîn û romantîktirîn û efsûnîtirîn a bajarê kurdistanê ku van rojan dil dike ku xwe ji min sar bike, bi qewlê tirkên bêhnpêketî 'yemezler' hej te dikim û taliya talî ez ê bêveger û bêveqetîn vegerim li ser rê û peyarê û kolan û kuçe û bircên te yên têr-xweşik û tahm-stran

ev cara çendemîn e ku bi lêv dikim, û ji bilêvkirinê têr nabim û cardî bi lêv dikim ku bajarê herî rengîn ê kurdistanê ye, bi mizgef û dêrên xwe yên dîrokî, bi kuçeyên xwe yên kevin û tenik, bi malên xwe yên berê yên romantîk, bi bircên xwe yên mezin û dîrokî û biheybet û muazzam, bê şik û bê guman, sê telaq û bê fetva xweştirîn mekana kurdistanê ye



03.01.2015 21:42 | ferhenga şikestî

33. her çi qas paytexta dilê min jî be, çendîn yekem cihê ku dengvedena dilê min ê sêwî jî be hezar mixabin ku Ev bajar her ku diçe dixirife êdî mariv ji ber ciwanên amedê yên bêxîret, lêçan, lewçe û bê'edeb naxwaze ku derkeve derve û bigere. Ez fêm nakim kêngî û çima devê wan ewqas qirêj û genî bûye? Min di tu bajaran de nedît ku ciwanên wan ewqas devqirêj bin. Tu dinêrî ku tu heb heval li ba hev dimeşin, bi dengekî bilind û gemarî dijmînê diya hevudu didin û dikenin, barebar dikeve li ser wan, tu dibêjî qey hemû kolanên amedê ji bo kêfa xwe rezerve kirine. Qet fedî jî nakin nabêjin eyb e jin, keç û zarok hene.. ger ku li kêleka te jin hebe ihtîmal heye ku tu bibî kujer jî! ev bajerê xweşik ji tahm derketiye mixabin...



19.04.2014 02:14 | ferhenga şikestî

28. paytexta kurdistan û dilê min e....

Pirrî caran li ser difikirim bê ka ez çima jê pirr hez dikim? min tucar sedemeke bivac û maqul nedît tu ji min bipirsî bi diz tije ye, beredayî pirr in, ji kurdbûna xwe dûrketiye falan û bewan jixwe di van deh salên dawî de cudatiya çînî jî zêde bûye hem birçî pirr in hem jî dewlemend pirr in tu diherî li aliyê metropolê otomobîlên xiraptir passat û audî ne yanî bi mercedes, bmw, audî, jîp tije ye çend heb jî pourche hene ku ji 300 mîlyar kêmtir nîn in. tu li aliyê hin taxan diçî ku di malekê du ode de 8 kes dimînin û giş birçî ne bi deh hezaran mîrov û malbatên wisa hene..

ji aliyê xwezayî de ji xeynî parqên ku şaredariya amedê çêkiriye, tu tiştên xwezayî nemane tev bûne beton ji dengê teqûreqên erebeyan êdî mariv naxwaze şibaka xwe veke..

ji ber mezinbûnê, têkiliyên civatî nemane kes ji yekî din re êdî bawerî naynê gava yekî nêzîkê te dibe ji bo ku heste bixwaze lê tu tengezar dibî dihizirî ku gelo çima ber bi min ve tê? mariv xwe amade dike ku beriya xirabiya wî ez ê reaksiyon nîşan bidim..

dirêjahiya suran ji 5 km zêdetir e lê bi tenê li ser birca bizinê tê gerandin û ji bo meşê jî mariv encax dikare ji kolana melîk ehmed dest pê dike heta deriyê mêrdînê li ser suran bimeşe. du sedem hene yek jê bîna gûyê tê yek jê jî bûye wargeha esrarkêşan ango ewledar nîn e..

nava surê gelek xweş e bi kolanên xwe yên teng bi avahiyên xwe yên kevnar û efsûnî nîşaneya navendbûnê yê dîrok û şaristaniyê ye bi taybetî jî xana hesenpaşa, ku ez li kû rûnîm(ji xeynî terasa bajêr) bêhtir dikarim 2 saet sebr bikim zû eciz dibim lê di xanê de dikarim ji ser sibê heya êvarê bêyî ecizî rûnîm

lê gelek bajêr hene ku xwediyê taybetmendiyên xweser in wek hemû bajar amed jî wisa ye lê tiştekî heye ku nikarim wek têgeh bi nav bikim û bikevim li dû pênasa wê têgehê ku bikaribim hezkirina xwe ya li ber amedê îfade bikim

gava dikevim mitalayan helbesteke yilmaz erdogan tê bîra min ku ji bo enqere dibêje "

Ankara'yı sevmeyene bir zulümdür 

bu kadar insanın neden ankara'yı sevdiğini anlamadan 

ankara'da yaşamak" ez dikarim vê rêzikê wî yê li jor ji helbesta wî derxînim û ji bo amedê bi kar bînim. bi rastî jî wisa ye ku tu bifikirî aliyên amedê yên nêyînî belkî jî ji yên erêniyê zêdetir in belam dîsa jî nikarim jê veqetim

carinan em ji bo gerê diçin mêrdînê hê sê saeta me naqede ji hevalên xwe re dibêjim hadê em vegerin..

pirr hevalên min hene ku hatine sal, du sal mane û gotine em ê mala xwe bînin li vir...

niha jî ketime etra amedê, ku rojên min kêm mane ji ber karmendiyê ez ê ji bêgaviyê ji amedê biçim û kêmtir 3 sal venegerim. bêyî malbata xwe dikarim bijîm bêyî ameda rengîn nikarim ez du sal li colemêrgê mam lê meha min nediqediyan ku digel rêyên dûr û xirab jî ez dihatim amedê

neyse lo min çima vê nivîsê nivîsim bi xwedê nizanim lê(mij jî pirr 'lê' got yaw) amed xweş e divê mariv bi perspektîfeke berfireh lê hûr be ku bê çima rewşa Amedê xiraptir bû?



08.03.2014 02:00 | ferhenga şikestî

24. bê guman xweşiktirîn bajarê Kurdistanê ye gava mariv jê dûr dikeve weka kevokek ku baskê wê/î bişkê nikare aram be pirrî caran difikirim çima ez evqas pirr hez dikim? lê wateyek nikarim bidim an jî sedem nediyar e. pirr efsûnî ye hezkirin bê sedem dibe



10.12.2013 17:20 | ferhenga şikestî