Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirbûna nifirên kurdî] de;

7. ez ne bawer im ku nifirên ku di kurmancî de hene di tu zimanên din de hebe. .

û ez bi angaşteke mezin dibêjim ku li gor rêjeyê nifirên kurdî ji sedî 99 ji aliyê jinan sedî 1 jî ji aliyê mêran hatiye gotin û ketiye zimanê me (ew yek jî ji vir pênç hezar sal berê ji dema neolîtîk mayiye, li gor hin şoreşgerên me yên efemîne pênç hezar sal berê anaerkîl toplum serwer bû)

hûn ê bibêjin çima?

gava ku mêr tê malê li derve derb û kutan dixwe ji çavên wî agir dibare û xwe ranagire li jina xwe dixe têr nabe li kêçika xwe dixe agirê dilê wî venamire diçe jina cîrana xwe jî dixe, paşê çi dibe? jin rebena xwedê nikare destê xwe rake û nifiran li mêrê xwe dibarîne û zimanê me yê tijenifir dewlemed dike:-)

pirrî caran ji bo vemirandina hêrsa mariv, nifir ji lêdanê jî bandordar e mariv pê nifir û dijmînan agirê dilê xwe xweş ditefîne..

dema ku jin serdest bûn li mêrên xwe dixistin û wê demê jî mêr nifir li jina xwe dibarandin:-)

bala xwe baş li nifiran bidin ji hezar km diyar e ku ji devê jineke derketiye

wek mînak " ûcaxa te kor be deriyê te mor be"



04.02.2014 19:56 | ferhenga şikestî