Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de kêmasiya niqaşan] de;

13. Li jor nivîskarekî gotiye hîn mirovên tevizandî çi qas tatêldarê hêvîşikandinê ne. hema li ber tiştekî ne di rê de ne kû rû bide wan jî hêviya xwe teqez bişikînin.

nizanim kirkûk ket hêviya me şikest.
nizanim efrîn ket hêviya me nema.
dawiya hencetên wan nayê bi xwedê.

pênc sal berê ma kirkûk hebû. deh sal berê efrîn hebû. ji vir sî sal berê gunek jî ne di bin kontrola kurdan de bû.


Cara ewil ji hevoka 'hîn mirovên tevizandî' min gûyek fêm nekir. Ez bixwe ne tevizandî me, wextekî ji ber karê min çogên min ditevizîyan lê hemd û sena ji Xwedê re êdî ev problema min jî nemaye. Yanî elhamdulillah nexweşiyeke min e tevizandinê tune ye.
Hama ne pênc sal du sal berê jî Kerkûk hebû, di destê kurdan de bû û sînora Kurdistana başûr Hama bêje ji sînora hikûmeta navendî ya Iraqê berfirehtir bû lê îro sînora başûr paşde kişîya hetta veguherî sînorên 2004an. Dibe ku ji bo kesinan qîmeta vê têkçûnê tunebe. Lê here ji kurdên Kerkûkê bipirse bê ka di wê bobelatê de di çi rewşê de bûne? Tu ji bo bavekî ku hemî zarokên wan hatine kuştin nikarî qala xweşiya jiyanê bikî. Çimkî psîkolojî ji te re dibêje ku her kesek bi qasî êşa xwe dikare xem û derd, xweşî û kêfxweşîya jiyanê bitahmije û maneyeke bixwe bide jiyanê.
Kurdistan li gorî bîst sal berê li gorî hindek parçeyan aniha hîn baştir e. Lê ew nayê wê maneyê ku mirov mecbûr in her gav cihê xwe li gorî cihê xwe yê kevn bipîve. Her em bêjin te ji xwe re du mal kirîn, di yekî de rûdinî yeka dî jî te da kirê. Eger du sal paşê malekî te bişewite û tu xemê bixwî û yek jî bê ji te re bêje xem nexwe malek te şewitî lê deh sal berê hîç malekî te tunebû, qenebî aniha malekî te heye. Tu yê çi bersiv bidî? Belê deh sal berê malekî min tunebû lê ez ji bo ku du malan bikirrim sî sal xebitîm, min bi cehd û ked û xwêdana sî salan du mal kirrî lê aniha yek ma yanî xwêdana 15 salan çû. Kurdistan li gorî berê di rewseke baş de ye lê di vê pêvajoyê de çend kes mirin? Çend kes di zindanê de rizîn? Mala çend kesan şewitîn? Çend kes rastî tecawizî hatin? Çend mîlyon kes ji bajar û gundê xwe bûn? Dikarî bersiv bidî? Aniha dîsa bifikire berdêla qurtek azadiyê çend donim erd e? Yanî qelenê Kerkûka çûyî xwîna çend pêşmergeyan e? Yan qelenê Efrînê xwîna çend gerîlayan e? Ez texmîn dikim ku ew ên ku di jiyana xwe ya rastîn de hîç neketine zehmetîyeke van tiştan pirr basîd dijîn. Ji ber ku basîd dijîn fereseta wan jî basîd e loma axaftineke propagandîst ji wan re rehet tê.
Dîsa hemd ji xwudê re ku hêz û qiweteke min a mezin û qerrase tune ye ku bi şîroveyekê karibim hêviyên xelkê bişkînim.


di xwezaya têkoşînê de destxistin jî windakirin jî heye

Dema min ev hevoka jor jî xwend min digot qey recep Tayyip Erdoğan gotiye lê min nêrî ne ew e loma hinekî aram bûm (bê mane ha)
Ev jargon jargona desthilatdaran e. Mesela însanekî mîna rte dikare tiştekî wisa bêje, jixwe di beriya operasyona zeytin dalı'yê de ew jî Eyn wisa gotibû. Her du lawên wî jî eskerî nekiriye. Di seraya wî de 108 metrekare xalîçeyeke Hereke ya yerli û milli Heye. Ez nizanim wê rojê ew bixwe rêûrismekê de gotibû. Yanî konfora camêr li cih e. Dikare her tiştî bêje. Nizanim xalîçeyeke Hereke ya nivîskarê hanê heye yan tune ye. Lê xalîçeyên min hene lê ne Hereke ye min sê sal berê li Koşuyoluya Amedê stendibûn. Camêr gelek jî erzan dan min. Ger hûn bixwazin dikarim terîf bikim. Tabê du sê heb defo hene loma erzan e lê hûn bi mercekê jî binêrin nikarin defoya wan derînin. Wek Hereke nebe jî xalîçeyên min jî baş in. Kurê min Carinan li ser piştê dikeve erdê lê hîç nagirî nexwe bi qalîte ne. Neyse min mijara sereke tevlihev kir.
Bi kurtasî dişêm bejîtim we: ez, tu û ew. Em giş mirovên ji rêzê ne. Zû dişkên lê dereng çêdibin. Loma serkeftinên me wek kêfa behrê an agirê kayê ye lê binketina me berfa li ser Everestê ye. Sal 365 roj jî tav lêxê berf nahele nabe av û naherike.
Kî çi ji vê demajoya deh salên vê talîyê fêm kir nizanim lê tiştê ku ez têgihîştim wek şa'ira delal fatma savcı gotî "hêvî her car xapînokeke bê'ar e "

Aniha ti têkiliya hêvî û serkeftinê tune ye. Çimkî serkeftin bi têkoşînê ye û di vê sedsalê de li gel têkoşînê bi zanebûna têkilîdanîn û stratejî ye. Lê ez nivîskarekî malperekê me. Ne şervan im ku şer bikim ne dîplomatek im têkilî deynim û ne siyasetmedarek im stratejî çêkim. Hûn jî wisa ne. Serê xwe mezin nekin. Binivîsin û wek simurg jî gotiye.
Hemî hewldana min ev e ku tirşik bila bibe arşîveke mezin, daneyên firehtirîn û kûrtirîn ên Kurdistana Bakûr ya li ser înternetê...
Not : ez henek nakim ha! Heqîqeten ne milên min ne jî çogên tevizandî ne.



05.12.2019 23:58 ~2019.12.06 00:00 | ferhenga şikestî

3. Belê li gorî salên berê em dikarin bêjin hezar car kêm bûye.
Çimkî her kes eciz e her kes ji vê rewşê tengezar e her kes êdî bi xwe de nabîne.
Em dev ji nîqaşan berdin, êdî kes mijarên siyasî jî venake an nanivîsîne.
Bi rastî jî piştî pêvajoya hilbijartina 2015an û bi taybetî jî piştî ketina Kerkûkê ve hêviyên mayî jî şikestin. Ne li Bakûr ne li başûr ne jî li rojavayê hêviyên xelkê nemaye. Ku hêvî nemîne tu qedr û qîmeta peyvê jî namîne.

Ez bixwe bi xwe de nabînin carinan dinivîsim dûre dibêjim yaw tu feydeyeke vê hevokê min heye? Dibêjim walle tune ye û jê dibim.



05.12.2019 00:41 | ferhenga şikestî