Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qedexe yan derbend] de;

4. Abdullah Kiran kî ye nizanim, ez wî nas nakim. Gotiye niza çend sal in ez niza dersa kurdî didim falan û bêvan. Klasîk Kompleksa 'ezçibêjimrasteçimkîmindersdaye' xwe bi vê gotina kelavajî dayiye der.
Aniha lazim e em bipirsin Derbend çi ye. Ji peyvên der û bend'ê hatiye dariştin ku ev her du peyv jî bi eslê xwe bi farisî ne. Ev her du peyv jî di kurdî de hene. Peyva derî'yê bixwe ji der hatiye dariştin. Der çi ye? Der bihurîn e yanî tiştê ku tu jê dibiburî derî jî pê ve peywendîdar e. Meriv dema ji odeyekî derbasî odeyekî dî dibe ji deriyê dibuhure. Bend jî pêgirtin e. Yanî tiştê ku pê digire, asê dike. Peyva bendavê jî ji vê Manê tê. Yanî bendav li ser çem an rûbarekê ava dibe û nahêle av jê derbas be.
Aniha hûn her du peyvan li hev bînin. ka bêjim tir li kû das li kû? Çi peywendiya qedexeyî û derbendê bi hev ve heye?
Derbend di dema dewleta osmanîyan de ji bo parastina bazirganîyê, ewlehiya herêmên xeternak û bi rîsk hatine avakirin. Yanî armanca derbendê ew e ku ewlehiya xelkê pêk bîne
Em bêjin ku di edebîyata kurdî de û di zimanê kurdî de ji bo maneya 'qedexe'yê hatiye bi kar anîn. Hîngê em çima peyva qedexeyê bi kar neyênin? Û tu kî yî? Tu qibleyê zimanê kurdî yî? Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî û feqîyê Teyran û Mehmed uzun û erebê Şemo û Celadet Bedirxan hwd... Bi fikrên te yên ultrazanîstî û ronî û muhteşem dest bi nivîsîn û lêkolîn û geşkirina zimanê kurdî kirine? Hi?
Yav di Kurdistanê de çima kes heddê xwe nizane? Ezê her bibêjim qedexe qedexe û qedexe!

Ne şeş sal tu çil sal jî mamostetiyê bikî qesîda te betal e. Yeaq?



30.01.2020 01:33 ~01:37 | ferhenga şikestî