Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [razana bi goreyan] de;

6. Çawa alîkarîya eyarkirina germa laşê mirov dike fêm nakim, carinan dema pirr zêde xewa min were ji bîr dikim goreyên xwe ji piyên xwe derînim, piştî xeweke kûr ji ber germbûna lingên xwe ji xewê bi eciziyeke mezin şîyar dibim. Çimkî dema gore di piyê min de be, piyê min zêde zêde germ dibe û Eyn wek difetisim, êdî wê kêlîyê ji pê derxistina goreyan dibe mezintirîn zilumata cîhanê, bi lingekî xwe dikim goreyê li lingê dî derxim paşê bi lingê dî goreya dî ji xwe dikim, lê pirrî caran nikarim bi ser kevim, lazim e ku rabim û bi destên xwe vî emelî bikim lê laşê min î bêzar bi hêşê min ê xewar re dikeve têkoşînekê, dawiya dawîn germbûna laşî li zora xewariya hişê min dibe û radibim goreyên xwe bi destên xwe ji xwe dixim
Off wexta min qal kir jî bêhna min teng bû :/



28.04.2020 15:52 ~15:54 | ferhenga şikestî