Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bahoz baran] de;

15. Bahoz baran zimannas e, rexnegir e ango karê wî rexne ye, tehlîl e, nirxandin e hwd...

Camêr bi vê nivîsa xwe ya xweş karê xwe kiriye, ma çi bike? Hûn jê hêvî dikin ku rabe wesf û pesnê romanan bide? Kurd ecêboxliecêb in yav, mariv karê xwe dike radibin dibêjin 'noxwoş e, pozbolond e bla bla bla...'

Devdirêjî çi ye heyran? Hûn hê pênaseya peyv û gotinan jî nizanin, camêr rexne kiriye û di hemî rexneyên xwe de sedî sed mafdar e. Ez jî gelek hej ji rênas jiyan dikim ew tistekî dî ye, lê min spîtama sî rûpel xwende û min nîvco hêlişte ji ber ku qet ne xweş e. De neyse



15.05.2016 12:57 ~12:57 | ferhenga şikestî

11. meriv dikare ji lînka jÊr ve bigihîje hemî maqale û gotarên wî

Here lînkê



15.09.2015 20:52 ~20:52 | ferhenga şikestî

10. suphanallah!

ji vir saeteke berê min jê re peyam şiyandibû, û niha ketim tirşikê û min dît ku mijara navê wî li hêla çepê ya tirşikê de ye, ji xwe ketim gumanan*

nivîsarên wî têra xwe qerrese ne bi şeref



21.04.2015 21:43 | ferhenga şikestî

3. vê dawiyÊ min pirtûka wî ya bi navÊ 'a baş' xwend. xweş nivîsîbû ji çîrokÊn qerfî pÊk tê û tÊde 2 heb pirr xweş hene zimanÊ zilamî jî gelek resen û sivik e



14.01.2014 12:56 | ferhenga şikestî

2. Kurdiyeke xweş û resen dipeyive gava ku ez bi wî re rûniştim min nedixwast ku gotinê bi dawî bike weka ku dengbêjek bistre niha jî di Kurdî der'ê ya şaxa Amedê de mamostetiyê dike di heman demê de jî di fermiyetê de mamostetiyê Tirkî dike. bi navê rêzimana Kurmancî pirtûkeke jî nivisiye nifirên Kurdî û gotinên pêşiyan berhev dike di kurdî der'ê de nîşên wî tê bikaranîn.. rexneyên pirr tûj û rasteqînê dike



30.11.2013 13:25 | ferhenga şikestî