Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewşa kurdên ku koçê başûr kirine] de;

2. Li başûr Rewsa tirkekî ku çûye li başûr bi cih bûye, ji rewşa kurdekî Bakûrî hezar car çêtir e.
Gîyayê hewşê li her çar parçeyên welêt jî tehl e.
Azad in, hêza wan heye, petrola wan heye lê di vê 15 salan de serê derziyekî jî li xwe zêde nekirine mixabin. Yanî ger başûr çolistan bûya, petrola wan nebûya min ê bigota yaw temam tiştekî di destê wan de nîn e. Feqet meseleya paşdemayîna wan ne beyarî an dewlemendnebûna erdê wan e, însanên wan ên kalîfîye û zihniyeteke wan a kemilî nîn e, ne vîzyon heye ne jî mîsyon.
Hevaleke min ji wir şeş heft sal berê ji ber teşqeleya siyasî çûbû başûr û bûbû multecî. (belê maneya başûr ji bo Bakûrîyekî/ê multecîbûn e) rojekî em li ser facebookê axifîn min hal û rewşa wê pirsî got tu zanî çi bû? Go ji vir çend roj berê ez siwarî trêmbêlê bûm û min kurmancî cihê adresê ji ajokarî re got. Zivirî ji min re got eger perê te tunebe ne xem e em herin mala min bi ser de ezê pere jî bidim te! Min jê re got kûçikê heram tu çawa bi min re wisa diaxifî? Ez ji Amedê hatime li vir ezê rasterast herim gilîya te bikim. Got deh deqe lavayî kir û got biborine min nizanibû tu ji Amedê yî min got qey tu jî ji rojavayê yî falan û bêvan. Tabî min meraq kir û min ji hevala xwe re rewşa kurdên rojavayê pirsî. Got Ferhengo bawer bike hemî şerpeze bûne mêrên başûrî bi heqê xwarina danekî li ser laşê wan hikûm dikin, başûr bûye mezeda laşê jinên rojavayî. Dilê min guvêşî, bêhna min pirr teng bû.
Yanê ezcumle eger tu tirk bî, herî li başûr kar bikî stûyê xwe li ber te xwar dikin. Lê tu kurdek ji rojava an jî Bakûr bî ji bo popkekekê ew te sê seat li ber deriyê sînorê didin sekinandin.



22.05.2021 00:41 ~00:44 | ferhenga şikestî