Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li meclîsa sûriya demoqratîk qedexeya kurdî] de;

2. Piştî şerê cîhanê yê yekem, subay, serek û pêşengên îngilîzîstan û Fransayê ji bo berjewendiyên dewletên xwe li ser xaka dewleta Osmanîyê îş û emelên siyasî û burokratîk dikin û dûra xebatên xwe raport dikin û li hikûmeta xwe bi rê dikin.
Min wextekî gelek ji wan raportan xwendin. Bi kurtasî Tiştên hem ji aliyê Îngîlîzan hem jî ji aliyê fransizan ve di derbarê kurdan de tê gotin ew e;
Kurd ji kapatiseya avakirin û birêvebirina sîstemê bêpar e, kurd nikarin li vê erdê dewleteke serbixwe ava bikin. Dema em li ser karekî li pêşengekî kurd digerin em liqayî kesekî nayên. Hama Di her gundekî de dengekî dî bilind dibe. Nikarin saziyên modern saz bikin. Em li Kurdistanê nikarin serekekî peyda bikin. Pêşengên kurd ên ku li Stenbol û Awropayê dijîn ji rastiyê Kurdistanê dûr in û li Kurdistanê ti hukmê wan nîn e. Xebat û projeya birêxistin û sazûmankirina kurdan karekî betal û badilhewa ye.

Dema min vê vîdeoyê dît min got fuck! Canik û camêrên emperyalist ji vir sed sal berê hevîrê rihê me kurdan veçirrandine û gotine ku ji kurdan gûyekî nabe loma em dev ji wan berdin. Û çûne têkiliyeke germ ligel kemalîstan çêkirine, çûne kral faysalî ji sûrî anîne li serê îraqê kirine serek. Tevî ku Mehmûd Berzencî çek bi dest e jî!



04.06.2021 16:13 ~16:14 | ferhenga şikestî