Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çeppik û reşşikan] de;

3. Di entrya ewil de nivîskar bi awayekî zelal û fesîh mebesta xwe vegotiye. Lê dibînim sê reşik dane wî *
Ya rastî tiştê ku dibêje rast e wek mînak ez dema ku li ser înternetê lêkolînek dikim cara dawî diherim eksisozlukê jî. Eksisozluk di sedî de Not sergo ye bi kêrî merivî nayê lê dîsa jî gelek agahî, zanîn û dazanîn û pênasên baş hene ku ji hêla nivîskarên baş hatine nivîsîn. Tu ji ber ku entryên 'çop' nexwînî û dema te çem û çem neçe demildest moda 'şukela' ditikînî ji entrya ku herî zêde hatiye ecibandin heta entrya herî zêde hatiye ricimandin ji te re rêz dike û tu jî ji dewsa ku hezar nivîsên bêhnpêketî bixwînî rasterast ji nivîsên kêrhatî sûdê werdigirî. Ev yek tiştekî baş e.
Ji bo tirşikê jî mirov dikare modeleke wisa pêk bîne Feqet ji ber ku hem hejmera sernivîsan kêm e hem jî di sernivîsan de hejmara peyaman kêm e ez ne bawer im vê kêlîyê pêk were.
Siberoj eger di tirşikê de jî di rojê de bi hezeran peyam bên nivîsîn wê demê bêguman ji tercihekê zêdetir dê bibe ferzek



05.06.2021 20:19 ~20:20 | ferhenga şikestî