Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sepana tirşikê ji bo telefonên jîr] de;

51. mezintirîn ferhenga înteraktîf a tirkan ekşisözlük di sala 1999an de hat damezirandin. bi qasî ku dizanim di mehê de ji 150 hezar zêdetir debara wê ya reklamê heye. û ev ferhenga mezin î zengîn ji vir du sê sal berê bi awayekî fermî sepana xwe ya mobilê saz kir.
tirşik.net di sala 2013an de hat damezirandin û debara wê ya reklamê 0 (sifir) tl ye.

ji telefonê ketina ekşiyê zehmet e lê di tirşikê de ew zehmetî tune ye. ez wek ku sepana mobilê kar bînim ji geroka înternetê dikevim tirşikê. ku hûn ji min bipirsin hebûna sepanê dê kêrhatî bûya lê tunebûna wê jî ne kêmasiyeke mezin e.
ji bîr mekin ku sazkirina sepaneke baştir a mobilê bi piştgiriya teknîk û bi destika maddî pêkan e lê mixabin ew derfet tune ye. loma ez dibêjim qey em dev ji gilî û gazincan berdin û bi derfetên heyî jê îstîfade bikin çêtir e.



08.01.2020 10:24 ~10:26 | ferhenga şikestî

39. min hê jî fêm nekirye ev sepan çi îş e, bi rastî jî yanî çi?

em dadixînin? heke erê, çawa û ji kû?



05.08.2015 23:52 | ferhenga şikestî