Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bejan matur] de;

7. helbestkareke kurd e lê bi kurdî nanivîse niha li dinyayê digere ez li ser instagramê wê dişopînim gelek digere û gelek wêneyên xweş digire..

li dû pirtûka xwe ya dağın ardına bakmak'ê nivîsên wê hat betalkirin yanê di destpêkê de ji aliyê cematê ve gelek reklamên wê hat kirin lê piştî ku bû popûler, bêhna wê hat çikandin..

min pitûka wê xwendibû tiştê ku bala min kişand ew bû ku dema diçe çiyê pêrgî hevala xwe ya zarotiyê li ser çiyê dibîne ku bûye gerîla, bandora bûyera hanê bandorek li ser wê dihêle lewma jî persektifa wê ji rê û rêçikên cemaetê derdikeve. Ev jî dibe sedem ku ji cemaetê dûr bikeve..



28.08.2014 13:49 | ferhenga şikestî