Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navê kurdî li zarokan danîn] de;


7. tiştekî baş e ji lew heke tu kurd bî divê navê te û navê zaroyên te jî bi kurdî be (heke navê min ne kurdî ba, min ê biguheranda)

divê wek tiştekî xwezayî be yanê ne li gorî polîtîkayê. mesela tu ji devê tirkekî nabihîzî ku ji tikbûnê ezic bûbe û navê zaroyên xwe kiribe hanry falan. tabî her ku diçe kurdbûn û hemû nirxên kurdayetiyê ji ber xefk û dehfikên bişaftinê dixisire lewma jî zaroyên vê nifşê mixabin bi kurdî nizanin lê tu nikarî ji wan re bêjî ku tu bi kurdî nizanî lê navê te kurdî ye û ev yek nakokî ye falan.

yên ku navê wan tirkî û erebî ne jî bi kurdî nizanin bi temamî girêdayî malbatê ye ku divê ew li ser vê hêşmendiya netewî zaroyên xwe perwerde bikin.

tu dibînî ku malbatê welatparêz ên navê zaroyên xwe bi kurdî kirine lê bi tirkî dipeyivin, di vir de bêtirîn suc û qebhet ya partiyê ye ku tevgerên xwe li ser esasa kurdayetiyê nekirin lewma jî axaftina bi kurdî ya di nav malbatê de bi demê re ji holê rabû û hemû tevgerên netewî, çi makro çi mîkro, çi giştî çi rojane hemû bi tirkî bû, belê şablon hebû lê hundir tirkî bû



29.08.2014 15:40 | ferhenga şikestî