Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yılmaz odabaşı] de;

3. nivîskar û helbestkarekî kurd e..

ji ameda rengîn e..

helbestên wî û nivîsar û ceribandinên wî têra xwe baş û serketî ne, ez dema xama bûm min gelek helbestên wî dixwend û ji ber dikir, min tevî ku çar sal berê xwendibû jî dîsa helbesta wî ya bir liselî silüetî hê li bîra min e

di dema cuntayê de di girtîgahê de mayiye û tim dibêje 'ger ez bi helbestê re eleqadar nebûma min ê biçûya li ser çiyê falan..

helbesta wî ya ferîde gelek xweş e û wergêrê kurd çetîn toprak di 2003'an de wergerandiye û ji weşanxaneya dengê derçûye..

min bixwe xwendiye jixwe 81 rûpel e û hemû tenê helbestek e, tê gotin ku di şevekê de nivîsandiye

beşek ji helbestê;



ferîdeyek her kesî heye qey ez nizanim

mîna solek her kesî yek jî stranek wî

keseke her kesî heye qey ez nizanim

yek jî bêkesitiya wî..



10.11.2014 23:24 | ferhenga şikestî