Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ekşi sözlük] de;

43. Wê rojê li vê malperê bêjîyekî qaşo henekên xwe bi tirşikê kiribû segbav bi tinazan ji bo tirşikê gotibû niza 60! Milyon kurd, bi zimanê kurdî yê 6 hezar salî! Bi mehan e hîç entry nenivîsandine. Ca li wî qûnbigû yî bêhnpêketîyê binêrin. Mezin bûye û henekan jî dike di mejiyê te de gayo.
Tiştekî heye pir zora min diçe. Yav de tu rabe zimanê milletekî 97 sal qedexe bike, însanên wan bikuje, ewê ku dibêje ez kurd im biavêje hepsê, nehêle peyveke bi kurdî jî li sûkê bê bihîstin, nehêle ku ne kitêb ne kovar ne rojname ne gotar û maqale bête nivîsîn û belavkirin, ne radyo ne televizyon hebe û bi ser de jî hemîyan bi zimanê tirkî perwerde bike, asîmîle bike. Bila zimanê tirkî wek a tirkan zanibin lê zimanê kurdî ji bîr bikin. Hemî zargotin û klam û berhemên devkî yên kurdî berhev bike talan bike û bidizîne bike malê tirkî, bi salan gundan bişewitîne, êşkence li xelkê bike. Nehêle kurd perwerde bin fêrî zimanê xwe bibin. Lê piştî 90 salan were bêje ku êdî kurdî ne qedexe ye êdî hûn dikarin bi kurdî biaxifin, binivîsin lê perwerde dîsa nîne. Piştî vê pêvajoyê jî were bêje ka we digot zimanê kurdî ewqas muhîm bû qedîm bû pêşketî bû? Hûn hê nikarin entryek jî binivsîn...

De were û dîn nebe ker kurê ker e eger ez 97 sal zimanê te qedexe bikim, dema tu bêjî ez tirk im û zimanê tirkî heye eger ez dar dikim qûna te, gundên te bişewitînim mal û milkên te wêran bikim û hemî arşîvên te yên nivîskî û berhemên te yên devkî bidizinim talan bikim û bikim malê zimanê kurdî bi şeref bi şeref 97 sal paşê dema ez bêjim tu tirk î? Tu yê bêjî tirk çi ye keko?
Baş xirab kurd li ber xwe dan û piştî 97 salan hê jî kurd hene û kurdî li ser piyan e. Li êranê 30 milyon tirkên azerî hene ji tirsa qûna xwe newêrin bêjin kirt! Lê kurd li wir dibêjin em kurd in!
Ker di qûna te ne pîç!



25.11.2019 00:18 | ferhenga şikestî

38. min dîzayna nû ya vê malperê hez kir, ji bela ku nivîskarên genî yên vÊ ferhengê dijberên kronîk in dîsa dijî vê guhertinê derketine, ji ser telefonê karanîna malperê hêsantir bûye..

hesabê min ê nivîskariyê jî heye li ser ekşiyê lê ez hama bêje qet nanivîsim bi tenê entryên baş fav dikim bo ku karibim bi hêsanî ewana peyda bikim û jê sûd wergirim

edît: min niha bala xwe baş da, li ser kombersê, spîbûn û biriqîna rûpelê hebekî min eciz kir, divê puntoya tîpan hebekî dî reştir be



28.02.2016 18:38 ~18:52 | ferhenga şikestî

29. ferhenga ku ji nîvê bêtir nivîskarên wê diyar kirine ku wê dengê xwe bidine hdp'yê*

ewqas ji akp'yê eciz in ku ji bo ku encama hilbijartinê bi ya dilê akp'yê nebe, dikarin dengê xwe bidin partiya ku ji sibê heta êvarê didan ber çêr û sixêfan



27.02.2015 19:25 | ferhenga şikestî

27. heke nivîskarên tirşikê xwedî li tirşikê derkevin, bi qûna xwe jî binivîsin dîsa jî ji ekşiyê hezar qat çêtir e... axaftina qirixên amedê ya li qehwexaneyê ji entryên wan ên vê taliyê kûrtir e



20.09.2014 20:43 | ferhenga şikestî