Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [faik bulut] de;

3. lêkolînerekî kêrhatî ye hama bêje di her cureyan de lêkolînê kiriye û dike serpêhatiya wî jî kûr û dirêj e min heta niha bi qasî şeş heb pirtûkên wî xwendine her yek ji yên din cuda bû tu têkiliya wan bi hevudu tunebû... heta li vir pirsgirêk tune ye lê camêr gava behsa îslamê dike mariv dibêje qey neçûye ayeteke tenê jî nexwendiye ewqas ku dûrî rastiya İslamê dinivîse ji xeynî nirxandinê wî yên li ser îslamê, bi giştî objektîf in (objektîfiya li gor pîvanên rewşenbîrên ku dij-kurdistana azad in) dema ku di derbarê aboriya cemaatê de pirtûkek dinivîse li du wê pirtûkê di sibatê de darbeya postmodern pêk tê û hemû xebatên wî yên hêja di destê generelan de dibe pêlîstoka leşkerên xwînxwar. . weka hemû zanyarên kurd ew jî bi zimanê serdestê xwe dinivîsine û xwelî li serê xwe dibarîne dema min pirtûka wî ya 'dîroka zimanê kurdî' xwendibû min gotibû yaw camêr bi qasi 400 rûpel qala dewlemendbûn û qedîmbûna zimanê kurdî dike lê rûpelek jî min nedîtiye ku bi kurdî nivîsiye min got wa ye nakokî ev e ku wek zinêr li hemberê me sekiniye ez pirr meraq dikim gava yek jê bipirse ' de baş e madem ewqas dewlemend e ca ji me re bi vî zimanî pirtûkek binivîse' wê bibêje çi? pirtûka wî ya 'ji pênûsa ehmedê xanî, cîhana kurdan a nediyar' xwendibû ew jî bi tirkî bû yanî eger yek mem û zînê nizanibe yek ehmedê xanî nas neke û wê pirtûkê bixwîne wê ji ehmedê xanî sar bibe.. meriv encax evqas dikare bilewitîne û bihetikîne



28.01.2014 05:22 | ferhenga şikestî