Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên kurdî yên mirov şerm dike wergerîne zimaneke din] de;

4. hama çend stranbêjên me jê derxîne mariv ji hemû stranan fedî dike ku wergerîne. bi taybetî jî wek min hevalên we yên tirk hebe û bi kurdî stran godarî bikin û ji we re bêjin ka wergerîne,bi xwedê çû ji we de! yaw birê min ji ber ku dengê te xweş e tu ne mecbûr î bibî stranbêj û ji serê me re bibî bela ez mînak bidim hevalekî min hebû carekî ji min re got ku hele ji kerema xwe re dikarî strana dewran arhat ya ez helandim wergerînî? eyn ez mirim yanî min got bêjim na xweş nabe ku bêjim erê û wergerînim jî ji şerm û qehran ezê xwe bikujim.beriya wergerê min ew girt hemberê xwe û bi seatan qala dîroka muzîka kurdî nizam qala wergerê ku çawa orjînaliteyê xira dike, nizam qala dengbêjiyê falan û bewan kir û dawiya dawîn min da destê wî ' beni eritti beni eritti seydanın kızı beni eritti' de were nemire birano! got tu rast dibejî werger stranê xira dike heçku min ecêbek derew kiribû ji ber ku serê min neçe ber min* çavreşa min, nazika min, xweşika min, rinda min nizanim qûzê kerê min hwd êdî dilê min hem ji xweşikan hem ji çavreşan hem jî nazikan digere ne tenê zimanê me, hestên me jî hetikandine mariv hezar car şerm dike ku wergerîne. wek mînak; bê te nabe, şahê bedo çavreşa min, dewran arhat ez helandim û rinda min, zinar sozdar evina dilê min, xanemir agir berda canê min.....hwd dikare bi rûpelan dirêj bibe.. du heb peyvên jiberkirî ku tirk jî êdî dizanin, tînin li ba hev ji temburê du heb jî nota dizeliqînin û dibêjim ha ji we re ev xiyar e de hûn dizanin.. ne huner xama wan e ne estetîk ne derûnî ne kûrahî ne kevneşopî... klîbên ku dikşînin jixwe heta êvarê mariv vebêje naqete yav ma mariv youtubê vedike du heb klîb temaşe dike kêmaqilino!



13.12.2013 04:03 | ferhenga şikestî