Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara yokuş yol'a] de;

6. kovara ku min gelek meraq dikir. lewra gelek behsa kovarê hatibû kirin, nivîskarên ku têde dinivîsin piçek jî berniyas in, min di hejmara yekem de nêt hebû ku bikirim, bixwînim. ji ber sersariya xwe min tew ji bîr jî kiribû. 5 roj berê bi tesadufî di pirtûkfiroşekê de pêrgî kovarê ya hejmara duyem hatim û min stend..

mixabin bi qasî ku min hêvî dikir ne serketî ye. pirr amatorane ye mariv dibê qey ne ew nivîskarên berniyas in, heçko zaroyên lîseyî amade kirine. pirr tevlihev e. rê û rêbazeke sade, fêmkirî, zelal û maqul hilnebijartine min hê jî fêm nekir nivîsarên kovarê li ser çi ne? bi helbestokên beredayî tijî ye( mîna yên occo mahabad)

têde çîrokên tirkî hene ku tênegihiştim behsa çi dikin?

hem bi kurdî hem bi tirkî ye, di nivîsên kurdî de pirsgirêkên rêzimanî hene, qet dêhn û bala xwe nedana li ser rastnivîsê, çawalêhato..

dema mariv kovareke vedike di rûpela ewil de naverok heye û mariv lê dinêre hem li gorî kêfa xwe dixwîne, hem jî li mijar û nivîskaran dinêre lê tu yê bêjî qey tofana rûpelan rabûbû, naverokek jî amade nekirine. yaa starrr!!

têde bi tirkî çend nivîsên teknîk jî hene, lê yên kurdî, helbest, çîrok an jî werger in. weka ku bêjin tiştên zehmet ji destê me nayê ku em bi kurdî binivîsin lewma nivîsên zehmet giş bi tirkî ne..

welhasil min hejmarek kirî lê ev nabe dido..



26.06.2014 23:36 | ferhenga şikestî