Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terikandina cixareyê] de;

35. a soxî min jî terka vê ziqqûmÊ kir...
min di berfenbara 2008an de dest pê kiribû va ye min di berfenbara 2021an de terka wê kir.
law min tam 13 sal bênavber kişandiye/vexwariye
piştî sezdeh salan wa bû çar roj in min devê xwe nedaye wê.
ez xwe pîroz dikim, min bawer nedikir ku destê xwe jê bişom, min kêngî bigota ez berdidim, bêtir du an sê saet bi şûn de min dîsa dikişand. piştî ewqas salan cara ewil e ku çar roj jê bi dûr im.
min di rojê de pakêtek an pakêtek û nîv xelas dikir. aniha hesab dikim belkî min pereya xanîyekê pê re kiriye xwelî.

13*365 =4745 pakêt. min parlement dikşand, aniha buhaya parlementê 21.50 tl ye ango
4745*21.50= 102.017 tl

yani bi buhaya îroyîn min kêmtir sed hezar pereya tirkan kiriye xwelî, ger min li şûna cixareyê her roj dolar/zêr bikirrîya muhtemelen aniha di hesabê min de 200 hezar zêdetir pere hebû.

jixwe ne hewce ye meriv qala bêhna wê bike, meriv her roj serê xwe dişo, cilûbergên xwe diguherîne lê dîsa jî têr nake. min her sal diranên xwe paqij dikir lê disa du sê roj paşê zer dibûn. belkî hûnê bêjin fîşal dikî lê di çar rojan de diranên min dereceyekê spî bû, ezê hefteyeke paşê dîsa herim diransazekî û diranên xwe paqij bikim. muhtemelen dê êdî zer nebe.
sê roj e îştaha min vebûye belkî dezavantajeke wê ev e ku meriv pirr dixwe vedixwe lê ji ber ku ez yekî lavaz û zeyîf bo min ne xem e, beravajî ez dixwazim heft heyşt kîlo bigirim.

min dîsa dirêj kir, hevalno dev ji vê ziqqûmê berdin. naxwazim mîna yekê gelek bi tecrûbe xeber bidim, xwe bikim qurre, jixwe here were bû çar roj, lazim e meriv xwe îkna bike ku cixare tiştekî berredayî ye, tu feyda wê tune ye, tu car nikare stresa meriv daxîne, bilakîs nebûna an tunebûna nîkotînê ya di laşê we de, stresek çêdike laşê we dişê pê, lê hûn du roj sebir bikin derbas dibe...

roja înê min li kurê xwe nêrî; min got yaw ez çima rizq û qismeta kurê xwe didim dûmaneke kanserojen?



14.12.2021 11:16 ~11:20 | ferhenga şikestî

29. çalakiya ku (şoreşa ku) bûye belayê serê min..

dema berdidim, di dilê xwe de dikevim hezar nîqaşan loma ger we dev jê berda, qet bi xwe re nekevin nîqaşa devjêberdana cixarê, ji lew hûnê tim têk biçin û cardî dest pê bikin..

rojeke temam nedikêşim şev dibe nîvê şevê bi xwe dikevim nîqaşekê 'kuro te dev jê berda, de baş e, çi ket destê te? hi? niha bêtir bextewar î? bêtir dikarî tehma jiyanê ji dev û pozê xwe bigirî û berbidî? bêtir dikarî bi tiştên dî yên xweşî û başiyê ne eleqedar bî?' bersiv; na kakagiyan, ev bû 24 saet in mejiyÊ min leqiyayê, ne bi saet ne bi saniye, saliseyekê jî ji bîra min neçû, ji dewsa ku cihê wê tije bikim, min bêtir valahiyeke kûr di dilê xwe de venişte'

di dawiyê de tÊk diçim, şev nîvê şevê derim û cixareyek distînim, têm malê pêdixim, cixareya ewilîn ya piştî demekê min girtibû kûrahiya laşê xwe, laşê min dicirifîne, tevz dikevin canê min û rehet dikim lê bi cixareya duyem cardî ew laşxweşiya min diçe û dîsa ji kişandinê poşman dibim.

loma pêxistina cixareya ewil gelek girîng e û rê li ber stendina pakêtan vedike, heta hûn yên ewil pênexin û hefteyek sebr bikin wê derbas be.

helbet sedî sed derbas nabe, de bifikirin tiştê ku hûn di rojê de bi salan 20 car dikin, dest ji diqeherin, pirr zor e..

ez ê wî hevalê xwe nim ku bû sebeb min dest pê kir!



26.02.2016 22:20 ~22:22 | ferhenga şikestî

22. ku vêya jî binivîsim di vê mijarê de dibe entrya min a sêyê..*

neyse hevalno weka ku ciwan jî gotiye çendîn tiştekî zor û zehmet be jî gengaz û pêkan e..

dijwariya vê yekê ne ev e ku tu nikarî berdî, berdan an jî terikandin hêsan e lê problem pê re dest pê dike, dewsa rîtuela ku tu bi cixareyê wek kiraseke li xwe pêçabû, nayê dagirtin. ango her û her valahiyekê heye, min gelek caran ceriband her dem bi ser diketim lê çend rojên dî ji bela ku dewsa cixareyê tije nedibû, min cardî dest pê dikir...

bi vî awayî min belkî hezar heb pakêtên xwe yên cixareyê di nîvê hêlişiye, guvaştiye û avêtiyê sergoyê, jixwe ez qet behsa hesteyên stûxwar jî nakim, a soxî, min dîsa dest pê dikir..

niha cardî dikêşim/vedixwim, beriya sê hefteyan min terikandibû lê bû du hefte ye ku dîsa kêşana wê didomînim..

tu dema bi şewba kêfa cixareyê dikevî, tiştekî wek tendurîsî, pere, bîn.. hwd nayê hêşê te. ji ber ku tu jê zewqeke mezin distînî, dema dû û duxana cixareyê ji devê te derdikeve, ligel çay û qehweyê westa xwe vedidî, tu vê kêliyê dibî bextewartirîn mirovê cîhanê.

ez dema dil dikim ku biterikînim, vê pirsê li xwe dikim 'gelo jiyan bo çi ye?' ma herkes bo ku bextewar be hewl nade? nexwe tu çi ji vê zewqa xwe dixwazî? çima pê re dikevî rikê? va ye tu hej jê dikî, pê re bextewar î lewma jî dev ji pere, bîn û tendurîstiyê berde û xwe noqî vê kêfxweşiyê bike''

erê tirşikvano ez bi vê pirs û bersivan xwe qanih dikim, dixapînim..



11.03.2015 20:14 ~20:15 | ferhenga şikestî

16. çalakiya ku ji tehmînên min ên berê jî zortir û dijwartir e. yabooooo bû deh roj e ku dest bi hewildana (bala xwe bidin, nabêjim dest bi terikandina, dibêjim hewldana) terikandina cixareyê kiriye,ne can dimîne ne rih dimîne ne jî xwîn dihere mejiyê im ê belengaz.. ez her şev dema têm malê ewilîn dikevim serşoyÊ serê xwe dişom û dibêjim sibe rojeke nû ye û êdî cixare tune ye, neyse dibe serê sibê dema ji mal derdikevim diçim li karî jî pakêta xwe nakim li bêrîka xwe, dema digihîjim nexweşxaneya ku têde dixebitim, taştêya xwe dixwim û dema ku xelas dibe dîsa wek her car kurmê cixareyê hemû laşê min dîl digire nikarim xwe ragirim diçim bûfeyê cardî distînim.. roja din dîsa wisa, roja din dîsa wisa..

dema jî ji malê derdikevim ji bo ku nekşînim pakêta xwe nagirim li cem xwe lê niha mala min bi pakêtên cixareyÊ tije ye*



23.08.2014 09:29 | ferhenga şikestî

2. ji bo min pirr pirr dijwar, gelek ji gelektirîn zor û zehmet e di çavê min de ha tu kurdistan rizgar kir ha cixareyê terikand*)) ji pênç sal zêdetir e ku dikşînim belkî deh car min nêt kir ku berdim lê tu car bi ser neketim her ku dibêjim ez ê biterikînim ewqas pirrtir dikşînim. min berê rojî digirtin lê belê aniha ji ber vê bêmiradê nikarim rojî jî bigirim.. min terikandina cixareyê terikand êdî benda mirina xwe ya ji destê cixareyê me û baş dizanim dê bibe sedema mirina min lê dîsa jî nikarim biterikînim



21.01.2014 20:39 | ferhenga şikestî