Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên bi tirkî ji hev hez dikin] de;

10. ya rastî divê hûn qebul bikin, we destên xwe nekiriye di binê kevirê de..

bila nebe mijareke magazînel lê ew ne ez im, me heta niha tenê du-sê car bi tirkî axifîne û ew jî me qeşmeriya tirkmaciyê kiribû, heta ku hûn behsa fîzîka qûantûmê nekin tu problem naqewime*



11.01.2015 19:30 | ferhenga şikestî

7. hevalekî min ji ber vê meseleyê dev ji hevala xwe berda, wê terikand..

keçik xîret nedikir ku fêrî zimanê xwe bibe û gilî gazincan ji hevalê min dikir, lê hevalê min jê re gotibû ez nikarim tiştekî bikim, madem naxwazî hîn bibî fermo rêya te vekirî be...

ez fikirîm û raman bûm, ku ez bam ez nediwêriyam ji ber vê sedemê dev jê berdim, ma dilê te kafir e zalimo? biryareke wêrek..



11.01.2015 15:34 | ferhenga şikestî

2. têkiliya evînê bi hezkirin dest pê dike di wê merhaleyê de ji ber ku hest û raman paqij û zelal in hewceyî derewan nake lê piştî ku evîm diterpile zimanê wan ê kurdî besî wan nake lewma xwe digindirînin û xwe diavêjin bextê tirkiyê min bi çavên xwe dîtiye bi zimanê tirkî derew, ihtîras, dek û dolap xweş tê kirin mesele bi kurt û kurmancî ev e..



21.01.2014 23:32 | ferhenga şikestî