Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kaşkaşoka paşpaşoka pêşpêşoka ser hesin a bin erd] de;

6. dema ku tirk dixwazin zimanê xwe ji peyvên biyaniyan paqij bikin, ji bo peyvên ku ne bi tirkî ne vebijêrk ango alternatîfan digerin lê tirki zimanekî wisa ye ku bi paşqertaf e ango peyv bi qertefên ku tên li paş peyvan çêdibin ev yek jî di çêkirina peyvan de astengî derdixîne di encama vê polîtîkaya nezanîstî û beradayeyê de peyven wisa ecêb û qeşmer derdikevin holê piştre jî ji biryara xwe vedigerin lê ji ber ku rûmeta şaristaniya! wan neşkê teoriya bi navê 'güneş dil' dinivîsin (ne bi destê pisporên zimanan, bi destê siyasetmedarê kemalîstan) li gor vê teoriya hanê her kes ji tirkan hatine lewma peyvên ku biyanî ne di rastiya xwe de ji tirkî derbasî wan bûne lewma ne hewce ye ku em biavêjin jixwe ji koka xwe ve tirkîne*))) Nîşê: ez paşê pê hesiyam, kesên ku vê teoriyê ava kirine, dema xwedê aqil belav kir di şkeftan de bûne lewma biborînin. ..



27.01.2014 23:30 | ferhenga şikestî