Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

348. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin.
Carekî got bavê min ji min re digot ji xwe re mal bistîne heyfa perayên te ne lê bavê min gotiye madem zarokên min nabin ez jî mal nastînim. Bavê min par mir wexta miribû 76 salî bû û ew 76 sal bê mal û milk di dara dinyê de geriya. Digot min guh neda şîretên bavê xwe loma ne min mal ne jî milk nîn e lê bes hûn her du kurên min hene hûn baş bin bes.
Bi tenê xeyalekî bavê min hebû ez hê deh salî bûm digot bila ez zarokên we bibînim Hama wê kêlîyê xudê rihê min ji min bistîne. Ez bi tenê dixwazim zarokên we bibînim, hêj wan bikim ji xeynî vê yekê tiştekî dî nedifikirî yanî 10 saliya min tê bîra min ango 18 sal Hama bêje kengî biçûyama cem wî digot Hama ez zarokê te bibînim besî min e. Mirovekî bifikirin bi roj û bi şev bi tenê xeyala neviyên xwe kirine, bi tenê xwestiye kurê kurê wî hebe û ew jî paşê bimire.
Bavê min par di meha hezîranê de rehmet kir û kurê min jî sê meh paşê hat dinyayê. Yanî ev feleka xayîn nehişt zilamekî extîyar, kalekî têkçûyî, însanekî henun bigihîje tekane miraza xwe....
Lawê min 14 mehî ye hê jî kengî lê binêrim bavê min tê bîra min law dibêjim bavê min bi salan xeyala dîtina vî kurikî kir lê nedî feqîre min. Gelo bavê min eger bijiya û nevîyê xwe bidîta dê çi bikira? Çawa wî hembêz bikira? Çawa wî bigeranda? Çawa hej wî bikira? Çawa wî bigirta li ser çokên xwe? Çawa pê re biketa dîyalogê?
Ya girîngtir, kelîya ku bavê min cara ewil nevîyê xwe bidîta gelo sûretê wî bi çi şêweyî bikeniya? Kelecana xwe bi bişirîn an bi girîn bida der?
17 meh berê bavê min mir, 14 meh berê kurê min hat. 17 meh e bavê xwe difikirim 14 meh e kêfa bavê xwe difikirim. Xudê bi sê mehan hemî bextewarîya min ji min girt...
Aniha tekane xeyala min ev e ku ez kurê lawê xwe yanî ciwanê xwe bibînim...



24.11.2019 23:51 ~23:56 | ferhenga şikestî

314. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim.
carinan bi saetan serê xwe li ser ferhengên etîmolojiyê diêşînim.
bi rastî jî ziman tiştekî pirr xweş e. carinan tu dikevî li pey peyvekê, ew peyd te bi xwe re dibe û hew dinêrî ku eslê peyvê di zimanê ku qet haya te jê nîn e de xîmÊ xwe çêkiriye.
li malê di pirtûkxaneya min de du heb pirtûkên li ser etîmolojiya kurdî hene lê mixabin ev her du jî pirr qels in, di zimanê kurdî de vê taliyê 180 hezar bêtir peyv hene (peyvên ji zimanên biyanî ketine jî têde) lê ev her du pirtûk jî lêkolînên li ser sê-çar hezar peyvan in.
li ser netê malparên baş hene lê ew jî ne yên zimanê kurdî ne, ger em hewl bidin û di tirşikê de li ser etimolojiyê agahiyan binivîsin(yên rast) dê pirr baş be

not: mindal tu neyÊ!



28.06.2017 13:17 | ferhenga şikestî

291. îroj nivîskarek ji min re gacinceke xwe ragihand, got di derheqê min de tiştên nebaş hatine nivîsin, min jî bi wateya erê yav tu mafdar î, refleskekê nîşan da, piştre hatim min li mijara wê/î vekir û min dît ku yê ku herî zêde rexne kiriye meger ez im :/



05.04.2016 21:52 ~21:56 | ferhenga şikestî

275. dema min her sê îtîrafên li jor vê entrya xwe xwendin, dilê min ji jiyanê sar bû..



27.12.2015 11:47 | ferhenga şikestî

266. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan..

carinan dipirsin 'ma çawa sebra te tê,ma qet natirsî, ma çawa dikarî bi tenê debara xwe bikî..

êdî ji van pirsan kerixîme, ew dibên qey bersiva evan pirsana jî wek pirsê hêsan û rehet e..

erê sebra min nayê hem jî hîç nayê, ji eciziyê nizanim çi bikim car carinan çiraya malê vedimirînim û bi saetan di tariyê de rûdinim. lê çi bikim, ji tenêtiyê jî hez dikim..

erê carinan pirr ditirsim li stenbolê diz pirr in carinan ji ber nobetan 32 saet nayêm malê kes li malê namîne, lazimiyên min ên malê çendîn kêm bin jî, bi vê mehînaya xwe encax dikarim di 5 mehan de xisara xwe berteraf bikim, carinan ji ber tirsê ji xewê dipekim, gelek caran xewnereşkan dikim mêvan, hama kitek jî pejn ji cihekî were hildifirim bê ka kî hatiye.. lê ji ecizikirina hevalên malê bêtir ditirsim. naxwazim bi însanan xerîb re her gav bijîm..

erê debara stenbolê zor dijwar e, kirê buha ne heqê rê buha ye û xwarin buha ne lê ne hêja ne bi qasî tênetiyê..

evana giş çareser dibin lê ya xerabtir carinan dawiya heftê jî dernakevim derve, telefona xwe diqufêlim û bi qasî 64 saetan ji devê min tîpek jî dernakeve, roja dî axaftin zortir dibe law ma mariv dengê xwe ji bîr dike, beriya ku qirika xwe paqij nekî peyv ji devê mêriv dernakeve.

hevalên min ên ji stenbolê bi pirranî zaza ne, yên dî jî kurdî nizanin, loma ez gelek bêriya axaftina kurmancî dikem, dema wilo dibe ji qahra dimirin, pirr zora min dibe pê wardiqilim ku ev kirasa zengarî ya evê dewletê bi top û tifingê li ser laş û giyanê me kiriye ferz, diperçiqe pîneyên wî ji her derê laşê diqelişe, dema wilo dibe amed têt bîra min.

dema tenê dibim herî zêde bêrya amedê dikim û ji êvarê heta şefeqê guhdariya strana min navê xwe kola li bircên amedê dikim bi girî dibim paşê li xwe hêrs dibim lan oxlim ka tu dibûy entelektuel? ev çi hal e? ma tu zaroyê doyîn î ku her hefteyeke careke girîn dikeve qirika te? ka rabe lan, qehwe vexwe, fîlmek veke lê darî bike û dev jê berde heyran ev qedera te ya nema dişê jê birevî..

piştre dinêrim ev hal ne tu hal e diçim radizêm û dîsa ji xewê hildifirim...



11.11.2015 20:24 ~20:31 | ferhenga şikestî

262. min çendek berê çewtiyeke gelek mezin kir, lê ditirsim ji simurg56 re bêjim, belkî ew jî nikaribe rast bike lewma nizanibe baş e

dawiya dawî ewê min biqewirîne ji vir*



09.11.2015 13:13 | ferhenga şikestî

261. min biskek berê straneke siya şevê ya sitêyê vekir û guh da wê, û bawer dikim ku ezê heta şefeqê li ser hêv guhdarî bikim..

di nava stranê de gotineke weha heye;'jiyan bila bibore, mirin paqijî ye''



erê lê dayê

rast e

jiyan bila bibore, mirin paqijî ye

dayê ka dolbenda morî li ser teyî

dayê ka porsima zêr li ser zêrayî

dayê ka destê te her ro li min pêçiyayî

dayê ka şîrê te bi dilê te keliyayî



dema min guhên xwe baş dan gotinên stranê, dêya min hat bîra min û li ser netê geriyam hemî gotinên evê stranê...

kizinî ket cergêm. min got yahû mirov çi zikreş in! ji ber derdê dinyayê û xirecira evê xopanê, her tişt jibîr dike, mariv dêya xwe ya ku nayê bîra mêriv jî jibîr dike? erê dike lê ev stran cardî dêya min hanî bîra min, erê lê dayê jiyan bila bibore, mirin paqijî ye..

bêrya te dikim, zanibe ew zarokê çar salî hê li vir e



04.11.2015 00:43 ~00:44 | ferhenga şikestî

256. îmana min ji dijber diçe*



30.10.2015 01:40 | ferhenga şikestî

253. ji hemû jinan hez dikim, çimkî tev şekir in.



30.10.2015 01:27 | ferhenga şikestî

250. tê du meh he ne ku neketibûm tirşikê, ji vir meheke berê nazim tolhildan peyam şandiye û gotiye ezê werim stenbolê emê hev bibînin lê min peyam hê nû dîte, aniha min bêriya tirşikê kiribû û mi go ca vekim, xwezî min meheke berê bêriya tirşikê bikira:(



24.10.2015 20:52 | ferhenga şikestî

245. birêz yoda heta niha 5484759.. heb soundtrackên bijarte parve kiriye lê seb xatirê xwudê be jî min yek jî gohdarî nekiriye*



05.08.2015 23:54 | ferhenga şikestî

243. ez dixwazim navê xwe yê tirşikê biguherînim lê ji tirsa simurg56 newêrim jê re bêjim:(



14.07.2015 02:50 ~02:53 | ferhenga şikestî

212. îroj liqayî kesekê hatim, bawer bike pirr dişibiya te, min dirûvê te lê anî û heyfa şeş salan ji rûyê wê yê lihevhatî anî û min di bîr anî ku ew serborî gorekî veşartî ye di dilê min de, ji bo ku ji axê rabe jê re bayekî sivik jî bahane ye, bi xwexapandinên xwe yên sêwî, dikim ku destên xwe ji te bişom lê nabe... dibihîzî?



29.04.2015 20:42 | ferhenga şikestî

201. dema ku bêhna min teng dibe, bo dermanî û bo bêhnvedanê entryên shorbevanî dixwînim, hama xwudê jê razî*



14.04.2015 21:15 | ferhenga şikestî

192. di rojê de 9999999... car pêl li reklamokên beredayîdikim..

simurg56ez ê te dewlemend bikim*



06.04.2015 00:38 ~00:39 | ferhenga şikestî

186. min do şevê di sernava rasteqînê de bi qasî barê karekî tiştina nivîsandin, ji bela ku ji telefonê ketim û ji bela ku piçeke dirêj dem jê derbas bûn, bêî ku copy bikim min şiyand û min dît ku ne onlîne im:(

yanê ketim ber xezeba înternetê û piştre min bi xwe de nedît ku cardî binivîsim



31.03.2015 12:53 | ferhenga şikestî

169. belkî haya te ji vir hebe, îroj nebe dê sibe hebe teqez! ma dinya ne piçûk e? ma xwudê jî ne senarîstekî ecêb e? ma rêyên te wê nekevin li pêşiya min? helbet.

tu bayekî sar î, ji xeyalên te sir û seqem difûrin êdî. strana zülfü livaneli ya sevda değil ya ku te pênç sal berê ji min re gotibû, êdî ev stran jî vî bayî germ nake, tu mir î nema zindî dibî, êdî ji vir şûnda tu bifikire canim



25.03.2015 22:14 | ferhenga şikestî

168. min bi berxwedana xwe 4 kîlo girtin*

xwedê mezin e keçî bizin e*



03.03.2015 21:21 | ferhenga şikestî

163.



28.02.2015 13:55 | ferhenga şikestî

162. îroj ji rojan şemiyê ye, ango dawiya hefteyê ye, wek şemiyên din dereng ji xewê şiyar bûm tavilê çûm li ber şibakê û pê hesiyam ku hê jî li ber dîmenên stenbolê şiyar dibim, mala min li pendîkê ye û behreke mezin û xaniyên bêserûber li pêşiya min in, tenê me dîsa, na ne tenê me dîmenek ligel min e û qaqlîbazên stenbolê ligel eciziya min didin perwazan, perên wan xweşik in û dibêjim bena ne

erê tenê me, ne hevalek ku bêhna xwe pê vekim, ne jî dostek derdên xwe pê sivik bikim.

derdê xeribiyê pênûs li mehmed uzun hêjandibû, fawaz hussein herdem behsa xeribî û mişextiyê dikir, ger ku nejiyabî pirr li ser naponijî, hay ji girîngiya welêt nabî.

xwe di axeke biyanî de wek bêkesayet hîs dikî, çi zanim ez dema li kolanan dimeşim dibêm qey her kes dizane ku ez xerîb im ne ji wan im, uryan im tazî me kirasa min qetiyaye, dil dikim ku vegerim û hîn nema piyên xwe rakim ji axa xwe ya pîroz, erê pîroz lê pîrozbûna axa merivî girêdayî axê nîn e, hemû bîranînên te li wir mane, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, tax bi tax, semt bi semt hemû tevde xwediyî rêç û şopên lingên te ne, hez bikî jî nekî jî hemû yên te ne bêî wan tu tune yî, xalî yî, vala yî, bêkiras î û ya girîng bê rih û giyan î..

îroj ji rojan şemiyê ye û ez wekî hemû şemiyên din li malê, çavên xwe bi tenê ji xewkan vedikim, li pêşiya min behreke mezin û xaniyên bêserûber...



28.02.2015 13:52 | ferhenga şikestî

152. min heta niha digot qey di stêra tirşikê de bi tenê ken li vir bû nivîsandî ye

(we çima negot tiştên din jî hene kafirno?)

piştî ku hayil bûm, kengî stêr bibînim têm li ser bê ka çi heye..*



19.01.2015 01:01 | ferhenga şikestî

149. nêzê sal û nîv e ku endamê tirşikê me lê min hê jî avatareke li gor dilê xwe nedît yaww, dil bi êşan im tirşikkkêê!

mîna ebru gündeşê, ku serê carê sevgiliyê xwe dibedilîne, ez jî ji ecizî û nerazîbûnê avatara xwe dibedilînim, ebruya kafir dît mêrekî dewlemend lê min nedît avatarek! *



30.12.2014 00:51 | ferhenga şikestî

148. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî.

belkî li hemberê xwedê neheqiyek be jî lê hîn hemû bawerî û îdealên min taluq avêtin, dibe ku biçin sergoyê jî..

jiyan di nava tirkan de, di nava şênî û civatên wan de wek gûyî ye, ji gûyî jî xerabtir, pîstir, genîtir û bêhnpêketîtir e, hê jî hînî wan nebûme, kî tê dibêje, tu yê hînî wan bibî helbet, ya rastî naxwazim hînî wan bibim, emr li min zêde dibin, her ku dihere madeya min tehltir û tirştir dibe, jiyan û pêvrebûna ligel tirkan ez ji jiyanê, ji xweşî û qenciyê, ji bêhngirtinê sar kirim, hew dilê min di asmîna kurdistanê de aso û aliqî maye, dil dikim ku vegerim, lê dibêm tu yê bi çi rûyî vegerî serhedo?

heft meh e ku li stenbolê me, biyanîbûneke beloq ji çavên min dihere, weka ku nêm ji rênasî bihere, li van deran naqosên dêran kerr minare kin nîn in, dilên rût ên bajariyan kerr û kin in, xwezî tirşikvanino mirin hebûya veqetîn tunebûya..

heft meh e pê hesiyame ku tirkiya min jî ne baş e, min berê digot qey tirkiya min li gor rêjeya tirkiya amediyan baştir e lê na bavê min! niha di nava wan de dibînim ku hîç ne baş e, dilê min bo ferqa bilêvkirina 'qaf' û kef'ê nekeliya û çû, hê jî nikarim bêjim kağıt, ew her qaxit e, û çi îşê me pê kağıtê heye? nizanim..

dema ku kurdek tê van deran dil dike ku siwarî keştiyan bibe û ji ser tengava stenbolê ve, ji hêlekê ber bi hêlekê ve here û sîmîtan biavêje bo qaqlîbazan; min carekê jî dil nekir û neavêt, min hej ji wan jî nekir, ji lew ew ajalên axa welatê min nîn im, dibêm qey ew jî neyarên min in, lê xaliqên xwedê ne, de were vê rastiyê bipejirîne... hîç ne pêkan e gidî!

heft meh e ku xwîna min li girava dîrokî ya stenbolê jî netevizî, hama qurteke kelecan jî di nava damarên min de negeriyan û tevz nexistin laşê min, darên parqa gulhaneyê, sûretek ji daristanên şewitandî ên welatê min dianîn bîra min; ku min digo xelk hej ji xwe û kêfa xwe dikin, ma sucê daran çi ne? lê bo ku darên ha bibin populer, darên min bûn qurbanî...

heft meh e ku ji amedê dûr im, xalî me, vala.. ketime di depresyonê re, ku zaroyên doyîn hê nû ji rewşa ha derketine, ma dibêm ne eyb û fedî ye ku tu nikarî ber xwe bidî? ma gidyanoo! jixwe rewş ne ji ber wê bû ku me go ha berxwedan ha berxwedan û mal li xwe şewitand û malik li xwe xerab kir?

mikur têm ku çi qas eciz bim jî ji kurdan hez dikim, hej jê dikim ku bi kul û derdên wan re bijîm, emr kin û elemgirtî be lê bes careke din dernekevim ji xaka xwe yaw, ku rojeke bikaribim vegerim, ez ê êdî hîç jê dernekevim -ji bo ger û geştê jî-

civata tirkan weka ekşîsozlukê ye bi xwedê, heke hevoka wan bi 'amk' dest pê neke nikarin bipeyivin, min bêriya dijmînên 'gedê bajêr' ên amedê kiriye, çêrên ku ji qirikî tê û dilê marivî rehet dike..



27.12.2014 00:57 | ferhenga şikestî

137. îroj du heb nûçe gihîştin min..

a yekê, kurê xalê min

a duyê, hevalekî min î dilsoz û jidil..

serê sibehê dadgeha kurê xalê min bû ku ji 5 sal zêdetir di girtigehê de bû, îro tehliye bû, cara ewil kêfxweş bûm piştre hevalekî min peyamek şiyand û got; xebera te jê tune ye? mi go xêr e çi bû? got sertîp li kobanê şehîd ket... ez kor bûm!

ey xwedê! ma ne bes e?

nizanim çi bikim nizanim çawa bijîm. ..



03.10.2014 01:36 | ferhenga şikestî

134. biskek berê xalê min ê mezin telefonî min kir, 52 sal emrê wî ye, ji min re got ez niha derbasî kobanê bûm êdî venagerim, ji min xatir xwast...

ez ji xwe dipirsim, gelo min çi hîs kir û ez çi hîs dikim, nizanim êdî bi rastî nizanim ji her tiştî eciz bûbûm niha jî..



23.09.2014 10:10 | ferhenga şikestî

133. li kÊfa xwe binêre :-)



26.08.2014 14:11 | ferhenga şikestî

127. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê min ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku biguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê



15.06.2014 13:42 | ferhenga şikestî

126. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku diguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê



15.06.2014 13:41 | ferhenga şikestî

110. biskek berê di rawestgeha taxa gewranê ya ofîsê de rastê wê hatim bi qasî 3 deqe li wê nêriyam lê tirsayam ku herim bêjim merhaba...



23.04.2014 19:59 | ferhenga şikestî

104. madem ceso û xwelî li ser mikur hatin û evîndariya xwe bi me re parve kirin divê ez jî li paş nemînim:-)

ez jî ji endazer û ji nazim tolhildan hez dikim:-)



19.04.2014 23:32 | ferhenga şikestî

100. ez dizanim demekê dirêj e ku tiştên tewşo mewşo dinivîsim baş dizanim. lê çi bikim? dikim nakim ji dilê min nayê ev bajer êdî ji bo min wek dojeh tê ji ber ku westiyam.



14.04.2014 01:20 | ferhenga şikestî

90. carinan hin hevalên me yên ji tirşikê, hin tiştan bi îngîlîzî dinivîsin yaw bi xwedê gelek zora min diçe ji ber ku ji xeynî çend peyvên jiberkirî tiştekî din bi îngîlîzî nizanim lewma fêm jî nakim. divê hevalên me wisa li min neheqî nekin! ez ê heqê xwe helal nekim haa! mesela navê fîlman bi îngîlîzî dinivîsin ez jî dixwazim tevlî wan mijaran bibim lê fêm nakim behsa kîjan fîlm tên kirin. hay ji vê yekê hebin



08.04.2014 01:48 | ferhenga şikestî

78. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. ..



22.03.2014 21:38 | ferhenga şikestî

77. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!!

de bipirsin çima?

yaw yabo dema ez ji heval û derûdora xwe re behsa tirşikê dikim ez eyn gêj dibim yaw. dibêjim ferhenga înteraktîf e, dibêjin ew çi ye, 2 saet qala ferhengê û qala înteraktîfê dikim. bi qeda û bela merama xwe li dû hevudu rêz dikim di dawiya ravekirinê de ji min re dibêjin navê wê çi bû? ez dibêjim tirşik.net e paşê heneka xwe bi min dikin dibêjin em tirşikçî nîn in qaşo henek dikin bi qewlê tirkan 'zavallılar' rebenê xwedê ne dizane ferheng çi ye ne dizane înteraktîf çi ye û bi ser de jî henek û tinaza xwe dike.. bes e bila navê tirşikê bê guhertin ez jî rehet bikim hûn jî:-)



19.03.2014 23:53 | ferhenga şikestî

75. ez gava ji kurdiya xwe sar dibim, dikevim youtubê û stran û klîbên hozan serhad temaşe dikim. dengê wî hêzeke bêhempa dide min hetta dikarim bibêjim ku wek bandora afyonê li ser min pêk tê



16.03.2014 23:37 | ferhenga şikestî

65. ez teknîkerê tendurîstiyê me û min kpss qezenç kir ez ê heta meheke paşê herim dest bi kar bikim lê min stenbol qezenç kir bi xwedê min hê di xewna xwe de jî stenbolê nedîtiye ez nizanim çi bikim ji ameda rengîn ber bi dojeha mirovan wê çawa bibe nizanim.. şeytan dibêje neçe lê bêrika min jî dibêje gûyê ji serê xwe mezintir nexwe û biteqize...



12.03.2014 23:23 | ferhenga şikestî

35. min hê jî fêm nekiriye ku omer dilsoz û dilgeş dilsoz yek in an na?



14.12.2013 01:39 | ferhenga şikestî