Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kemal varol] de;

9. helbestkar û nivîskarê kurd ê tirkînûsekî serketî ye

min hê romanên wî nexwendiye lê min hemû helbestên wî xwendiye û dixwînim..

hemû helbestên xwe di nava pirtûkeke de bi navê bakiye çap kiriye

mariv dema helbestên wî dixwîne pirr baş hîs dike ku, belê, peyv bi tirkî ne lê hest û hîs û mêjî bi kurdî ne...

ez nikarim bêjim ku mixabin bi tirkî dinivîse, ji ber ku heqê nivîsandinê dide û bawer im ku bi kurdî binîvîsanda dê tiştên baş nedihat afirandin divê mariv bandora bişaftinê ji bir neke, çendîn ez û hûn, em nivîskarên kurd neecibînin jî karekî zor giran dikin ew ne barê her kesî ye

min dil û nêt heye ku rojek ji rojan destûr jê bigirim û helbestên wî wergerînim bo kurmancî..

helbesta wî ya herî serketî û xweş (bnr: ayrılık provaları) ye divê mariv ji ber bike



08.11.2014 14:44 | ferhenga şikestî

7. min nêt e ku sibe herim hemû pirtûkên wî bistînim, ger ku bibîn silava xwedê jî lê bidim:-)



27.02.2014 23:00 | ferhenga şikestî

5. Çend meh çend sal jê derbas bû nizanim, min soz dabû ku êdî helbestên tirkî naxwînim lê Kemal Varol ez hetikandim min digot di nava helbestên tirkî de kes li ser murathan nabe lê kemal varol bi hevokên xwe yên birçî û tî ez li çaralî pêçandim...

Kemal Varol ji amedê ye bi tirkî dinivîse lê pirr baş xuya ye ku tirkiya wî tenê qiras e, kesayet bi kurdî ye... ez gêj bûm xwedê tu li min were rehmê û biborîne



26.02.2014 21:27 | ferhenga şikestî