Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin] de;

22. heta çardeh mehê berê jî ez bûm aniha kurekî min î 14 mehî heye û ji roja ku hatye dinyê tu peyveke bi tirkî bi şaşî be jî min jê re bi lev nekiriye. Lê bi xwudê gelek zehmet e lê ya ku zehmet e ne ziman û kurik bixwe ye lê bes qanîkirina rastiya ''ev zarok tirkî fêm nake loma ji kerema xwe bi tirkî jê hez nekin, banga wî nekin'' gelek zehmet e. law her kî dibîne hama dişê bi tirkî jê hez bike lê ez nahêlim. hindek jê dibêjin dev ji kurdî berde siberoj wê di dibistanê de zehmetiyê bikşîne falan û bêvan. çend meh berê jî merivekî min î devbelaş got tu çima bi tirkî pê re naştexilî? mi got kurd e loma. got ma sibê dê ew zehmetiyê bikêşe. mi got tu çend salan zankoyê xwendiye? te li ser perwerdekirin û mezinkirin û terbiyeya zarokan çend sal lîsans xwendine? çend gotar, maqale û kitêb xitim kirine? tu bi çi wesfî dikarî aqilî bidî min?
neyse hevalno aniha baş e lê du sê sal paşê dema xwast derkeve derve ezê çi bikim nizanim çi ku sîteya ku ez lê dijîm min hê neditîye ku zarokek bi kurdî axifiye an civateke zarokan a ku bi kurdî bi hev re listîne, nediye.

her kes dixwaze zarokê wan di dibistanê de têkeve pêşiya zarokên dî. mîna hespan nêzîkî zarokan dibin halbûkî nizanin zarok bi çend zimanan bizanibe mêjiyê wî firehtir dibe, zûtir ji tiştan fêm dike, însanek dikare bîst zimanan jî hîn bibe lê de were û qala zanîstiyê ji vî xelkê jieyarketî re bike..

ji aniha ve min tibabek pirtûkên zarokan jê re dane ser hev. li malê bi pirranî zarok tv vekirî ye, ew êdî ferqa tirkî û kurdî dizane carinan jê re ji youtubê xêzefilmên zarok tvyê vedikim lê te dît carinan ji ber pergala guhertina videoyan a youtubê xêzefîlmeke dî derdikeve, dema tirkî derkeve kumandayê dirêjî min dike dibêje hii hii hii yanê biguherîne babo* bi xwudê gelek şêrin e



24.11.2019 22:09 ~22:33 | ferhenga şikestî

17. li gorî pîvanên hevoksaziya kurmancî, sernav xelet hatiye vekirin.
ger tu kirdeyekjimar bikî tu nikarî pêveberê pirrjimar bikî
ji bo rasttir (bnr: ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin).
loma ezê sernavê biguherînim, ku ez nebêjim moderatorekî dî qet li xwe danaynê û nabêje bo xwudê ev çi îş e?..
neyse



02.02.2017 11:14 | ferhenga şikestî