Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kawa nemir] de;

113. Sal bûye 2020 lê hê jî kawa Nemir bi tometa 'nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye.' tê tawanbarkirin.

Cara ewil di kurmancî de hevok wek 'ti tiştî fahm nake ye' xelas nabe. Yanî ew ye'ya tirsikvên zêde ye.
Ger têgihîştina me ev be jixwe emê bêjin kawa jî nizane çi dibêje.

Te dît ji bo tutunamayanlara oğuz Atay tê gotin 'yek jê kitêba herî zêde tê firotin û yek jê kitêba herî kêm tê xwendin' ez bawer im kitêbên kawa Nemir jî dikevin vê klasmanê. Hama bêje min hemî kitêbên kawa xwendine. Yên dibêjin kurmancîya wî nizanim çik e gelo çend kitêbên wî xwendine?
Ez jî ji wergerên Kawayî fêm nakim lê ew problema kurmancî ye çimkî çand û edeta wergerê hê baş rûneniştiye yani kurmancî baş li wergerê sor nebûye yani kirasa wergerê li kurmancî nayê tefsilandin. Jê re sal û wext divên. Ez Hama bêje ji hemî wergeran eciz im.
Lê hûn bêjin em ji berhemên resen ên Kawayî fêm nakin divê ez vê pirsê bikim; te bi çiqasî kurmancîya xwe edilandiye, kemilandiye? Tu bi çiqasî peyvên gewre yên kurmancî xitim kirine? Çend sal te li ber fêrbûna vî zarî li xwe kirine zilumat?

Ji vir çend sal berê min jî digot ez jê fêm nakim lê dûre min got ez ê hemî kitêbên wî bistînim û bixwînim, gelek li ser xebitîm jî ez ji we re vê yekê bêjim eger Kurdistan ne bindest bûya û zimanê kurdî ne qedexe bûya muhtemelen zimanê kurdî di newala xwe de ber bi kurmancîya kawa nemirî biherikiya. Ferhenga kawa gelek zengîn e. Hama bêje ji hemî devok û zaravayan peyv, bêje û gotin di turika wî de hene.
Kes bila qebheta kêmasî û qusûrên xwe li stûyê kawa Nemirî bar neke

Û ji kerema xwe re dev ji rexneyên klişe û ezberkirî yên panzdeh salan berdin. Ger jê ne kêfxweş bî dikarî jê dûr bî



06.05.2020 23:05 | ferhenga şikestî

91. ma min gotibû zikreşî û çavnebarî wek kirasekî li me hatine tefsilandin?

kawa nemir, nemir e gewre ye şair û wergêrekî serketî ye, ji hevokên wê kurmanciya bîst salên bê difûrin.. lê...

li mijarê binihêrin û li şîroveya jor bixwînin.. hûn ê fêm bikin bê ka ez behsa çi dikim

mafê te heye tu rexneyên bêîman ku li ser kawayî hatine ajotin ber bi pûçbûnê ve daweşînî lê madem ku mijara me kawa ye nexwe çima tu navê kesên dî didî û binavdayînê berrê tîrên xwe yên tûj li wan dizivirînî? çi eleqeya kejê bêmal û kawa nemir pê heye?..

xanim li jor ramana xwe anîtiye zimên, tu jî ramana xwe bihîne zimên ma çima ji bo ku mezinahiya kawayî bisepînî, kesên dî binpê dikî? yanê yên dî nebin kawa nemir nabe nemir?



29.04.2015 20:22 ~22:50 | ferhenga şikestî

77. ''Bi xwêya tenik a beyaniyê re

bi şînî û qetranî hîşyarî darberûyan dibim,

Rehên kûr î agir û alav jiber dikim

û dena xwe dide balindeyên bîra min

Pirsa bi şaxên gewdeyê te yê li ser mêrg û kaniyan ve:

gelo hebe bibînim te pencereya xwe ya çiyayan?''



24.02.2015 20:40 | ferhenga şikestî

59. nivîskar, wergêr û helbeskarekî kurd e ji herêma serhedê ye bi bayê çiyayê agiriyê ji şîr vebûye, piştre jî teşqeleya stenbolê tehmijandiye niha jî li amedê dijî, bi edebiyatê re bi awayekî çalak mijûl e, gelek serê xwe diêşîne, bi qewlê wî di rojê de 15 saet bi wergeran re radibe vê taliyê jî bi wergera ulyssesê re dinê ji xwe re kiriye jehr, tê gotin ku ji aliyê têgihiştinê ve dijwartirîn romana cîhanê ye, ez jî gelek meraq dikim dê çawa û di nava çend salan de xelas bike, di tirkî de jî bi tenÊ zilamekî wergerandiye ji xeynî wî hê kesek destê xwe nepelandiye..

dibêjin gelek kurre ye pozbilind e falan û bewan, çi îşê te pê heye? bila pozbilind be lê tu bi îcraetên wî re eleqedar bibe, yên din derew in

kawa nemir tê fêmkirin an na?

nivîsên di derheqê wî de bi pirranî li ser vê pirsê tên nivîsin. ez bixwe jî carinan difikirim.

lê min pirtûkek wî hê nexwendiye, bi tenê ji vir çar sal berê falan min çend wergerên wî yên ji şekspîrî wergerandibû xwendibû, min pirr tişt jê fêm nekir, ev yek nayê vê wateyê ku nayê fêmkirin ji ber ku kurdiya min kurdiyeke felişîyayî û bişavtî bû (niha jî wisa ye) yanî divê pirsa dî jî ev be; kawa nemir nayê fêmkirin an jî em baş bi kurdî nizanin?

weka ku her kes dizane zimanê kurdî ne zimanê fermî ye û em jî bi zimanê tirkî perwerde bûne, mixabin rastiyeke beloq û êşan e ku zimanê me yê fikirînê, bazarê û jiyanê bi tirkî ye tu çi qas hewl bidî jî bivê nevê ji bin badora tirkî nikarî xelas bibî, belê dibe ku pirr bixwînî jî lê dema nivîsakerê ku tu wî dixwînî jî ketiye di bin bandora zimanên biyanî yên kutana mêjiyên me..

pirr kes dibêje min tu tişt jê fêm nekir, ê bavê min tu hê nikarî bi carekî deh hevokek bi awayê rêkûpêk saz bikî nexwe çênabe ku pirsgrêk di hêşê te de hebe?

zimanê wî piçek nûjen e yanî li gorî têgihîştina xwe, kurmanciya xwe piçek modernîze kiriye, ew bixwe anglo-sakson e* ev ne tiştekî xirab e, ziman bi xebitandinê pêşve diçe gotin û vegotinên berfireh jî weka lastîkeke ku tu vekêşî vedibe, dirêj dibe, jixwe heke qama te kin be nikarî bigihîjî



24.08.2014 00:35 | ferhenga şikestî