Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kevçiyê dil

profîla "kevçiyê dil"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin] de;

314. ji yên wek min re ne tenê 21ê adarê lê her roj newroz e, sibe heta êvarê û êvar heta sibehê guhdarî vê stranê dikim, xwe ser agirê xeyalî re diavêjim, li ber dengê saza nizamettin ariç nikarim cihê xwe de bisekinim*









09.04.2015 04:56 | kevçiyê dil

298. moriarty-cottonflower

cotton flower, yani kulîlka pembû i think.. çi qas navek xweşik û şêrîn e.. zarokatî anî bîra min.. wî çaxî em biçûk bûn, ji ku bi dest me diket tam nayê bîra min lê me tovikên pembû dixwar, ta'ma wan jî zehf xweşa min diçû.. pêşiya çend heyva wextê ji bo piştgiriya berxwedana rojava em çûyî pîrsûsê ez rastî zeviya pembû hatim û min dîsa ew tovik xwarin, lê min ti jê fêhm nekir... dibe ku mezin bûn ta'ma devê min jî tê de çi keyf û zevk hebe ji min distîne...*







01.04.2015 06:34 ~06:35 | kevçiyê dil

211. mehmet atli stranek tirkî xwendiye, dibem qey di albuma nû de ye, pir û pir şêrîn e,

dibeje;

karanfil eker misin canan oy,

bu aşkı çeker misin canan oy,

bana ettiklerini canan oy,

sen olsan çeker misin canan oy..



https://soundcloud.com/egzopotamya/mehmet-atli-karanfil-eker-misin



01.06.2014 00:33 | kevçiyê dil

193. ev du roj in qehr û aramî, ken û girî destpêk û dawiya jiyanê tevlihev in, carinan dibejim piştî mitirb û qereçiyan, ji bilî kurdan hestên tu netewe din ev qas li hev nakevin.

xwedê kir, muzîka me jî heye, hinek bêhna me fireh e*

joussour group - werin dîlanê esmer





12.05.2014 01:18 | kevçiyê dil

184. yildiz tilbe; karpuz getir yiyeyim

hê du heyv mane ku em şebeş bixwin, lê nizanim heta hingî çawa hedara minê were,



neysa; kurmanciya vê stranê jî leylo leylo ziravê ye



27.04.2014 07:41 | kevçiyê dil

182. hîvron;ji dil

ne tenê vêga, ev du heftî ne guhdar dikim jê têr nabim.



23.04.2014 22:32 | kevçiyê dil

164. omer dizeyî stranek bi navê kürt kızı(geline bak geline) xwendiye; muzika vê stranê pir û pir li ser strana nesrîn ya ciwan haco ve diçe, min fêhm nekir kîjan ji kîjanê hatiye copy-paste kirin, hema ev nîv saet e guhdarî va herdu strana dikim*



26.03.2014 08:23 | kevçiyê dil

160. eyaz yûsiv zaxoyî; bes xwe giran ke



tu xwe dixemilînî lewenDi bi şala mêrdînê

cot keziya berdî reşmar in li ser milê zînê*



20.03.2014 03:16 | kevçiyê dil

140. ji stranbêja maroken amîna alaoui; strana hija mia *

va pêla stranên andelo-sefardic pir bala min dikşînin.



06.03.2014 02:21 | kevçiyê dil

124. marjan farsad_ delam tange porteghale man

bi qewlê şekspîr; ger muzîk xwarina evînê be; lêdin, guhdarkin



24.02.2014 00:20 | kevçiyê dil

120. niaz nawab - raft o gozash

bêhna bilbizêka ji vî dengî tê.



22.02.2014 03:56 | kevçiyê dil