Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

187. dear rojnivîsk,

van rojan ya herî nebextewar ez im, bawerkem. sibe dibe hefteyek ku delalîkê ber dilê min çûye..
di destpêkê de mirov jê bawer nake, yanî çawa dikare xelas bibe filan, dibêje qey xewnek e, anjî xeletîyek heye û wê di demeke nêz de sererast bibe. Lê paşê dibîne ku naye, venegare, paşê dibîne ku tu tişt ne wek berê ye.

Lê dema ku dibînî yê hember jî li gorî xwe mafdar e, vê carê mirov zêdetir xemgîn dibe, û wek ku garantîya nevegerîne hatibe dayîn hîs dike, wilo şepirze, wilo xwedêjêstendî, wilo tenê, wilo xembar...

Mirov li ber xeyalên xwe dikeve, li ber pêşeroja ku wê bi hevra bihata jiyîn dikeve... her ku were bîrê hêstir jî xwe wilo hêdîka berdidin xwarê. ji dîtina tiştên ku wî tînin bîra min aciz nabim, lê yezdan jî nizane ku ez van rojan çiqas van xemgîn im. tu tişt ji dilê min nayê. hema ketime pey xelaskirina rojê..

mesela sibe dersa min a xwendina çîrokên Puşkîn heye, lê ev jî min bextewar nake. heke em bi hev re bûna, min ev nûçeya dersê rasterast jê re bigota..

Lê zanim her ku diçe êş kêmtir dibe, wê xelas jî bibe.
Lê dîsa jî mirov nikare xwe ji liberketinê xelas bike.

carna bes e dibêjim,heyfa xemgînîya te,,
lê nabe ha!



21.02.2020 01:39 ~01:41 | gulêê

179. doh gelek dereng raketim, saet çar bû nizam, paşê sibehê dereng mam dersa Erebî, neçûm.
Piştî Erebî Rûsî hebû. ez jî berîya dersa Rûsî çûm Zanîngehê û ji xwe ra li wir spartekên xwe çêkirin. Lê rewşa min qet nebaş bû, hem ji bêxewîyê hem jî ji ber sermaya Mosko ez nexweş im van rojan. îro rewşa min xerabtir bû. Piştî dersa Rusî çûm restoraneke vîetnamîyan û li wir xwarineke bi navê kon ga xwar. pirinc û tirşik kiribûn senîkekî da û danîne ber min. Ya ecêb di tirşikê da ananas jî hebûn, kelek dabûn ananasan û kiriBûn nav tirşikê. Piştî xwarinê min cixareyek pêça û li ser rêya metroYê kişand. Di metroyê di ji xwe pirtûka helîm yûsiv xwend. Paşê hatim malê, ketim nav cihan, min nav ciha da xwe bir û anî lê xewa min nehat :(



25.11.2019 20:27 | gulêê

174. rojnivîska biqedr,

piştî du roja diçim axa pîroz, Midyadê...
Gelekî bextewar im, ez ê bavê xwe jî bibînim, ew jî li gund e, îro diçim ji wî re diyariyeke bikirim, Zanim êdî mezin bûme û nikarim destvala herim dîtina bavê xwe,,
ez ê ji ciya xwe re jî kirim lê belkî wê nebînim, ji ber ku ew hê li Stembolê ye. te dî belkî hat, ne diyar e,, lê zanim gelekî bêriya min kiriye...
Min jî gelekî bêriya wan kiriye...



20.04.2019 17:35 ~17:41 | gulêê

172. îro li gorî saet yazdehê Moskovayê bi kesekî û ez nas nakim ra dersa min a skype hebû, heke hûn bibêjin hûn çawa hev nas dikin ez ji we re bêjim, hesabekî min î instagramê heye ku ez li wir hewl didim ku Kurdî hîn bikim, gelek aktîf nebe jî car carana bikartînim. Rojekî kesekî bi navê Jwan Mella ji min ra peyam şand û got, - bi inglîzÎ- gelo tu dikarî zêdetir parvekirinan bikî, ez gelek dixwazim Kurdî hîn bibim, min jî got ser sera, ser çavan heke tu bixwazî em dikarin ser skype hev bibînin û ez alîkariya te bikim. û me îro hev dît.

Jwan Mella, zilamekî 40 sal î, zewicî, bavê lawikekî 6 mehî ku navê wî Dilovan e.
Dema ku min got ez ji MêrDînê me, gelekî bextewar Bû û got malbata diya min jî ji Mêrdînê ye, û malbata bavê min ji diyarbekirê ye. bêriya çand salan ji Şamê çûnê Londrayê û êdî ji xwa ra dibêjin Londrayî :/
Min dît ku mêrik hinekî Kurdî zane, hebekî xebitî ye lê ji ber bê pratîkbûnê nikare biaxive. û malbata wan jî her bi wan re inglîzî xeber daye :/

45 deqqe dersê berdewam kir paşê min got em li vir bisekinin, û heke tu bixwazî em dikarin hefteyê du caran hev bibînin û ez alîkariya te bikim. Gelekî bextewar bû, got ez çawa dikarim haqê te bidim, min jî go ''hewl bide ku kurê xwe hînî Kurdî bike''
Piştî vê gotina min em her du jî gelekî hestiyar bûn :((

Wî jî got jixwe ez ji ber wî dixwazim Kurdî hîn bibim.
Ez naxwazim ew wek min bibe...



01.04.2019 23:56 ~2019.04.02 00:02 | gulêê

168. rojnivîska delal, ez îro gelekî xemgîn im :(
Ka çima xemgîn im ji te re bêjim, roja seftê daweta xweha min heye. Min di destpêkê de gotibû ez nikarim bêm, ji ber jixwe bêriya sê heftiyan vegeriyma filan. Paşê mi ji van re negot lê, min biryar da ku ez suprîzekê bikim û li daweta xweha xwe de li ba wê bim, ji ber ku piştî dawetê diçe mala zava, Ispartayê. Welhasil min bilêt kirî bêriya du hefteyan. lê diviyabû min pasaporta xwe dabana zanîngehê ku ji bo somestra bê dirêj bikin. Min piştî hin teşqeleyan pasaport da, heta îro jî nehatiye ji qonsolosluqê. û bilêt jî ji bo siba bû :( wiloo xwezî çûbama.



28.11.2018 16:52 ~16:53 | gulêê

144. Berîya hefteyekê ji min re telefonek hat û gotin Kargoya we heye divê hûn bên postê. Erê, di dawiyê de, axir, mala xwedê ava be ku pirtûka min hatibû. Pirtûka Hinar Dawî ya dinyayê.
Îro jî çûm postê û bi wê numreya ku wan dabû min Kargoya xwe stend. Erê, li xurbetiyê, min kargoya xwe ya yekem jî girtibû. Çawa bextewar bûm çawa. Û divê li vir tişteke din jî bibêjim ku ev pirtûk ji alîye camêrekî tirşikê hat şandin. Ew jixwe xwe dizane. Mala te ava!



22.02.2018 16:17 | gulêê

143. Îro bû hîvdeh roj ku ez bi mielmên xwe re li Midyadê me û li gundan digerim, gundê ku suryan lê dijin, û em li ser zimanê wan lêkolînê dikin.
Bi avayekê mijar tê ser komkujiya 1915an, Suryan jê re dibêjin ferman, seyfo -seyfo di zimanê suryankî de tê wateya şûr-. Jixwe kengê mielmên min ji wan re bêjin Gulê jî ji vira ye. Nêrîna wan diguherê, û ez barekî giran ser milê xwe hîs dikim. Dema ku dibêjin Misilmanan Suryan kuştin, bi tilîka xwe min nÎŞAN DİDİN. wEK KU hemû kes ji aliyên min ve hatibe kuştin. Ev tişt li Ermenîstanê jî hatibû serê min.
Di hemberî rewşeke wulo de, divê mirov çi bike nizanim?
Lê ez wî çaxî dixwazim bikevim binê erdê.



20.01.2018 11:53 ~2018.01.21 08:58 | gulêê

137. Berîya çûyîna Kurdistanê, min go ca ez herim li kolana herî navdar a Moskovayê a bi navê Арбат piçekî dem derbas bikim.
Geriyam û westiyam jixwe hewa pir jî sar bû. Ketim dikaneke xwarinê ku doner çêdikin. Dema ketim hundir dengê strana Rafet El Roman "yalancı şahidim" dihat. Ecêb hîs kir ya bi rastî.

Piştî xwarina donerê, min dît ku wek şîranî pexlewe heye. Min go ca tehma wê binêrim. Û min ferq kir ku xebatkarekî vira pir dişibe kurda wisa reşik e yanî haaa!!
Çûm ber bi dezgeh ve wek ku li şîraniyan binêrim. Paşê ew lawik hat û got fermo hûn çi dixwazin. Min jî lê nêrî û pirsî, tu kurdî zanî? Ecêb mabû, got a erê, berdewam kir tu çi dixwazî? min go ca çakî û peklewe bide min. Û vegeriyam cihê xwe.
Piştî demekê di destê wî de caydankekî piçûk û sênîka pexlewe hat. Firax danîn ser masê, li min nêrî û dest bi pirsîna pirsan kir. Tu ji ku derê yî? Te çawa zanibû vira cihê kurda ye? Tu li vir çi dikî? Va bû ku çiqas ku tu li van dera yî? Û wek pirsa dawî, navê te çi ye?
Min bersiva hemû pirsan da. Û wek bersiva dawî min go navê min Gulê ye. Bi dîtina min bextewar bûbû û ez jî hîn bûbûm ku navê wî Hiseyn e û ji Agirî ye.
Û beriya vegerê got, ger tiştek lazim bibe, bêje



01.01.2018 17:22 | gulêê

133. îro ji bo dersên zimanê Rûskî bi polê re ketim dersê, -ji ber ku ez dereng hatim Moskovayê, ji bo demeke bo ku bigihîjim polê mamosteyeke dersên yek û yek dida min.
Di pola min de, sê Koreyî, Çîniyek û Fransizek heye. Dema ku min axaftina Koreyiyan bihîst ji dilê xwe got eV FEQÎRÊ cİnorek ÇAWA VAN DENGAN DERDİXÎNE. Dibe ku zehmet be. Ji nav wan koreyiyan tenê yek biçekî îngîlîzkî dizane, ên din re çat û pat Rûskî xeber didim. Mamosteya me jî jinikeke xweşik e, îngilîzî baş nizane, ev tişteke baş e. Ji bo ku em peyveke fêm bikin gelek mînakan dide. Ca em ê binêrin çi dibe çi nabe...



04.12.2017 19:08 | gulêê

132. Piştî jiyîna bi 3 zarok, 2 pisîk û kuçikekî re min ferq kir û heyatê de nikarim di mala xwe de kuçikekî xwedî bikim. Yaew tu derî vedikî, dikevî hundir kuçik kurê kuçika xwe dibavêjê ser te. Erê zanim, hij dike le qurbana te ka ji bin piyan here. û tu piçekî rû bidî har dibe, ev çi yaew. Her dem yek li bin qûna te, te bêhn dike. Qet ne xweş e hilmi bunu beğenmedi.
Ma pisîk wisa ne, qet yalaqalixê nakin, jiyana xwe dinêrin. Tu dixwazî wan hij bike ew rû nadin te. Tenê çaXÊ xwarina xwe sÊ çar miyawan derdixin wekî din tu tişt ne xema wan e.

Hûn ê bibêjin mirovên normal rojnivîskên xwe êvaran dinivîsan, kula te çi ye? serê sibehê dinivîsî.
Ez ê jî bibêjim welle ji derdê vê xewê jiyana min serûbino bû.



28.11.2017 10:03 | gulêê

129. seftek ji seftan, dîsa dereng şiyar bûme. Her çiqas êvarê bibêjim ez ê sibê zû biçim pirtûkxane jî -lanet li çavê şeytan- ez nikarim zû rabim. Çaxê ku şiyar bûm, bûbû nîvro. Avek li serê xwe kir, ji xwe re hêk qeland. Hin fêkî avêt çentê xwe û min rêya pirtûkxane girt.



25.11.2017 16:00 ~18:05 | gulêê

122. dîsa li ser skype, dîsa dûr.
Çavên xurbetiyê kor bin.



05.11.2017 01:18 | gulêê