Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xaçapurî] de;

1. navê xwarineke navdar a gurcîyan e. Bila pîdê were hişê we, pîdeyekî piçkî qelew bifikirin, di nîvî de jî penîr heye, bi tehma xwa tişibe penîrê qaşarê. û li ser penîr jî hêkek şikandine.
Dema ku ev pîdê hat ber min, hevalê min Hayk ji min re got, anha çetel û kêr ji bîr bike û dest bi xwarina destan bike. Ji kevrîka nên qetekî jê ke û li nav penîr û hêka ortê bixe. Min wilo kir, bi rastî jî xweş bû.
Piştî van xwarinên Rûsan ê bê tehm ev pîde zehf xweş hat *



12.02.2018 17:29 | gulêê