Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîrozkirina roja jinên kedkar ên cîhanê li moskovayê] de;

1. ya bi rastî pîrozkirineke wisa teybet tunebû *
Welhasil, me ji beriya du hefteya zanîbû ku roja 8 û 9ê Adarê betlane ye, ders mers tune ne. yanî pêncşem, în, şemî û yekşem, ders tune ne, hobaaa! Sibeha 8ê Adarê hevala min Naheedê - kurmanceke îranê- peyam avêt, go, were em piçekî derkevin ka li Mosko çawa tê pîroz kirin. ME li he kir, saet 12an em ê li metroya Kurskya hev bibînin. Saet bû 12, ez li hundirê metroya Kurskaya me. Lê tiştek heye kû Kurskya rawestgeha guhERÎNE YE YANÎ bi eslê xwe du Kurskaya hene * Ez çûm cihekî wê Naheed peya bibe disekinim, li benda wê me, na, Naheed xuya nake. Min go belkî wê jî wek min kiribe û hatibe cihe ku ez peya bûme. Naa! Ew jî na. Hûn ê bêjin gêjê ma hûn telefonê bikarnayînin, welle bikartînin lê ez qontor bar nakim, yanî divê ew li min bigere. Welhasil me piştî 35 deqqeyan hev dît. Bextê 8ê adarê tav heye. Me got em biçin meydana sor. Dixwazim tiştekî bêjim ku li Mosko di rojên betlaneyê de tişteke xweş jî metroyên vala ne * Di rê de, wek rojeke rojane, li derdorê çi polîs, çi mitîng, çi jinên femînîst, tu tişt. Tenê li derdorê hin ciwan hene ku bi rûyê kên kulîlkan dirêjî jinan dikin. û dibêjin eyda we pîroz be.
û li hin kolanan jî hin muzikjên konserê didin.
Yaw çi ji rojeke rojane bû ev roja jinên ên kedkar ên cîhanê.
Ma rast e li Mosko ji bo jinan her tişt ewqas baş e, mikemmel e??
Lê tiştek heye ku dizanim polîsên vira pîç in.
êvARÎ hatim mala xwe, peyama putîn ya pîrozkirinê guhdarî kir, çeqelo bi helbesteke pîroz dikir.
paşê wêneyê 8ê adarê ê Stembolê dît, min go xwezî...



09.03.2018 23:16 | gulêê