Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zayenda peyva tişt] de;

22. mijara ku giringiya otorîteyeke rêzimanî ji tirşikê re anî bîra me. bi ya min be, bila di mijarên wisa de çend kes hebin ku em bikarin ji wan bipirsin yana ev mijar nayên girtin.

(bnr: kîjan ker)



15.09.2015 23:56 | dijber

17. qertafa zayendê ya ku min nû bihîst û dizanim tiştekî wisa tune ye, lê bila wisa be, veqetandek an qertafa diyariyê anku bi gotineke din tewang ji xwe mêjer û zayenda navdêrî nîşan didin lê hinek kes dibêjin "vî tiştî" û hinek dibêjin" vê tiştê" lew herdû jî rast in.

(bnr: qertafa zayendê çi ye)

(bnr: aqilê sivik barê giran*)

(bnr: kesên xwe zimannas dihesibînin)



15.09.2015 22:40 ~22:42 | dijber


11. Meseleya ku mirov nikare bibêje ev rast e yan ev şaş e! Ji ber rêbaza zayendê di kurmancÎ de tune, rastî û şaşiya zayendên navdêran li gorî bikaranîna wan tê pejirandin, anku eger heman peyvê li hin deveran mê be û li hinan nêr be, nêtar tê pejirandin.

Binerin şirnexî wek mê dibêjin, mêrdînî wek nêr dibêjin lew herdû rast in.

(bnr: kurd çi serhişk in)

(bnr: por nêr e yan mê ye)

(bnr: nezanên kurdan serhişktir in)



15.09.2015 19:05 | dijber

7. (bnr: tişt ne cînavk e)mixabin heval tişt wek cînavkê dihesibînin. Wê tiştê yan wî tiştî bîne, her kes li gorî devoka xwe dibêje û herdû jî rast in.



15.09.2015 17:16 | dijber

1. ew jî meseleyeke tevlihev e û gelek kes dibêjin "tişta min" wek ku gelek kes dibêjin "tiştê min" anku niha herdû jî tên qebûlkirin.



15.09.2015 12:18 | dijber