Tirşik - Profîl
tirşik-profîla karmatî

profîla "karmatî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guftûgoya mela û feqi] de;

1. guftên melê:

Awirên cotê belek berqek ji semawatê

Xurîdê çerxa felek hatiye nêv mîratê

Însan e bi sûret melek ya hûrî ye di cennatê



Awirên wan çavên cot yên reş û belek mîna ne biruskeke esmanan, ruyê wê jî mîna ye wê eyneya ku roj tê de diavêje. Çendî ku ew li şeklê mirovan e jî lê bi rastî yan ew ferişte ye (melaîket e) yan jî horiyek ji yên bihuştê ye.



guftên feqî:

Hûrî ku têk cema bin perî hem di wê gavê

Hemû di rengçira bin nêzîkî şems û tavê

Ji şerma xuya nabin ji husna wê gulbavê



Ger ku temamê horî û periyan bicivin ser hev jî dîsa dê delaliya wan tevan li ber ya wê bibe weke şewqa çiraya ber rojê, ew ji şerma xuya nabin û nikarin xwe bidin ber sipehîtiya wê xwunçegulê.



guftên melê:

Wan şerm e ji dêmê zerî eqreban derb li dil dan

Xurşîd û mah, Muşterî, pêrw di muqabil dan

Însan bi şikil perî yan hûrî ye sûret wîldan



Ew li ber wan dêmên zêrîn yên dildarê ku keziyên wê weke dûpişkan bi dil ve didin şerm dikin û ne bes weke wê çiraya ber tavê tenê lê herweha weke ya ku li ber roj, hîv, stêra bercîs (muşterî) û pêrwê (perwînê) pêk ve be, rohniya xwe hunda dike. Şiklê wê bi xwe yê mirovan e lê cisnê wê yan yê periyan e yan jî horiyeke weke zarûkekî bihuştê paqij î safî ye.



guftên feqî:

Pêrw yeqîn ku xal in di ‘iqda Sureyyayê

Du roj û du hîlal in li dêmê wê Leylayê

Bêwesf û bêmîsal in di remza şekerxayê



Diyar e ku Stêra pêrw xalên gerdena stêra Sureyayê (perwînê) ne yanî herdu yek in û birû û çavên wê jî weke du roj û du hîvên ser ruyê Leylayê ne, ew bi xwe jî li ber nîşanên wê şekerrêjê bêpesin û bêhempa dimînin.



Guftên Melê:

Bi remz û guft û surran nebatê ew dirêjin

‘Îşweyên le’l û durran lu’lu’ şeker dibêjin

Xedengên di awiran aşiqan dibirêjin



Ew şeng bi îşaret, gotin û dilkêşiya (cazîbeya) xwe şekirê nebatê dirêjin, bi naz û gamzeyên lêvên sor yên weke duran şekirên mirarî dibêjin û bi awirên çavên xwe yên weke tîran jî evîndaran dibirêjin.



Guftên Feqî:

Aşiqên leb û lêvan şabaş e ji Xwedê ra

Selwaya bih û sêvan belgên ji zîv û zêra

Heram in xew di şêva li kesê muhbet vêra



Evîndarên dev û lêvan ji Xwedê re şabaşê dikin. Vêca berên bejna dildarê ya weke dara hêvrizê ku pelên wê ji zîv û zêr in, dêmên rengsêv û rengbiyok in û ji xwe ew kesê ku dildareke wî hebe bi şevan xew lê diherime û xew nakeve çavên wî.



Guftên Melê:

Kesê ku êk divêtin methiye bi ulfetê

Şevan ku xew nayêtin ji tîra muhebbetê

Aşiq li pê û têtin ji cezb û ji firqetê



Ew kesê ku dil girtibe û bi agirê hogiriyê şewitibe, ji ber jana tîra evînê bi şevan xewa wî nayê û ji ber dilkêşiya dildarê û tirsa cudahiyê jê her li pey wê ye û ber pê ve diçe.



Guftên Feqî:

Firaq têk hîrqet e, beîd e ji xeyalê

Tutak e bi zehmet e bulbil ji ber cemalê

Goyîn qet xew nakete ku dûr e ji wîsalê



Cudahiya ji dildarê bi xwe şewat e û ji xeyalê jî dûr e yanî mirov naxwaze xeyal jî bike, çiku xeyala wê jî janê dide dil û wî dişewitîne. Evîndar bi xwe weke bulbilê ku li pêşberî gulê ye ew jî gava li hemberî dildara xwe ye ji tirsa cihêbûnê mîna tûtakê (bûm) di ezyetê de ye û weke goyina (pepûka) ku ji dildarê xwe qetiyaye her dike nalenal û heya sibê xew nakeve çavên wê.



Guftên Melê:

Zehmet bi min wîsal e aşiq ji ber cezbeyê

Lew têt bi derd û hal e ji berqa wê şe’şe’ê

Dema ku têt şemal e nezer di perwaneyê



Li cem min ya herî zehmet gihîştina yarê ye çiku hingê tîrêjên biruskê yên ku ji ber evîna dildarê tên, evûndarî bi ber xwe ve dikşînin û wî mîna perwenaya (xecxecoka) ber rohniya mom û findê dixin hal û derdekî.



Guftên Feqî:

Perwane lew dimirit xweş nîye ew bi jînê

Zeîf e xwo nagirit tîj e berqa evînê

Bi perdê nasebirit perde kemala dînê



Ji xwe ji ber vê dîtinê ye ku dilê perwaneyê bi jiyanê ne xweş dibe, biruska evînê jî welê tuj e ku çiqas diçe ew ji ber qels dibe, xwe li ber ranagire û paşî dimire. Ji xwe ji ber ku perde bi xwe tevayiya dîtinê ye sebr û tebata wê li ber perdeyê jî nayê.



Guftên Melê:

Perwane lew disojit ji lem’eya cezbatê

Feda kirin umr û jîn di keşfa subuhatê

Ku da ji nû ve bijî baqî bit di heyatê



Ji ber vê yekê ye ku perwaneyê xwe bi tîrêjên dilberkêşiyê şewitandiye û jiyan û temenê xwe di lêgerîna munezzehiya (pakiya) Xwedê de daye da weku bi dîtina zatê wî re ji nû ve vejî û têkeve jiyana xwe ya herheyî.



Guftên Feqî:

Heyat bi min her wesl e du Lat ger bibin Latek

Mirad bi xwe her esl e têk bibine sîfatek

Ji hev êk nêne fesl e wahid bimînit zatek

Jiyan li cem min bi xwe gihîştina dildarê ye bê weku herdu senemên Lat bibin yek yanî ku “wehdet elwucûd” çêbibe, vêca ev jî ji xwe daxwaziya bingehîn e ku yekbûna bi taybetnavê Xwedê re ye yanî ku mirov “fena fîllah” bibe. Ger çi zatê wî bi xwe bi tenê jî dimîne lê dîsa ew piştî wê “fena fîlah”tî û “wehdet elwucûd”ê ji hev nabin cuda û ji xwe ev cûre perestin jî ji me re ya sereke ye.



Guftên Melê:

Wahid zatek ferd e tecella di wan sîfatan

Le’lên di dil nezer de li cumlê te’yînatan

Tewehhum bûye perde bi îsmê But û Latan



Yê bi tenê ku Xwedê ye, zatekî tek e, ku di diyardariyên (sîfatên) xwe de li ber çavên me eşkere dibe. Her çi tiştê ku aniye pêşberî çavên me, ji mer re diyar kiriye û xistiye dilên me ew bi xwe tê de ye, lê xeyaleke mîna perdeyekê katiye ber çavên me em bi tenê wê dibînin. Ji xwe senemperest bi xwe jî gava li ser navê But û Latan jî îbadet dikin dîsa navê Xwedê tê de heye.



Guftên Feqî:

Lat sûretek heqq e ji esmaêt heqanî

Li bal min muheqqeq e di nêv keşfa subhanî

Lahût e her mutleq e di nasûta însanî



Xwedê ji min re eseyî diyar kiriye ku Lat bi xwe yek ji navê Xwedê ye û wêneyê wî jî lê kişandî ye;

ji xwe yektayiya pakiya misoger ya xwedayî jî di madeya mirovî de her diyar e.



Guftên Melê:

Însan bi min nasût e, gewher di nêv sedefê

Ji alema ceberût e, şems hatiye şerefê

Tenezzul ji lahût e, mehbûb e cam di kefê



Bi ya min mirov bi xwe madeyeke mirarî (sedefî) ye lê cewherê di wî laşê mirarî de her Xwedê ye, bêguman ji ber wê desthilatdariya zanistiya Xwedê ye ku rojê tîrêjên xwe avêtine ser ruyê cîhanê û her ew pakiya xwedayî ye ku mîna badeyê di piyaleya di destê dildarê de xwe dinumîne.



Guftên Feqî:

Kefa ku kûzî tas tê, nazik û sipî zend in

Cama meya xas tê, binêrin talib çend in!

Vexwin ji destê rastê bi medhan mehbûb xwendin



Li wê kefa destê dildarê ya nazik î çengsipî ku şerbik tê de ye û piyaleya şeraba nabî (xas) li ser digerîne û dibêje: “fermo ji destê rastê ve bigirin û vexwin” çawa ku Xwedê jî di Quranê de pesnê wan da ye û ew bi “hevalê destê rastê” bi nav kirine, binihêrin bê çend daxwazkarê wê hene û çawa jê vedixwin ta ku pê serxweş dibin.



Guftên Melê:

Wesfên di mehbûban li daxêt kul heyat in

Qût e ji bo qulûban gulav û qend nebat in

Ji naxmeya medha xûban aşiq ji ber di cezb in



Diyardêrên (sîfetên) dildaran ji birînên kul re derman in û jiyanê didin wan, ew ji dilan re jî weke qûtê jiyanê, şerbeta hekîman û şekirê nebatê ne. Evîndar bi xwe jî ji ber loriyên (awazên) pesnên bedewan timî di cezb û kefteleftê de ne.



Guftên Feqî:

Aşiq bi wesf û medhan di fîraqê disebrî

Nesîm bêt ji wan terhan bulbil xwe hê bigrî

Xwûn dê derbit ji cerhan dê bi daxên kul bimrî



Heçî dildar in ew sebra xwe bi pesn û diyardêrên yara xwe tînin, lê ez nizanim gelo gava ew yara xwe jî bibînin dê ew mîna wî bulbilê ku bayê nesîm bihna terhên gulan jê re aniye hingê jî xwe ragirin yan na? Bi ya min dê hingê ji birînên wan xwîn der bibin û ew dê bi wan birînên kul bimirin.



Guftên Melê:

Bulbilên wê gulşenê ji ezel her dibêjin

Ta ebed ji madenê gewheran da birêjin

Herfek ji wesfan tinê alem têk naberêjin



Bulbilên wî xazbaxçeyê gulan ji destpêkê ve her û her pesnê delaliya wî didin û heya hebe jî dê bi baran pesnên gewherîn birêjin, lê ne ew tenê belkî cîhan hemû bibe yek û bi wan re pesin bide jî dîsa hê bi qasî yek herfek ji diyardêrên Xwedê nayê gotin.



Guftên Feqî:

Cema kin têk alemê hemiyan bi ustad kin

Herf ji lewhê qîdemê bi şerh û bi sewda kin

Naête ber qelemê behran er bi mîdad kin



Ger ku temamê cîhanê bidin hev û bi mamosteyan hemiyan perewrde bikin, bi wan herfên ser lewheya qedîmî (kevnare) tev binivîsin û pê şirove bikin, herweha deryayan jî giş bikin hibir û pê binivîsin, dîsa pesn û wesfê Xwedê nayê ber xameyê û bi tevayî nayê nivîsîn.



Guftên Melê:

Nesrîn û gul tebeqek seher ji baxê gulan

Ji nesterîn wereqek bes e me sahib dilan

‘Urfexwahî sebeqek çêtir ji sed sicilan



Her seher derdanek (selikek) nesrîn û gul ji baxçeyê gulan tên çinîn, lê ji bo kesên dilgirtî yên weke me pelek ji kulîlka nesterînê jî besî wan e, herweha nasîna mezinahiya Xwedê berî herkesî ji me re yek carekê jî diyar bibe ji sed barê kitêban çêtir e.



Guftên Feqî:

Ehsen ji tu sebeqan qelem ji qend û nebatê

Li sehîfeya wereqan dirêjit ava heyatê

Dest bi dest ji tebeqan melek têne cennatê



Tu qenctirîn pêşwer î ku qelema te ya ku ji qend û şekirê nebatê ye, ava jiyanê dirijîne ser rûpelên kaxezê û ferişte (melaîket) jî qefle bi qefle ji bo dîtina wan tên buhiştê.



Guftên Melê:

Nefesa te ji enber e, zubad û miskê dirêjin

Çi şax û neyşeker e, nebat û qendê dirêjin

Nuqta te xwo gewher e, sed bar gewher dirêjin



Bihna te yan jî nivîsa te enbera bihnxweş e, ew zebad û miskê direşînin der û dorên xwe, çi şaxekî weke qamîşê şekir e ku qend û şekirê dilêşê dirêjin; vêca heçî nuqteya te yan jî gotara te bi xwe gewher e û bi sed baran gewher dirêje.



Guftên Feqî:

Gul im di destê xaran îsmê Muhemmed navim

Bulbil im di gulzaran, ji eşqê lew zirav im

Di remza mihirdaran tu roj î ez hetav im



Ez gulek im di nav desteyek dirî de, navê min Muhemmed e, di baxçeyên gulan de ez weke bulbil ji ber evîna gulê qels û zermihî me, di nav koma evîndaran de tu roj bi xwe yî û ez jî hê tava wê me.



Guftên Melê:

Dûr im ji gulêt bi xunav e lew zerê şubhet bih im

Sosina ‘ereq ji telav e di firqetê dibirjihim

Îro ji mihirdaran tu hetav î ez sih im



Ez ji gulên bi xunav dûr ketime û a ji ber vê ye jî ku ez weke biyokê zer bûme, heçî xwîdana sosinan bi xwe şebnem e (aviya serê sibê ya ser pelan e) û ji ber cudahiya ji wê ye jî ku ez dibirijim. Ji xwe vê gavê di nav koma evîndaran de ger tu tav bî ez jî hê sih im.



Guftên Feqî:

Birîndarê eşqê me dûr im ji siha bihan

Zanin meddahê kê me di hezar û yek û sihan

Senaxwahê Melê me li hemû erd û cihan



Ji xwe ez ji ber derba evînê birîndar im û tu carî nagihîjim siya biyokan jî, herkes dizane ku ez di sala hezar û sih û yekan (1031/1621) de pesindarê kê me; bêguman li her cihî û li her erda xwedê ez spaskarê Melê me.



Guftên Melê:

Çendî ku dikizihim, dikêşim sebr û xêrê

Şubhetê çeng û jih im, hîlak ji derba tîrê

Senaxwahê Feqîh im îro ke di Cizîrê



Çendî ku digazinim û qîreqîr jî dikim lê dîsa pê re saman û xîretê jî dikişînim, çiku ez ji ber derba tîra evînê weke aletê muzîkê yê çengê xwar bûme û weke têlê jî lê hatime pêçan; digel vê jî dîsa ez îro li Cizîrê pesindar û sipaskarê feqih im.



10.12.2013 07:45 | karmatî