Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bagurdan

profîla "bagurdan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilawer zeraq] de;

7. Xudan esaleteka mezin e. ji dûrva dişibihe MArlon Brando. lê nizam ji nêzva şibî kê ye. Hin dibêjin Batman ew e hin jî dibêjin qere şovalye ew e, belê ez hind zanim ku afirînerê mezintirîn qeratekterêt çîrokî ye. mînak: Hogir. dibêjin di zimanêt ecnebî da jî çend roman nivîsandine bi navekî din. belê ji ber ko li hîvya encama serkeftina wan e anha dengê xwe dernaxe û roja ku ew pertûk bûn berendamê xelata nobelê dê derkeve meydanê. hevalêt jorê gotiyne ko diçe qorsa inglîzî, naxwe gelek gelek zîrek bûye, çimkî min bi xwe jî gelek caran dîtiye ko di nivîsên xwe da maneya hin peyvan di nav parantêzê da bi inglîzî nivîsîbû, xuya ye ji nha da amadekariya xwe dike bo axaftina nobelê ku tê da maneya peyvên inglîzî di nav parantêzê da bi kurdî binvîse. bi qenaeta min diyariyeka edebiyata kurdî ye ji dinyayê ra. berê gelek wêneyên xwe diweşandin li ser netê, hin gotînên ferdi tayfurkî jî belê ji mêj va ye nema têt sehkirin. dibêjin berê ne weko hevalêt tirşikê goytî serhişk û cirnexweş bûye, lê paş ko yekî bêhemdî jê ra goytiye serê pozka sola te xwar e exlaqê wî guhoriye, kumê reş daye serê xwe di bin çavan ra li insanan dinhêre. dibêjin serÊ sîrê di qûnê re naçe, zehf ji biwêjan hez dike wan gel taştê û paşîvê dixwetin. xweşbextane, min bi xwe jî sala par li welêt carekê ew dît, li keçikeka li maseyaka dîtir dinihêrt. Çenteyek pê ra bû, paşê çentikê xwe hilda û gel kerbên mezin çû. ji min ra bû meraq di wî çentî da çi tişt hene. ez dibêjim xezîne hemî di wê derka de ne. divê em kurd hemî qîmeta wî çentî bizanin û lê xwedî derkevin. .



06.01.2014 13:05 | bagurdan