Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [maryam ebrahimpour] de;

1. stranbêjeke Kurd e. vokalîstiya koma kamkaran jî kiriye.



min wê di erdheja wanê dema ez çûbûm alikariyê naskir û hew ji hişê min derket..



kerem bikin guhdar bikin



strana newrozê, ji helbesta ebdulla peşêw ya bi navê Îsal bê çiya Newroz nakim gotiye.









ev jî kurmanciya helbestê ye.



Îsal bê çiya Newroz nakim

Bê bêhna giya Newroz nakim

Newroz nakim bê rivîna sorahiya agir

Newroz nakim eger reşbelek tozê raneke

Û ez nebim serekvan



Kezeba min

Sibehê zû min şiyar ke

Zahf ditirsim

Kewek karek gundek şarek

Çemek çiyayek ji bîr bikim

Zahf ditirsim

Darek kevirek

Koxek tozek

Giyeyek ji bîr bikim

Sibehê zû min şiyar ke

Dîsa nebê bila têrxew be

Min sond bi çiya xwariye

Ku Kurdistana xwe ya dûr

Bi germiyan û zozan

Biguhêzim bi xerîbî

Bi oda xwe



Moskov / 1979 -ebdulla peşêw



17.05.2014 03:44 | berxweda