Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin] de;

10. nivîskarê ji ismail beşikçi re gotiye weke ziya gökalp e, eslê xwe înkar kiriye û ji ber wê şîrheram e.



ez nizanim bê ji ber çi ev tişt gotiye lê xuyaye ew jî -îstekî lênakole an jî nikare analîz bike ye.



malnexerabo ziya gökalp kurd bû digot ez tirkê xas im. ismail beşikçi dibêje ez tirkim lê ji ber neheqiya li kurda hatiye kirin ez piştgirê kurda me.

wekî din ismail beşikçi tirkbûna xwe înkar nekiriye, bi zimanê dê û bavê xwe dipeyive û dinivîse. ne wek kurdên me yên "yurtsever" bi zimanê dagirkerê welatê wan an dijminên gelê wan dipeyivin û dinivîsin e.

piştgiriya ew dide me weke pişgiriya em didin fîlîstîniyan, çerkezan lazan e. lê ya wî ne wek a me derew e. a wî bi xebatê ye, bi raman e.

tew ez nakevim mesela şîrheramiyê. lê li gorî min kesên şîrheram kesê xiyanetê li zimanê xwe dike. li karê xwe dike ye. mixabin herî zêde parlementer û siyasetmedarên me(yê ku min jî deng daye wan) dikevin vê rewşê. ne ismail beşikçi.



20.12.2014 13:56 | berxweda