Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28.11.2015 kuştina tahîr elçî] de;

19. Kesê berî derkeve bernameya gotibû 'pkk ne terorîst e' min wî nas nekiribû.

Piştî ewqas roj ez gîhaştim internetê û min dît her kes behsa kuştina wî dike. Di serî de rehma Xwedê lê be.



Erê ez nuh gîhaştim netê. Min berî çend saeta hin tişt di derbarê bûyerê de bîhistin.

Heke agahiyên şaş hebe min rast bikim ji ber ku ez ê li ser rastiya hevalan bipeyivim

Li gorî digot berî bûyer biqewime erebeyek ji nav taxan nêzîkî bûyerê dibe. Anonsek tê polîsan ku herin wê erebeyê. Hin polîs derin ber erebeyê wê çaxê kesên di erebeyê de polîsekî dikujin û dest bi revê dikin. Piştî kuştinê şerr mestir dibe. Di wê rewşê de ew kesê di erebeyê de direvin û dawiya meytê rehmetî tê dîtin ku li erdê ye.

Di vir de îxtîmala ew kes pkkyî bin an jî ydg-h bin zêde ye. Dora sûrê hatiye girtin û van kesan xwestine di vê çalakiyê de birevin û di pevçûnê de tahir hatibe kuştin. Di îxtîmala din de dîsa ew kes ya pkkyî ne ya jî ydg-h ne. Lê vê carê dibe di pevçûnê de polîsekî an jî kûçikekî dewletê tahir bi qastî kuştibin.

Îxtîmala heval qal dikin ku ew kesên direvin polîs bin jî ber bi aqika ve nare.



Heke pkk bûbe sedema mirina tahir bi rastî jî wê ev bûyer bibe trajedî.



30.11.2015 01:57 | berxweda