Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêrika çiyayê mazî] de;

21. Dewletê dest bi guhertina navçeyê kiriye. Hedî hêdî rêyên kevirî radikin û di şwîna wê de alfasta reş birra dide. Her wiha qereqolek û rêyek nuh li jora taxa çiyê çê kirine. Dibêjin rêya xabê jî şoze kirine û ew ê wê jî asfalt bikin.



09.06.2016 22:35 | berxweda

20. bajarê niha 5 bijîşkên wê ên acîlê hene lê her rojê du bijîşk li nexweşxaneya bajarê çadirî û li nexweşxaneya bajêr nobedan digirin. li gorî vî hesabî 2,5 bijîşk acîla dêrikê li ser niga dihêle :/



30.04.2016 23:25 | berxweda

13. bajarê dorpêçkiriye. bi dorpêçek nefermî..

dorpêç berî hefteyakê destpê kir û ji nêvî bêhtir miletê dêrikê koç kir. hinek ji wan ji bajar reviyan hinek jî ji cihê şerr reviyan cihê şerê wê kêm. li gorî gotinan çend sivîl hatine kuştin. lê tu agahî di derbarê mirin û birîndariya ypsê û leşkeran tune ye.



25.02.2016 21:27 | berxweda

12. navçeya ez ê ji salekê bêhtir li wir bim. her çiqwasî nêzîkî navçeya min be jî min digo qey ji pêncî hezar kesî bêhtir li navendê dijîn lê ez hîn bûm dora bîst hezaran e. du qatê gundekî navçeya min e *
dêrikîno ka behsa şwîn û warê xwe bikin. meriv dikare li wir çi bike û çi neke.
li gorî gotegotan divê meriv li hin gundan bi şev deriyê xwe ne ji zilaman ne jî ji jinikan re veneke. ev tişt rast e? *

ê ji min re ev tişt got dêrikî bû an go ez derewçiyê dêrikîya me*



10.01.2016 00:14 ~2016.12.11 21:09 | berxweda

8. navê stranekê ye ku ez stranbêjê wê nas nakim. bi şêweyeke cûda strîye. şêweya gotina wî muzîka çînîyan tîne bîra min.



guhdarî bikin:



15.01.2015 21:56 | berxweda