Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lêfî] de;

1. li herêma mêrdîn rêzek gund di navbera berrîya(deşta) qoserê û çiyayê mazî de hene. ji van gundiyan re digotin lêfî û herêma wan re digotin lêf. (niha kêm kes zanin lêfî çi ye)



mezinan digotin ji ber ev gund di navbera çiya û berrîyê de ne û têkiliyên wan xurtbûn gorî çiyayîyan û berrîvaniyan pêşveçûne û zengîn bûne.



sedemin ji bo pêşveçûn û zengînbûna wan jî

1-av û aşên arvan li van gundan hebûn û berrîvaniyan genim û cehê xwe li vir dihêran.

2-di nav çiyayan de bûn û stargehek bû ji ber êrîşên ereban.

3-ji ber ava wan hebû dikarîbûn mêwê avî û fêkiyên avî biçandana.

4-gellek rêyên bazirganî ji ber êrîşan nêzîkî çiya bûn û ji ber berrî rast bû di berrîyê de derbas dibûn. bela ew der nêzîkî wan bû, dibûn cîhên bazirganî û têkiliyê.

niha ewqas tên bîra min *



wek van gundan emrûd, xurs, eferê, erbanû hwd



22.02.2014 03:33 | berxweda