Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leşkerê winda] de;

1. Helbesteke ebdulla peŞÊw e. her ku ez vê helbestê dixwînim ez dibim netewperwerê gelê xwe û ji hemû îdeolojiyan dûr dikevim..



Leşkerê Winda



Dema şandeyeke biyanî tê welatekî,

tacgulekê dibin ser gora

Şervanê Winda.

Ger sibê

şandeyeke biyanî were welatê min

û ji min bipirse: Ka gora

Şervanê Winda?

Ezê bibêjim: Ezbenî,

li berava her coyê

li ser doşkê her mizgeftê

li ber deriyê her dêrê

her şikeftê,

li ser kevirê zinarê her çiyayî

li çiqê her dara daristanê

li Kurdistanê

li her bosta axê

li her geza esman...

xem nake, piçekî xwe bitewîne

û tacgula xwe lê deyne.



ebdulla peŞÊw



15.04.2014 18:09 | berxweda