Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar payîz

profîla "rûbar payîz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roman holiday] de;

1. fîlma amerîkanî yên william wyler 1953'an de kişandîye.



Dîsa flîmek bavé klîşeyan. Mirovek dewlemend, é kani her tiştî dixwazi wextî bixwazi bike, lé belé nedilşad. Mirovén wekî robotan li dora wé û ew jî dixwazin mirov bibe robot. Tu jidilî û mirovayî di jîyana wé de tune. Di dawîyé de jî ji ber hemû van tiştén robotî pir aciz dibe û li hember van tiştana radibe, ji malé direve.



(spoiler: dibe ku me beré hezar carî van tiştana di fîlm û rézeyan de temaşe kir. belé hevalno.. wiha xwîya dike ku hemû wan fîlm û rézeyan én qala vé mijaré dike besté xwe jî vé fîlma girtîye.. lé belé dîsa jî lazime ku em bi xwe zéde bawer nebin ji ber ku 19 sal beré fîlmek wek veya hatibû kişandin: di şeveké de bû( it happened one night ) yén 1934’a.. tew ez karim béjim van fîlman ji %70 wekhevin. ji ber ku di her du fîlma de jî rojnamevanek mér heye û ev rojnamevana dixwaze ku agahî ji van jinén ji malen xwe revîyayî bigre û va agahîyana bî pera bifroşe. ev rojnamevanan bi derewa bi van jinan re dibin heval û agahîyé pir girîng ji wan digrin.. lé belé her ku diçe van mérana bi van jinan re dikevin evînek giran û nikarin van agahîyén bi dest xistine parve bikin. )



şanek: audrey hepburn pir delal e. *



05.02.2014 20:03 | rûbar payîz