Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gêjê

profîla "gêjê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bacanê sor] de;

13. weke ku ahmet vefik paşayê osmaniyan di pirtûka xwe ya bi navê Lehçe-i Osmani (1876 ) de qal kiriye ev fêkî bi navê "frenk badilcani" qeyd kiriye. dema min ev nû bihîst binavkirina li cem kurdinan weke "bacan"ê hate bîra min, belkî bingeha xwe ji vir standibe. di arşîvên osmaniyan de qala konsolosê helebê yê bi navê Jonh Barker tê kirin ku wî bizirikên wan anînê vî welatî. bacana sor weke cureyekî bacana reş tê hesibandin lê ne zebze ye weke fêkî tê qebulkirin. bi eslê xwe ji welatê aztekan e û navê wê bi zimanê wan "xitomatl" e, meksîkayiyan gotiye "tomatl", ispanyolan jê re gotine "tomato", italyanan navê "sêva zêrîn" lê kirine, li fransayê gotine "sêva evînê", li hin cihan jî gotine "sêva guran, xoxa guran".
Here lînkê



06.06.2020 17:13 | gêjê