Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tirsikhez

profîla "tirsikhez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdê dikeve pê keçikeke tirk] de;

3. Ev pirsgirek bi tena serê xwe dikare bibe mijara sereke ya civakzan û derûnîzanên kurd...Lê hezar mixabin ku ji ber pirsgirekên me yên rojane û kar û barên siyasî kes li ser vê nexweşiyê hûr û kûr nebûye.Erê ev tîştekî patolojîk e û piranî di nav gelên bindest de tê dîtîn.Dema ku kesekî ji neteweya bindest dibîne çi jî bike nikare bibe wekî wan lê çi jî bike dilê xwe her tim dibijîne serdestê xwe. Wan kesan di dilê xwe de dibêjin a baş em bi kêçikên wan re bizewicin û xwe ji kirasê bindestiyê xilas bikin.Lê nizan in bindestiya mezin hê nû dest pê dike.Haya wan ji dîrokê jî tune ye. Ewil tirk çawa keçikên xwe didin dijminê xwe -ew jî mina me kawik in- û dûre dewlet,padişahî,seltanat û hemû dewlemendî ji destê wan diçe. Kes û dewletên ewqas mezin nikare li ber xwe bide hemberî keçikên tirk ma xort û malbatên me yên belangaz ew ê karibin.Di destê bûka tirk de tilsimeke çawa ye hê jî naye zanîn bi wê tilsimê kal û pîrên me yên heta wê çaxê ji devê wan peyveke tirkî ji nepekiyaye xwe li tirkî diceribînîn û werin hûn bifikirin dîmena derdikeve holê.Ew xortê ku digot hevsera min soz daye min ew ê hînî kurdî bibe, him soza hevsera xwe ji bîr dike û him jî xwe.Dest bi gotinên ''ez tu cûre neteweperstiyê napejirînim'',Ma cahş jî bi kurdî dizanin'' ''Ka kes li ba me tune ye em bi xwe bi xwe ne zimane kurdî zimanêkî qels e'' dike.

Hevalno bi rastî jî nexweşiyeke kûr û bi jan e lê min di serî de got ev mijara lêkolînên kûr yên civakzan û derûnizanan e...



07.07.2013 14:24 | tirsikhez