Tirşik-Pirtûk

heft wêney rûtî jinî cenabî wezîr

 Ferhad Pîrbal

 Çetoyê Zedo

 avesta


 0


 kurmancî

 soranî

 110

 roman

 2014.12.07 19:10

 simurg56

 Ebû ‘Ubeydeyî Xeddam, bi eslê xwe Siûdî, Serokê Rêxistineke Mafê Jinan Li Dubey, di heman demê li bajarê Şarîqa xwedî kovareke jinên Welatên Kendav; tevî şeş hevalên xwe, heft kesan bi hev re heman xewn dîtibûn… Xeddam û şeş hevalên wî, bêyî ku bi hevdû zanibin heman xewn dîtine, her yekî ji ê din re qala vê xewnê kiribû. Qala vêya jî kiribûn ku çawa hemûyan heman keçika diranzirav, çavkesk, pormedûsayî; ku tu keçek bi bedewiya xwe qet nikare nêzî wê bibe dîtibûn. Ferhad, jinbaz, cinsîst hetta rasîstekî kurd e û sond xwariye ku ji xeynî jinên tirk, fars û bi taybetî ereb têkilî jinên qewmekî din nebe. “Min xwe bi xwe got: Hemû bajarên mezin ên rojava bi bazirganiya qahpikên rojhilat, hemû paytextên rojhilat jî bi bazirganiya qahpikên rojava binyata xwe damezirandine.” Lê dawî kes ji tariya şevên Moskow ên sar lê tije şadî, bêxewî, alkol, huner û nîqaşên felsefî xilas nabe, lîstika Ferhad a jiyanê li ber wî jî xefkan vedide.


heft wêney rûtî jinî cenabî wezîr - Tirşik

heft wêney rûtî jinî cenabî wezîr


1. novelaya ferhad pîRbal e ku li gorî min pir serkeftî û ji bo xwendinê jî balkêş e. kin-roman Jİ 96 RÛPELAN Û Jİ ÇEND WÊNEYAN PÊK TÊ. ROMAN GELEK HERİKBAR E û dişibe romanên polîsîye. min di rojekî der xelas kir û pir hezkir.

lehengê roman ferhad, kurdekî/zilamekî birîndar e ji ber hestên siyasî. ev rewş jî wî kiriye kutayo ya jinên ereb û faris û tirkan... ev teferuatekî ye. lê ew alîkarê kîrperestê heqîqî xeddamê ye û dawiya romanê de HUNÊ BÊJİN QEY EV SEHNEyAN ŞERÊ KÎr û gunên kurd û ereban e. yê rast li ba min nivîskar xwestiye tabloyekî wisa bide berçavan. nivîskar tema xwe negihandîye gelekî cihekî dûr û surprîz. lê dîsa jî serkeftiya wî ji ber bi şêwe û zimanê wî û tansîyona bûyeran a bi kin hatiye pêşkêşîkirina xwendevan in.

http://www.avestakitap.com/urun_12042_Avesta_Heft%20W%C3%AAney%20R%C3%BBt%C3%AE%20Jin%C3%AE%20Cenab%C3%AE%20Wez%C3%AEr.html



2. Lûtkeya erotîzmê di wêjeya kurdî de...



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 87.5
pûanê bide pirtûkê: