Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

3 gav û 3darek - şeva dawî di jiyana şêx seîdê kal de

 jan dost

 

 avesta


 2007


 kurmancî

 

 2166

 roman

 2014.12.07 20:38

 simurg56

 Rêza sêdaran li wê meydanê, xêzek nivîs bû, bi xameyeke ji Lozanê dipêçiyên Enqerê de li ser rûpelekî kurdî hatibû nivîsandin. Ew xêz hemû elifênbi dardakirî bûn, weke qendîlên vemirî di hêwana mizgeftekê de piştî nimêjasibê. Hemû zengelokên ku berî kêlîkekê diqêriyan bûn, hemû çavên bi azadiyêkilnebûyî bûn. (...) Di navbera şêx û werîsê sêdara wî de êdî sê gav mabûn, du gav heta sekoyê ûgavek heta ser kursiyê di bin werîs de. Di navbera wî û mirinê de sê gav mabûn.Di navbera wî û xwedê de sê gav mabûn. Sê gav dê stûyê wî bigihînin ber sêdarê,ber kenarê şikandina tîbûnê û şikandina hêviyan jî pê re. (...) Şêx ew xêz bi çavên dilê xwe xwendin, dilê xwe yê dihate guvaştin wê katê wekedêwleke av di destê yekî tî de. Çavên wî yên ku dixweriyan dîsa bi hêsir bûn.Wî bi hêsirên germ yên ku li ser dêmê wî herikîn, xemên welatekî dinivîsîn. Jiyaneke li ber sêdarê "3 gav û3darek" Edebiyata Kurd, bi helbest, çîrok û romanên ku nû dertên û digihîjin ber destêxwendevanan re, her roj qada xwe firehtir dike. Di nav helbestkar, çîroknivîs ûromannivîsên kurd de jî hunermendên hêja û berbiçav derdikevin û dixwazin kabênxwe di qada navnetewî de bi hunermendên cîhanê re biavêjin. Yek ji vanromannivîsên me jî Jan Dost e. Min Jan Dost bi romana wî ya yekemîn, “Mijabad” (Weşanxaneya Belkî-2004) nas kir. Min bi xwe tahmeke pirr xweş ji romanê stendû zarokên min jî eşkere kirin û gotin: “Ev cara yekemîn e ku em ji romanekekurdî notan digrin û hevokên ji romanê li defterên xwedinivîsînin.” Îsal (2007) romaneke wî ya nû ji weşanxaneya Avestayêderket. Navê romanê “3 gav û 3darek”e. Dîsa “Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de” li bin navê wê wek navê duyemînhatiye bikaranîn. Roman 214 rûpel e. Ciyê kêfxweşiyê ye ku nivîskar, roman bi Kurmanciyeke xweş û zelal nivîsiye.Dîsa ciyê serbilindiyê ye ku zimanê romanê di asteke bilind de ye û gelekherikbar e. Ji ber ku nivîskar xwe li peyvên di quncikan de mane, asê nekiriye,herkes bi rehetî dikare bixwîne û jê tahmeke Kurdî bistîne. Bi rastî jî ew,hostayekî ku ji hostayên zimanê Kurmancî ye. Wek kaniyên ku bi ser çeman dediherikin, peyvan li dû hevdu rêz dike û bi şêweyeke helbestkî bi ser kaxizênsipî ve diherikîne. Ji me re jî dimîne ku em di nav wî çemê zelal de, bi kêfadilê xwe avjeniyê bikin. ... Nivîskar romanê bi hostatî honaye. Şêx Seîd her ku ber bi sêdarê ve dimeşe,dixwaze jana têkçûna serhildanê ji bîr bike û ruhê xwe yê birîndar bi xweşiyênrojên berê derman bike. Lê dilê wî dîsa jî aş nabe, berê wî tim li Xwedê yedixwaze pirsek jê bike. Di romanê de tîbûn wek hêmayeke gelek xurt hatiye bikaranîn. Dîsa gwîzhavêtinaser quban jî hemayeke ku wê kurd gelek li ser bifikirin. Aniha gwîzên me li serparçeyeke qubê sekinine, hêvî ji bo perçeyên din. ... Nivîskar di romanê de tiştek balkêş jî kiriye, xwestiye bi lehengên xweherdu romanên xwe bigihîne hevdu, ev ceribandineke gelek xweş e. Hamesta qîzaEntranîk, Ûnisê Amîdî û Remoyê Diyarbekirî ku lehengên romana Mijabad in, dinav romana 3 gav û 3darek de jî xuya dikin û derbas dibin. Wê xwendevan belkî jî cara yekemîn di romanê de Şêx Seîd ji hemû kirasan tazî,wek însanek sade jî bibînin. Çimkî kirasên serokatiyê, Şêxitiyê, mezinatiyêrola wî ya di jiyanê de pirr giran kiribû. Nivîskar di hinek beşan de vankirasan jê datîne û wî bi dilê wî yê tazî dide xeberdanê. Divê şexsiyêtên kurd û xebatên wan bibin mijarên romanan û ji neviyên me rebimînin. Jan Dost di vî warî de di herdu romanên xwe de jî biserketiye. Em ê libenda berhemên nû bin. Receb dildar, www.netkurd.com, 2.3.2007 NIRXANDINEKE KURT LI SER ROMANA JAN DOST”3 GAV Û 3DAREK” … Tevna romanê baş e û şêweyeke balkêş bi kar aniye. Destê sibê Şêx Seîd jigirtîgeha Derê Serayê digrin ku bibin ber deriyê mizgefta Mezin bi dar vebikin. Ku dirêjiya rê hemû 300-400 metre ye. Roman weha dest pê dike û bi paşve vedigere dema zaroktiya Şêx Seîd. Behsa zaroktiya wî dike û dîsa vedigere kuhîn çend gav navêtiye û negehiştiye ber sêdarê. Carek din vedigere demaxortaniya wî û dîsa tê ser gavavêtina wî ya ber bi sêdare ve. Rewşa osmanî ûkurd û Kurdistana wê deme tîne zimên û carek din vedigere û pê çend gavên dinjî dide avêtin. Şer dest pê dike û heta tê girtin. Yanî bi kurtî dema Şêx Seîddiçe ber sêdarê di navbera çend saetan de hemû jîyana wî wek fîlmeke bi reng ûdeng tê berçavên wî. Belê Jan Dost bi rastî di vê mijarê de serkeftî ye.Girêdana bûyeran bi awayekî hostatî û hunerî bi hev ve hatine hunandin ûgirêdan. Rastî û xeyal di nav hev de hatine hunandin û nexşandin. Carnan weha bi westatîhatine hunandin ku mirov baş dernaxe û nizane ka kîjan jê rastî ye û kîjan jîfantazî ye. Jan Dost zimanekî wêjeyî bi kar aniye. Zimanekî rewan, zelal ûpîlebilind. Sembol û mînandinan (şibandinan) baş û di cih de, bi kar aniye. … Amed Tîgrîs, www.amidakurd.com. 24.052007 Sê gav û pirsek fetisî ...di jiyana Şêx Seîd de hatibe binavkirin jî, roman ne di di demeke kin ya wêşevê de bi tîbûneke dijwar û bi bêdeng dike û di wê şeva bê sitêrk û di wêbêdengiya tîr û tarî de bi pirseke fetisand bi dawî dibe. Diyar e ku Jan Dost mîna romana xwe ya yekemîn (Mijabad) ji bo vê romanê jî gelek lêkolîn kiriye. Şêx Seîd di navbera du leşkeran de ji hucreyê heya ber sêdarê dimeşe û ji xeynîpênc rûpel dimeşin, roman li ber sêdarê û sê gav jê dûr ve dest pê dike ta bidawî dibe. Nivîskar xwe xistiye bin karekî giran. Ji ber ku jiyana Şêx tev de li ser wansê gavan radixe. Xwendevan di navbera dem û bîranînan de dibe û tîne. Nivîskarbi xwe jî, ji ber kurtedema ku hilbijartiye li ser dev. Lewra divê wisaxwendevan di navbera dem û bîranînan de bibe û bîne ku bi awayekî çerxa dem daxwendevan ji rastiya demê şiverê nebe, sar nebe. Tevî ku carinan hestênrawestina çerxa dem nivîskar wekî biterpile jî, nakeve, heya dawiyê li serpiyan dimîne, her sê gavê xwe jî dimeş gavekê jî bi xêra xwe zêde dibe… ... Jixwe zimanê Jan Dost yê poetîk xwendevan tevlî çemekî xemgîn dike. Roman tevde mîna helbestekê ye. Û ev aliyê nivîskar yê serkeftî jî, hin caran ji boromanê dibe pirsgirêk. Yanê car caran helbestvaniya wî, dorê ji romanê distîne,ji bîr dike ku di nav romanê de mêvan e. Rola romanê didize: “Wê şevêxwedê pişta xwe dabû dinyayê û li ser erşa xwe ya nûranî, hêsirin jironahiyê dibarandin…. Hemû xwedayan giriyê xwe ji hev vedişartin û çavênxwe ji wê meydana li hember camiya mezin a Amedê dadigerandin.” Xwedê çima hêstrandibarîne? Helbest xweş e, baş e lê divê nekeve pêşiya romanê. Divê helbestbizanibe ku ew di nav romanê de mêvan e… Ev nêrîna min a şexsîye, dibe ku ji boxwendevanên din ev ne mesele be. ... Rahmi Batur, www.diyarname.com,07.09.2007 PIŞTÎ MIJABADÊ “3 GAV Û 3DAREK” Heminê ku me behsa pêşketineke têkildarî wêjeya kurdî kir, em careke din balawe bikişînin ser xebereke din a xweş û dawî li nivîsa xwe bînin. Xebara din axweş ez bawer im we hemûyan di nûçeya Diyarnamey xwendiye, lê dîsa jî ezbibêjim: Romana nû ya JAN DOST bi navê “3 GAV Û 3 DAREK” derket. Heke ku hûnyek ji hezkirî û evîndarên zimanê/wêjeya kurdî bin bi ya min qet j zûtirîn demêde bikirin û bixwînin... Hûnê tam û çêjeke bê terîf jê bistînin, tam û çêhelbestvanekî... Ji ber ku Jan Dost ne tenê mejî û aqilê xwe; dilê xwe jî kiriye nava romanêde... Ku we Mijabad xwendibe, bawer im niha hûn baştir têdigihên ka ez dixwazimçi bibêjim... Dawud Rêbuwar, www. diyarname.com,07.09.2007 sê(3) roman û nivîskarek(1) ... Jan Dost, ji ber hişmendiya xwe ya mêjerî ku ji berhemên wî diyar e bimantiqeke matematîkî serê xwe bi nivîsên xwe re diêşîne... Roman bi tîbûna Şêx Seîd dest pê dike û ev tîbûn ew qasî tê şayesandin,dîmeneke weke çola Kerbelayê tê ber çavên mirov. ... Nivîskar weke dîsgotinekêmeseleya tîbûnê hey dubare dike û vê meseleyê bi têkçûyîna Bedirxan paşayê kuji teref Osmaniyan bi bêaviyê hatibû têkbirin, girê dide. Şêx Seîdê ku lehengêromanê ye, ji serî heta binî ne ew Serokê Serhildanê bixwe ye; ew kesekî jixeyalên nivîskêr afiriye û ger bi navekî dîtir di romanê de cih girtibûya, jibilî hin kîteyan dê neşibiya Şêx Seîdê Paloyî. Çinku salên jiyana wî giş jitûrikê Jan Dost derketine û ew sal di nava mêjûyeke nivîsandî ya kronolojîk dehatiye belavkirin. ... Objeyên aydî leheng û yên têkîldarî leheng weke lehengên biçûk ên romanê di herbeşê de derdikevin pêş û weke rengên alîkar ên wêneyekî, ruhekî taybet didinromanê: Şijika ketiye şimikê, şimika şoreşê, saeta serkîsof, şehê ji daragwîzê, şaşika spî, sêdarên spîndarê, şivqelûn, tûtin, werîsê zeytkirî, gwîz,kilê subhanê, desmala perîxanê, gustîlka zîv, kevir, liba tûyê… Dema ji vanobjeyan qala hinan tê kirin, têkîldarê wê objeyê qala xayîntiya hevlingê Şêx êbi navê Qasim beg jî tê kirin. Ji lewre ew obje di bêrîkên mirovekî nehêja dehîna bêtir Şêx dîêşîne û mahdê xwîner jî ji kirûyeke wiha dixelîne. Dîsa sê lehengên ku ji xeyalên nivîskar afirîne, her carê bi xwevegotin ûxeyalkirina lehengê sereke re bi rêkûpêk dimeşin û cihêrengiyekê didinpêşaniyê. ... Ligel ku 3 gav û 3darek bi honakeke xeyal-rastî û xurt hatiye ristin jî, dibingeha bûyeran de dîrokeke hatiye jiyîn a zexim heye. Di beşên li dû gavan deweke “Guldanka Sewrê”; avabûna Komara Tirkî, çarenûsa kurdan, di beşa “KevirêLozanê” de; rola Îsmet Paşayê kerr û firotina kurdan bi bajarê Mûsilê, di beşa“Gav, ku namînin ji bo avêtinê” de; amadekariyên serhildanê, rola Yûsif Ziya ûXalid begê Cibrî û sedema girtin û dardakirina van her du lehengan, di beşa“Siya dil, ya kesk” de; gavên ber bi serhildanê ve, xeletiyên tên kirin ûxefikên artêşê, çûna Şêx Seîd a Pîranê û bersiva neyînî ya Seyîd Riza û di beşa“?” de jî rojên taliyê yên şer bêyî ku xwîner di xwendinê de bilikumîne û bêyîçêja xerab a vegotineke dîrokî bide xwîner bi rêkûpêkî di romanê de hatinebicihkirin… ... Yaqob Tilêrmenî, Azadiya Welat, hejmar:


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 92.33
pûanê bide pirtûkê: