Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

mijabad

 jan dost

 

 avesta


 2012


 kurmancî

 

 240

 roman

 2014.12.07 20:41

 simurg56

 ...“Mijabad”, bi tevayiya xwe romaneke serketî ye, gelekî bi serketî ye. Min bawer nedikir ku ewqasî be, lê min nihêrî ku ji baweriya min jî wêdetir û gelekî başir bûye. Ew cîhên tê de, ew navên qehremanan û ew tarîxên ku tê de destnîşan in... ku ew hemî di cîh û wexta xwe de bin (qesta min ku çewtî di wan de tunebe) romaneke bêqisûr e û gotinên zêde jî heram in. Hesenê Metê Mirov dikare bibêje ku Mijabad harmoniya trajediyê ye. Di romanê de trajediya şexsî, neteweyî û trajediya mirovahiyê bi hostatî li hev hatiye hunandin. Her çiqas mijar li ser bûyereke neteweyî be jî romannus lehengên romanê qurbana mijarê nekiriye, yanê êşa evînê qurbana hestên neteweyî nekiriye ev jî ji bo romanê xaleke erênî ye. … Di encamê de wek romaneke trajîk Mijabad, ji bo çêbûn û gihandina hestên neteweyî û pêşderxistina wijdana mirovahiyê li beramber zilm û bê edaletiya carî ya cîhanê berhemeke serketî û hêjayê pesnê ye. Zulkuf Xweşhêvî JANJANA MIJABADÊ Mijabad, romana Jan Dost a yekem , cara yekem 2004an li Diyarbekir çap bûye. Nivîskar ji bo pirtûk ‘’janjanjana’’ya xwe temam bike pirtûk îthafa Janayê kirîye. Jan, jan, Jana. Roman a mija Mehabadê ye, li ber çar çirayan bi dû çavên hêsirtije tê xwendin. Kesên dixwazin romanê bi dest bixin û bixwînin, divê berê deynên birînên dilên xwe sax bikin, têr bigirîn û paşê guh bidin şikestinên Badîn. Tiving û Qur’anek Badîn di odeyeke rût de ji dayika xwe ya Ermenî dibe, bi tenê du tişt bi ser serê wî ve daleqandî ne; tivingek û Qur’anek. Tiving îşaretê tirsê ye, guman e, li ku tirs hebe li wir tiving heye. Quran jî jixwe îman e. Lê pêşîyan gotiye îman û guman li cem hev nabin. Jan Dost jî di Mijabadê de li dû gotina pêşîyan çûye, ev li cem hev nehîştine. Bi ev tivingê daleqandî imanê Badîn kuştiye. Herçiqas pîrika wî oldar be û tim û tim bangî Şêx Behadîn û hemû welî nebîyên Neqşîbandiyan dike jî Badîn tenê oldarê êşên xwe ye.. Rojîyê qet nagre, lê li ser sifreyên rojîya remazanê ji hevalên rojî girtîne bêhtir birçî dibe û dema ku xelkên Mehabadê nimêja terawîhan dikin ew û kalikê xwe li Kûçey Cûlekan li ba xanim û sultanên fahîşe wodkayê vedixwin, terawîhên xwe li ser çîpên wan jinên bedew dikin.. Dîk-Keleşêr Dîk bi gotineke din keleşêr jî bi awayeke ‘’xweş’’ hatîye bikaranîn. Pîrika Badîn dibê: ‘’Di bin erşa xwedê de keleşêrek heye dibêjine Dengaîl, ku ew baskên xwe li erdê dixe û ban dike, keleşêrên erdê hemû ban dikin.’’ Gelo Jan Dost wê heta dawîya emrê xwe hêvîya vê pergalê be? Di vir de, Dengaîl serekên kurdan temsîl dike, hemû keleşêrên erdê jî gelê kurd. Di serî de serekên kurdan dengbilind in, li ku bin dengên wan tê bihîstîn. Ku Dengaîlê kurda dibin pênç şeşek û herkes di cihê de xwe de li dor xwe mirîşkên xwe kom dike û ban dike, pergal bela wela dibe, kurd nema dengê hev dibîhîsin. Berê dengê serekê kurdan dikeve, paşê serek bi xwe. Di ronjnivîskên Badîn de şev nîvê şevê qîreqîra dîkan ji Meydana Çarçirayê tê. Ev qîreqîra qêrîn e jixwe, qêrina qirikên zûwa. Mehabadî wê bikevin xeweke xweş û giran û di xewnên xwe de wê dîkên serjêkirî bibînin. Qûtiya Tûtinê Nav qûtiya tûtinê ye lê na! Jan Dost tevî tûtinê her tişt xistiye nava qutîye di romanê de. Qûtî bûye qûtiya tesadûf û keder û meraq û derd û kula tev. Di şerê li hember sar û serma û seqemê de, li Sariqamişê, qaşo di cîhada gêwir de bavê dîya Badîn, Entranîkê Ermenî, û bavê Badîn, Ûnisê Amêdî dibin heval. Entranîk berî firar bike, bikeve nav refên Rûsan qutiyeke zîvîn diyarîya Ûnisê Amêdî dike. Ku cîhada derew a Osmanîyan fêhm dike, Ûnisê Amedî jî firar dike, ew û Remo direvin diçin Diyarbekrê, mala Remo. Weke her malekê Diyarbekirê, mala bavê Remo jî çend keçikên Ermeniyan hewandine. Yek ji wan keçan Hamêst, keça Entranîk e. Ûnis wê bi qelafetekî girs, rûyekî sorik, çena tûjik, çavên mêşini dişibîne bavê wî. Ûnisê Amêdî bi wê re dizewice û vedigere Amêdiyê. Di şeveke reş de Ûnisê Amêdî ji diya xwe û Hamêstê xatir dixwaze û diçe serhildana Şêx Mehmûd. Ûnis di serhildana têkçûyî de tê kuştin û qûtiya tûtinê di nav xwînê de dimîne. Piştî çend salan Badîn li cihê vê bûyerê, li Darbendî Baziyanê wê qûtiya zîvîn dibîne. Ev ne bes e, li Mehabadê li dikana fotografkêşekî kal Badîn qûtiya tûtinê derdixe ku cixarekê bipêçe kal li qûtiyê xwedî derdikeve. Bapîr newîyê xwe dibîne! Fotografkêş Entranîk e! Jiyan ji tesaufan pêk nehatiye, ewqas bûyer, dîrok çawa dikevin qûtiyeka biçûk nayê fêhmkirin. Bêhna tûtinê tund e û rasterast e, lê ewqas tesaduf bêhna wê rastiyê kuştine û bêhna meriv teng dike. Piştî ewqas tesaduf, qûtî wenda dibe. Li malê li her derê digere lê nabîne Badîn, ji kalikê xwe dipirse; dielime ku evîna fahîşe ev diziye jê, dilerize, ev keder û meraq e.. Li daweta evîneke herifî dibîne qutiyê, dawiya dawî, xwîn dikeve nav qûtiyê li Badîn vedigere, ev jî derd û kul e, Badîn di birînekê de, bi qûtiya bi xwîn, rastî bavê xwe tê. Barana Werîsa Li asîmana çar welatan her reng werîs daleqandîne, zirav, qalind, stûr, kin, dirêj, zer, spî, ji kêndire, ji naylonê, ji pêmbo, ji hiryê.. Ev werîs dibin ligam û hefsar, ker û dermale pê tên girêdan, bi pê dewl û satilan av ji bîran tê derxistin, piştîyên qirş û êzingan û barê qantiran pê tên girêdan yanê ji bo berdewamkirina jîyanê. Lê li welatê mirinê werîs jiyanê nadomînin, disekînin, diqedînin. Jan Dost jî werîsek li stûyê xwe gerandîye û kurdên stûyên wan li ber qêrîn û mirinê nivîsandiye, zora mirinê birîye. Xuya ye di romanê de bi hêsrên xwe kesên daleqandî hêjmartine berê, hêsir têrê nekirinê, bi hûrikên baranê ew hêjmartine, ew jî nebûye rabûye xwe bi du peyvan ji vê êşê xelas kiriye: Barana Werîsa.. Ku meriv di xewnê xwe de pir ditirse lêvên meriv diteqin. Ev birînên lêvan ên li ber çava xewnê dike formeke realîst, tesîra tirsa xewnê li ser meriv dimîne. Badîn di xewnê xwe de barana werîsa dibîne, ku sibê ji xew şiyar dibe, destê xwe dide ser stûyê xwe, şopa werîsekî ziravik diêşe. Gelo divê her kurd vê xewnê bibîne? Mey û Meyxur Xuya ye, Jan Dost mey danîye ber xwe, dest bi nivîsandinê kiriye, di nav re vexwariye, salox kiriye, gotîye ‘’binoşe û bijane’’ û hevok xistinê tûrikê romana xwe. Ewqas vexwariye ku, tu dibêji qey ji rûpelên romanê mey dirije, meriv di destên xwe de şilîyekê hîs dike. Gelo mimkûn e ku meriv ewqas jan li pey hev binîvise û venexwe? Xwedê rehma xwe li hestiyê wî kesî bike ku, mey afirandiye. Nexwe wê kê, wê çi bikuşta, bişuşta hêsirên dilê Jan? Qey ne nalîna rezên tirî ye mey, ev nalîna hêzêke dide dilê meyxur. Ji nalîna rezên tirîyan razên dilan rêz dibin li dû hev, eşkere. Meyxur her ku vedixwe deriyê dilê xwe vedike û dilê xwe vedide. Hevokên fedok ên ku di qûncikên teng û tarî de tên veşartin azad dibin, ji bindestiya tirsa mêji xelas dibin: Mey ji hêsirên Xwedê çêbûye! Keça Meta Badîn Civaka kurdan civakeke girtî ye, ji ber vê yekê kurd ku ji malzaroka diya xwe derdikevin jî ji malên xwe dûr nakevin. Newêrin kesên nû re rabin rûnin, qîma xwe tenê bi yên dorê xwe re dikin. Yanî ji zaroktiyê heta xortanîye dotmam tenê pismam dibîne, pismam jî tenê dotmam. Çavên teres çi’bkin, wextekê şûnve bêhna evînê tê ji van dîtînan. Pismam li ser dotmaman stranan dibêjin, dotmam jî gotinên pêşiyan li bin guhên pismaman dixin li kanîyan, piştî ramûsanan: şûr şam, xençer mam, jin dotmam!! Jan Dost civaka xwe rind dinase, nexwestiye dotmam û pismamê klîşe bikarbîne, lê dûr neçûye û bangî Badîn kiriye ‘’keça meta te kete stûyê te!’’. Rojekê keça metê destê xwe direjî stuyê Badîn dike û hêdî hêdi laşê wî kişf dike, tevizîneke xweş di bedenê Badîn de digere, Badîn li wir dinêre, êdî fêhm dike ku ev nêr e. Badîn ku pîrikê xwe re dilê xwe yî zewacê eşkere dibêje pîrik yekser destê xwe dide ser devê xwe û kêrekî dide ser dilê nêr. Bayê dîn û keça meta wî sal û nîvekê bi hev re şîr ji yek pêsirê mêtine. Bi vî şeklî Jan Dost, Badîn ji keça meta wî dûr dixe û wî dike generalê evîneke sêwî.. Di rojnivîskên xwe de çend caran behsa keça meta xwe dike Badîn, lê navê wê qet nayê gotin, ev tenê bi ‘’keça meta min’’ tê nasîn wekî ku çawa ‘’dotmam’’ bes be û nav ne hewce be.. Jale Belavkera Jînê, hevala hevalekî Badîn. Bayî din ku caran yekem wê dibîne, lal dibe, ji hiş diçe, hema li wir dilê wî dîl dikeve. Mey xwe li şeveke wan diqelibîne û tev radizên. Dilê Jalê li dor bejna Badîn gavên evîndar diavêjin demekê. Bi çav, lêv, dev û diran û memikên Jale, Badîn roj bi roj keça meta xwe dadiwerivîne binê bîra bîranînan. Badînê şaîr ji Jale re helbestan dixwîne piştî cotkirina zevîyên Jale, pir kêfa Jale bi van helbestan tê, ji bo Jale ev ji lorîkên dayikan jî xweştir in. Li dû çend şevên bi şehwet ên bi west, ên ku careke din venedigeriyan nediketin dest ev evîn jî ber bi têkçûnê diçe. Têkiliya îngilizan û Jale derdikeve, Jale înkar dike, lê Badîn deng nake, ev ji wê hêz dike, ji derewên wê jî hez dike. Rojekê Jale bombeyê di dilê Badîn de diteqîne û bi mabesta fêrbûna îngilizî diçe Bexdayê, du sê nameyên bê evîn dişîne, paşê ew jî qut dibin. Jale dibe Elsa, fahîşeyeke li mala Sultanê, paşê jî bi şofêrê Mc Kêy re direve Londonê di Oxford û kerxaneyên Londonê re derdikeve. Jale jî sembolek e di romanê de, roman a dema heftê heştê sal berê ye, lê tiştek neguheriye. Di dinê de çiqas miletên bindest hene dixwazin bişibin serdestên xwe, bi taybetî jin. Wê demê îngîliz li welêt serdest in û Jalê dixwazê helbestên îngîlizî ji ber bike, muzikê ingilizî guhdar bike, xwendina xwe bi ingîlizî bike. Îro jî li welêt keçikên kurd dixwazin bişibin serdestên xwe, bi sedan keçên kurd, bi xwendin, xemilandin û bi xewn û xeyalên jiyaneke serdest û filan û bêvan berê dikevin bin siya gunên serdestan, paşê tên firotan, dikevin riya kerxaneyan.. Mujde Mizgîna evîneke nû ye Mujde, komara dilekî wêran e. Evîn têk diçin lê dîn e Badîn, têr nabe. Herçiqas Mujdeyê hez dike jî hîn Jale ji bîr nekirîye Badîn. Ma birîn xençerê ji bîr dike? Piştî kizirîneke heft salan wî kevirê giran li ser dilê xwe radike û evîndarê ku êdî şerm nake, nizane şerm çî ye, razên xwe ji Mujdeyê re dibêje. Bi Mujdeyê re jî şevên xweş dibûhirin, hev didin ber gezan. Di vê evînê de jî çûyin evîn û bayê dîn tev dikuje, Badîn li hêviya nameyan dimîne berî mixê dawî di darbesta hêvîyên xwe de bikute, di şevên hîvçardeh de hêvîyên xwe hêdî hêdî ji dilê xwe dişo. Mujde bi hevalekê Badîn re, Kerimê Şikakî re dizewice. Ar, agir bi dilê bayekî din re dibe heval, komar dibe komir.. Komarek dibe komir. Ba û Jar û Bajar Italo Calvino dibêje, ‘’bajaran jî weke xewnan arzû yan tirsên meriv ava dikin’’. Jan Dost, Amêdiye, Silêmaniye û Mehabad li ser arzûyên Badîn ji nû ve ava kirine, ev bi erotîzmê û bayên hênik şên kirine, bi tirsê û bi têkçûnê hilweşandine. Sê bajar jî li dû her evîna bi birîn û xençer li Badîn dibin jar, her têkçûneke evînê dibe destpêka çûyîneke nû. Keça metê ji Amêdiyê diçe Bamerniyê, Badîn berê xwe dide Silêmaniyê. Jale ji Silêmaniyê diçe Bexdayê, Badîn diçe Mehabadê. Mujde diçe Şinoyê, Badîn berê xwe dide Çiyayê Xezayiyê û Mirinê. Kurt û Kurmancî Jan Dost ji bo xewên xweş ên xwendevanan biherimîne Mijabad nivîsandiye, xewên xwe neherimînin! Ömer Faruk Baran, Pêngav 3, 2010 Li ser “Mijabad”ê hevpeyvîn bi Jan Dost re: Badînê Amêdî ez im! Hevpeyvîn: Mihemed Nûr Huseynî MIHEMED NÛR HUSEYNÎ (MNH): Em ji navê romanê dest pê bikin, “Mijabad” an ku bajarê mijê, li gel ku hilbijartina te a ji vî navî re minasib e jî, lê di dawiya romanê de nû diyar dibe çima Mijabad e. Badînê Amêdî van gotinê tijî bêhêvîbûn dibêje: “Roja tu hatî Mehabadê, mijê xwe li dor te û giyanê te û rojên te û vî bajarî gerand, te nema ber xwe didît, her der mij bû. Tu jî li Mijabadê bûyî. » Gelo ma tu wek nivîskar di wê baweriyê de yî ku tişt bi aqûbet û serencamên xwe ne? Jixwe di heştê rûpelên dawî de nû mija ku giyanê Badîn pêçabû xuyabû, mijeke ku derî li pêşiya wî girtin, mijeke mîna qederê ku hişt ew pişta xwe bide Mehabadê, û bide jiyanê jî û xwe bikuje. Gelo hîn tu bi vî sernavî bawer î?


mijabad - Tirşik

mijabad


1. yekem romana jan dost e
behsa berzaniyan, qazî mihemed û komara mahabadê dike, nakokiyên di navbera rêxistinên kurdan û rewşa siyasî ya her çar parçeyên kurdistanê... ji çar beşan pêk tê lê hemî girêdayî hev in yanê vegotin naxitime weka ku beşeke nû venebûya roman li ser bûyera qalkirî diherike
romaneke hêjayî xwendinê ye

'ev roman li ber ronahiya çar çirayan tê xwendin'

''wê şeva payîzî xewê riya çavên min winda kir, genaralên artêşên fransiz û alman û ingilîzan jî wê şevê çav nedane ser hev, ez difikirîm çi bikim û berê xwe bidim kîjan bajarî? kîjan bajar ê min û birînên min hembêz bike! ew difikirîn kîjan bajarî têxin bin lingên xwe! ez jî difikirîm kîjan bajar dikare ji min re bibe penah. ez generalê evîneke sêwî bûm wê şevê!'' rûpel 37



2. min pirtûk xwend û li ser navê pirtûkê angorê xwe analîzek kir:
Serlehengê pirtûkê badîn e.
roman wisa dest pê dike: ez badîn im, bayekî dîn im..
Badînê dîn navbera evîniya şexsî û ya netewî de dibe elokeke evîndar. geh xwe evîna xeyalên peşmergeyan dixe û xwe diavêje nava refên peşmergeyan, geh xwe diavêje nav Paşika jale yê, geh nav helbestan, geh nameyan, geh xeyalan, rewşa welêt, neyekbûna kurdan û alîyekî din mamostetiya bi kurdî û mujde..
ez zêde behsa mijarê nebikim bo ku wanê bixwazin bixwînin hebin..

lê dawiya romanê de tiştekî wissa ecêb dibe! meriv şaş û me'tel dimîne. waxta min xwend pêşîyê ez bi dengekî bilind qêriyam min got: yuhhh! Û paşê dev vekirî mam *


ez vegerime analîza xwe: mijara pirtûkê qazî mihemed û mihabad e
Badînê me du jina hez dike navê yekê mujde ye navê ya din jî Jale ye.
navê pirtûkê jî MiJabad e.
tîpên peyva "mijabad" ê da tîpa serî ya navê herdu xoşewîstên badîn heye ; )

yek jî romanê de behsa mijê jî dike, belkî jî bona mijê jan dost navê romanê lê kiribe mijabad. (mihabad/ mij-abad)
Belkî jî (bnr: Haja jan dost ji vê analîzê hebe yê şaş bimîne) *



3. kurtasiya; mujde/mijde/ û jaleya badîn * li serbextê hozan serhad



4. Min mîrname ya jan dost pir hez kiribû. Dikim îcar wê pirtûka jan dost bixwinim. Hêvi dikim ew jî pirtûkek baş e.



5. analîzek wiha di nav de ye: "heremên kurdan weke giravên ji hev qut di deryayekê de ne, pêwist e kelek û gemî û qeyik hebin da ku xelkê ji giravekê bigihîne giraveke dî" rûpel 106



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 82.75
pûanê bide pirtûkê: