254
2014.12.08 19:36
Ne ba min siwar diket Ne ax min peya diket Ez takebelgê zer û pêtî me Vê payîza dereng Bi gulpên vê darê ve mayim Ne ba Min siwar diket Ne ax Min peya diket Rojên kurt û tarî Şevên reş û bêdawî Wek koremarekî Di gerdena min aliyayî ne û Ez mirim bo Fireka bay û Çengekê hetavê
1. hemû berhemên şi'rÎ yên mueyed teyîb.. ji nav weşanên avestayê derketiye.. selÎm temo berhem tev de ji herfên erebî kiriye herfên latînî.. |
|
3. Ne peya digêm dile wê ne jî bi siwar. |
|
4. (stur: ne ba min siwar diket ne ax min peya diket) "mirinê, tu li kû yî jiyanê ez kuştim!" (Hejar Mukriyanî) ez takebelgê zer û pêtî me vê payîza dereng bi gulpên vê darê ve mayim ne ba min siwar diket ne ax min peya diket rojên kurt û tarî şevên reş û bêdawî wek koremarekî di gerdena min aliyayî ne û ez mirim bo fireke bay û çengekê hetavê di ser çiyayan ra di ser deryayan ra wek bayê bezê xencereka di hawara min tê binê wê di destê Metînî de serê wê li ser dilê min gaziyên Nalbendî û şikoyê Hesen vê nîvşevê di canê min de deng vediden: netirse naêşît naêşît -ho kewê Metînî ho pêlîstanka Elegezê ez û êş hevalcêmk in em di rojekê de jidayîk bûne me şîrê êk sîng xwariye û di êk hembêzê de mezin bûyîne êş pîstê min e êş xwîna min e êş emrê min ê borî û pêşeroja min e her careka em rastî hev tên em têr di hembêza hev de digirîn ez ne Pêtos im û ji êşê natirsim lê min di danga Kêliya şedayê li rasta gêjebera sê çar werîsa dûr ji Kora şimikzera pîredayîkek heye mergê sê kurên xwe dîtiye hawar destê min nagirît bikeme çar. (ji pirtûka Mueyed teyib ya ne ba min siwar dike ne ax min peya dike, ji alfebaya erebî bo latînî selim temo. rûpel 247 avesta) |
|