Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

dotmam

 Rewşen Bedirxan

 

 avesta


 0


 kurmancî

 

 112

 helbest

 2014.12.08 20:11

 simurg56

 DIYARÎ BO SEDSALIYA REWŞEN BEDIRXAN (1909-1992) Celadet Alî Bedirxan di şi’ra xwe ya navdar de dibêje: Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit. Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemiyan nizanî bûn. Çavên me bi we, bi bedewiya can û giyanê we ne diket. Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû. Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin. Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike. Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen. Kitêba ’Dotmam’ Rewşen Bedirxan bi vê şi’rê dest pê dike lê bi nivîs û axaftinên Rewşen Xanim dom dike. Bi taybetî bîranînên wê yên Kongreya li Dijî Koledariyê a ku di 1957an de li Atîna-Yonanîstan çêbû, ji gelek aliyan ve balkêş dixuyin. Bi nivîs, belge û fotoyan rûpelekî din ê dîroka me ronî dibe. Bi weşandina vê kitêbê di 100 saliya Rewşen Bedirxan de em ronakbîrek, jinek, hevalek, dayikek, mamostayek, xebatkarek, xatûneke pirreng ku qet jibîrkirin heq nekiriye ji nêz ve nas dikin.


dotmam - Tirşik

dotmam


1. keça mam/ap



5. Ji peyvên dot û mam tê. Wateya "dot"ê keç e. Di farisî de ev peyv bi awayê "doxter" e. Di kurmancî de ev bi tekamulê bûye "dot", di îngilîzî de jî dibêjin "daughter" ev tiştek normal e ji ber ku îngilîzî jî zimanek ji heman kokê ye. yanî ev peyv malê hemû zimanê îndo-ewropî ye mirov nikare bêje ji filan zimanî ketiye filan zimanî. herwekî erebî û îbranî jî ji heman kokê ne yanî herdû jî zimanê "hamî-samî" ne ji ber vê yekê mirov nikare bêje filan peyv ji îbranî ketiye erebî an jî ji erebî ketiye îbranî. Çi peyv hebin jixwe ji heman kokê hatine ji ber ku ev ziman tenê zimanek bûne lê her ku dem guheriye bi tekamula xwe her ziman awayek nû vegirtiye ser xwe û êdî wekî zimanekî nû haiye pejirandin. A dawî dotmam bi kurdî ye.*
Edît: zimanên ku ji heman kokê ne, dibe ku piraniya peyvên û bêjeyên wan ne ji hev bin ev yek rast e herwekî ku di peyama jêr de hatiye gotin.







9. Peyvên Kurdî her tim ji Farisî Kurttir (Kintir) e. Dot ji hêla Zarê Goranî û Kelhurî ve tê bi kar anîn. Binêr:

KURMANJÎ FARISÎ ÎNGILÎZÎ SORANÎ ALMANÎ
Bab, bav* Peder* Father Bab = باب Vater
Dê, Mak Mader Mother Daye = دايه Mutter
Bira Birader* Brother Bira = برا Bruder
Xweh, xwişk Xwahar Sister Xwişk= خوشك Schwester
Dot, Keç Doxtar* Daugther Kiç = کچ Tochter
Mam, Ap Amoo, Mam Paternal uncle Mam = مام Onkel
Dotmam Doxtar-amoo Uncle's daughter.Kiçî mam = کچ مام Onkel Tochter
Kurt, Kin Kutah Short Kurt = كورت kurz
Qic, Hur Kuçak* Small Çûk = ‫چووک klein
Kur, Pis Pîsar Son Kur = كور مام Sohn
Pismam Pîsar Amoo Cousin Kurî mam = كورSohn des Onkels
Mêr Merd* Man Pyaw= پـيــاو Mann
Dilop Reha Kerden Drop Dlop = Tropfen
Hêk Toxim-merx* Egg Tow = ‫تۆو‬ , Helka Ei, egg
Stêr(k) Setare Star Astera = Stern
Anîn Awurdan Bring Hawir = bringen‬
Girîn Beristan Cry Grî = ‫گری‬ Weinen, Schrei
Nû Taze, Cedid(Erebî)* New Nwê = neu‬
Çav Çeşim* Eye Çaw = Auge‬
Birû Abru Eyebrow Birû
Tilî, Pêçî Anguşt Finger Pil = پل , Panca= پــهنجــه Finger‬
Agir Ateş* Fire Agir = Feuer‬
Birçî Gorosnegî Hungry Birsî = Begierig‬, hungrig
Kenîn Xandîdan Laugh Kenîn = Lachen‬
Ba Bad Wind Ba = با Blähung, Wind
Baran Baran Rain Baran = باران regnenAugenbraue
Bahoz Tufan şade* Tempest Boran* = بوران Sturm
Brûsk Berq (Erebî) Lightning Trişka = ترشقه Blitz
Mê Zenane Feminine Mê =مى feminin
Nêr Merdane* Masculine Nêr = نير maskulin
Jîn Zendegi Life Jîn = ‫ژ‬ين Leben
Dev Dehan Mouth Dam = ‫ده م‬ Mund
Tav, Xor Af-tab, Xor-şîd Sun Hetaw Sonne



*Alîyên Tikan ve hatîye dizînê.



10. welê ye dotmam, heta mirov xwe nas dikit emrê xwe xilas dikit.
celadet elÎ bedixrxan



11. navê pirtûka rewşen bedîrxan e. tabê ji gotarên wê yên di kovara hawarê de û vir de wê de hatine nivîsîn pêk tê xwedêjêrazî weşanxaneya avestayê hemî nivîsên wê berhev kirine û çap kirine 112 rûpel e



12. Navê pirtûka rewşen Bedirxan e. Pirtûk ji nivîsên ku rewşen Bedirxan li hin deran nivîsîye pêk tê. Pirtûk ji destê weşanxaneya Avestayê derketiye. Pirtûkeke nûwaze amade kirine. Gelek wêneyên watedar cih kirine û pêşkêşî xwînerên xwe kirine. Dema min pirtûkê dixwend gelek cihan de çavê min tije dibû. Pirtûkeke gelek hêja ye bi rastî jî berhemên wisa pirr watedar in.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 91
pûanê bide pirtûkê: