Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

xadim

 Selahattin Bulut

 

 avesta


 2008


 kurmancî

 

 96

 roman

 2014.12.08 20:24

 simurg56

 Xadim, li ser hepisxaneya derve ye. Jêhatê ku piştî 10 salan ji hepsê derdikeve, li derve rastî hepisxaneyek din tê. Şopên deh salên buhurî ên li ser bedena wî, wî ji hepsê bêhtir êsîr dikin. ‘Xadim’ çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî şeva reş û di nav wê tariyê de windabûn e. Ji kitêbê Jêhat serê xwe bera ber xwe da.“Hela destê xwe berde…” Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe şidand.“Tu ne mêr î!” Jêhat dengê xwe nekir. “Tu tê were tu nayê ez radibim!” Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda.Jêhat pişta xwe da pîrekê, kincê xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçakê, ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû… Winda bû… Xadim I ... ...Di Bihuşta Lal de û di Xadim de, îdeolojiya nivîskar ne di nava metnan de bû. İdeolojî ne di nivisê de, di nenivîsê de veşartî bû. Ez ê gaveka din bavêjim û bibêjim îdeolojiya metnan, ev bi xwe jî, ne ji naverokê dihatin. İdeolojiya metnê Selahattin Bulut ne naverokî ye. Ev tê çi wateyê? Ev tesbît ji me re çi dibêje? Meala vê tesbîtê ev e ku Selahattin Bulut nivîskarekî hoste ye. Nivîskarekî gihiştî û kemilandî ye. Di nivîskarîya Selahattin Bulut de, îdeolojî beriya metn, di pêşiyê de heye. Ev îdeolojî di afirandina nivîsê de, di nava dîrok û metn de di cîkî vala de xwe vedişêre. Belkî ev perspektîf tiştekî dozînî be, ez nizanim, lê wek ‘’dozerekê’’ çîrokên nivîskar, ji rastiyê nivîskar diparêzin. Ev parastin jî dibe şêwa nivîskaiya Selahattin Bulut. Selahattin Bulut xwedî şêwe ye. Bi wê şêweya xwe Selahattin Bulut ji pozitîvîzma çîroka kurdî vediqete. Di nava çêkirî û çêbûnan de meriv kare sond bixwe ku, nivîskar xwe sipartiye çebûnan. Lê ne welê ye, ji serî heya davî nivîskar, nivîskarekî çêkiriyan e. ... Selahattin Bulut, di Xadimê de, bi çîrokeke -çîrokeke direj- şêwe û vegotina xwe bi tevneka ideolojik diafirîne. Pênç merhalê Xadimê hene, Hefsa Diyabekirê, hatina malê, hevdîtina hevalan, çûndina Stenbolê û ravekirina derd. Û li ba dilê min şîfra Xadim di vê hevokê de veşartî ye: ‘’Kêfa zêde nebaş e lawo, haydê em herin!’’ Kêf û nebaşbûn.. Kêf û xeyb... Mirin û hebûn rewşeke ontolojik. Alî Fikrî Işik, www.netkurd.com, 23.9.2008 “Romaneka giran” ya derbeya 12-yê îlonê: Xadim ... “Xadim” ger bi tamamî ne romanek (ez dê paşê rave bikim ka çime ev pirtûk roman e, ne çîrok e, ji ber ku ew wekî coreyê “çîroka dirêj” hatiye bi nav kirin) xweserî ya zindana Diyarbekirê jî be, belê romaneka giran ya derbeya 12-yê îlonê ye. Sedemê ku ez dibêjim ya 12-yê îlonê ye, ew e ko, bingehê temaya romanê li ser îşkenceya ku di prosesa lêpirsînê de li lehengê romanê Jêhatî hatiye kirin e, yanî mekan ne cihê tevaya girtiyên wê zindana meşhûr ya bi navê “Zindana Eskerî ya Diyarbekir ya Reqem 5″ e, lê çaviya-hucreya ku Jêhat bi tenê lêdimîne ye; ev çavî jî tenê parçemekaneke ji mekanê giştî yê zindanê; di dema îşkence û lêpirsînê de jî her Jêhat bi tenê ye. Ji ber ku xweseriya zindana Diyarbekirê, ew e ku zindan bi xwe bi salan, 24 seatan mekanek yê îşkenceyê ye. Li wir dem an jî sînor ji bo îşkenceyê tine ye; îşeknece ji derveyî sînorên zeman û mekanî xendekeka bêdawî ye. Lewma jî temaya romanê ji aliyê mekanî ve, ji xweseriya mekanî û ji bêsînoriya zindana Diyarbekir derdikeve rastgeheka dî, ev rastgeh jî raste rast karekterê derbeya 12-yê îlonê yê ku “bêqudretkirin-xesandina” takekesî û komelgehê bo xwe kiriya hedef, radixîne ber çavan. Lê helbet Jêhat girtiyê wê zindana meşhûr e, di temaya romanê de projektoreka xurt li pişt dîwarên zindanê dikeve û bilind dibe, di bin wê projektora ji nişka ve gewdeyê zindanê û wehşeta li paş dîwarên wê hatiya kirin dikeve ber çavên mirovî. Vêca em bên ser mijara ku li gorî qenaeta min çima ev romanek e û ne “Çîroka dirêj” e. Ji aliyê raçandina formî ve, ji 15 perdehan pêk tê; perdeha pêşiyê ji bo destpêkê û rêxweşkirinek e; girêbest di perdeha duyê de têt avêtin; bi giştî vebûna deriyê zindanê dervazeyekê bo azadiyê ye lê Jêhat, di vebûna giran ya herdû baskên deriyê hesinî yê zidanê de, wekî baçimêlkekê/şevteyrikekê xuya dike, ew qet nafire bo azadiyê; deh lanetan li xwe tîne; ev girêbest di her perdeyê de dom dike; her perdeyek bi giraniya temaya vê girêbestê li dûv ya dî vedibe; di her perdeyekê de mekan û zeman, konvansiyon/eleman tê guhortin; lê ev hemî jî bi temayekê ”giran giran” tên guhortin. Her perdeyek,”çîrokek” berdewamiya wê temaya giran e. Di eslê xwe de, her perdeyek ji wan dikare bi serê xwe bibe çîrokek lê nabin, ji ber ku girêbestek ya bi sêrê xwe di nêv metnê her perdehekê de hebe û di nav wî metnî de vebe/bibişkive tine ye. Girêbest her 15 perdehan bi hev ve girê dide û di dawiyê de dibişkive, lê bibişkivandinê ti tiştek çarser nabe, trajedî berdewam dike…behrem jî bi perdeya dawiyê re digihî kimtê bilind. Dizanim diyarkirina sînorekê vebirî yê di nevbeyna “çîroka-dirêj/novelê” û romanê de zehmet e, ji ber ku ta radeyekê ya ku romanê jî dike roman gelo ma ne çîroka wê ye? Lê car dî sînorê çîrok û romanê ne ew qes ji ber çavan wenda ye. Ger ez ne şaş bim û xelet neyêt bîra min, di heqê jiyekvavêrkirina roman û çîrokê de, Ernest Hemingway e yê ku kêm zêde wiha dibêje: - “Çîrok kêra bireka wekî neşterekê ye ku tu ji nişka ve li laşî bidî û bi heman lezê bi paş ve bikişînî ve, di cihê birînê de goştî parçe nake, dibe ku di cih de birîn xwe bide yek û qet mirov zêde êşa wê jî hîs neke; lê roman, xencereke li sersînga mirovî dikeve, di cihê xwe de dimîne, goştî diqewirîne, birînê ferih dike, birîna ku vekiriye xwe zû bi zû nade yek, êş û şûna wê mayîn de ye” Vêca bi ya min ne di cihê xwe de ye ku “Xadim” bi coreyê “Çîroka dirêj” hatiye danasandin; hon dixwazin bila “çîroka kurt” an jî ya “dirêj” be, li gor qenaeta min ev behrem ne çîrok e. Ne ko, wekî coreyekê edebî ez “coreyê çîrokan an jî yê novelê” ji yê romanê kêmtir dibînim, na mebestek û fikrek ya min ya wiha tine ye, lê xeletbinavkirin ji bo çi dibe bila bibe, wendakirina aliyek yê heqîqetê ye. Dibe ku nivîskar û weşanger tevde gotibin heqîqeta vê berhemê “çîroka direj e” û ez şaş bim, lê qenaeta min ew ku ev behrem qet ne çîrok e; romaneka giran e. Her ji aliyê ragirtina mereqa xwendevanan ve navê berhemê ne “Xadim” bûya dê baştir bûya. Wekî dî, heta niho normek yê ku li gorî kurtî an jî dirêjahiyê berhemekê bêxe nava kategoriya romanê an jî wê ji katagoriyê romanê derbêxe tine ye. “Xadim” ji aliyê hecma rûperan ve, kêm zêde dora 80 rûperan e, lê ew bi giraniya 800 rûperan xencera xwe di nava sîngê mirovî dide û di nav de dihêle, digihîne hestî, goştî ji hestiyî radike diperitîne. Dîmenên sînematografîk (dîmenên mekanî-diyalog û stresa Jêhatî ya derûnî, bêdeng û bêgotin) serî ji gotinê distînin, ev jî temayê romanê hêj girantir dike û cihê devê xencera ku bi laşî ketiye hêj firehtir, kûrtir dike, goştî ji hestî vedike. Dibe ku ev dîmenên sînematografîk serî ji hikmê gotînê distînin; ev jî, ji bo romanê û hikmê gotinê serkeftinek e yan jî kêmahiyeke ez nizanim. Ji ber ku bi giştî gotineka xweş ya ku bi “ciwankariyeka edebî” xemilandî di vê romanê de tine ye; gotin di gewriya lehengê romanê de ziwa dibe, ne diçe xwar ne jî tê der; her gotineka ji ser lêva -ne ji dilê wî- wî derdikeve wekî misteka hesinî di nava rûyê mirovî dikeve. Leheng di mirêka malê ya li himberî yataxê xwe de, xwe û “Jêhatê berê” dide ber hev, ji formê xwe yê guhortî ditirse… ji xwe dipirse “jiyanekê çend kes dijîn?” Dawiya romanê wiha diqede; “Jêhat, (…) ket kuçekê ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû… Windabû…” Belê, kî dizane li bîra kê têt ka derbeya 12-yê îlonê çend can û xeyal kirin wexm û wenda kirin? Rûyê wê komelgeha di bin nîrê milîtarîzmê de dijî çawa ye yan jî rû heye gelo? Jêhat e yê ku hatî xadim kirin yan komelgeh bi xwe ye yan jî her ferdek yê wê komelgehê ye? Formê ku li himberî mirêkê divê ji xwe bitirse Jêhat e yan jî civat e? Dema we romana giran ya bi navê “Xadim” xwend hon bi xwe bersîva van pirsan bidin. Ji bîr nekin ka ev “romanek” bû we xwend yan jî “çîrokek” bû yan jî rastiyek bû wekî xencerekê li sersînga we ket? Her ji bîr nekin ku dewleta tirk hêj jî bi yasayên 12-yê îlonê têt bi rê ve birin! Mihemed Sanri, www.kulturname.com, 03.05.2008 ´Xadim´a Seleh Bulutî ... Ev çîroka ”Xadim” Selehî piştî kitêba wî ya pêşiyê ”Buhişta lal” ceribandineke nuh e ko wî wek ”çîroka dirêj” bi nav kiriye û bi baweriya min ev nav ne şaş e; ez dibêjim ne şaş e, -ji ber ko dostê min ê ezîz Mihemed Sanriyî di nivîsa xwe de gotiye ko ev roman e- bi min ji bilî ”novel” yan jî ”çîroka dirêj” tu navê dinê li vê kitêbê nayê; ji ber ko çîrokeke li ser esasê fînalê hatiye avakirin e. Ji xwe Mihemedî bi xetên qalind xwe sipartiye argumanên Ernest Hemingwayî û ferqayetiya di navbera roman û çîrokê de li ser zarê wî gotiye ko loma jî navê romanê layiqî vê kitêbê diye. Ez bi gotinên Ernest Hemingwayî û yên Mihemedî re me, lê dîsa jî ew arguman têrê nake ko ev romek be, ev çîrok e, ne roman e. Heger romanek bikare tradejiya 12yê îlonê û wahşeta wê bîne zimên, çima çîrokeke weha pir bi rehetî nikaribe di şexsiyeta qahremanekî wek Jêhatî de baştir bê îfadekirin? ... Di vê novelê de, mirov li tecrube û kamiliya Selehî ya di warê çîrokê de bêtir hay dibe ko êdî wî çîrok -yan jî novel- kiriye perçeyekî jiyana xwe ya rastîn. Ji ber ko wî hin wext, mekan û atmosfer di nav rêzên kitêbê de bi maqûlî veşartine û bêyî ko beloqiyek tê de çêbibe bi me dide his kirin ko ew kîjan dem in, çi qas wext di ser re bihurî ne û ew mekan -bi texmînî- kû der in. ... Ji hêla din ve, nivîskar bi vê çîrokê rismekî dîroka me ya nêzîk, hêviyên însanan, şikestinên wan, guherînên wan û baweriyên wan jî di sohbeta Jêhat û Cemalî de û dû re jî di ya wî û Hesenî de bi me dide hiskirin. ... ... Ez bawer dikim ko navê çîrokê ne ”Xadim” bûya û gava mirov bihataya ciyê deşîfrekirina meseleyê dê xweşiyeke din, surprîzeke mezintir û hêzeke veşartîtir derketaya meydanê ko efsûniya çîrokê nîşanî me bidaya da mirov şoq bibûya. Û teva vî awayê xwe jî; heger Jêhatî di dema di texsiyê de dihere ba dixtorî û di hundirê xwe (monolog) de ji me re qala hin îşaretên problema xwe nekiraya, bi tenê gava dihere hizûra dixtorî û mesele li wir deşîfre bikiraya dê surprîzeka xweştir bûye ko xwendevan pê bihisiya bê ji ber çi ew qas rûpel xwendiye. ... Enwer Karahan, www. nefel.com, 10.10.2008


xadim - Tirşik

xadim


1. PIRTÛKA selahattin bulut e. di sala 2008an de ji weşanên avesta BI CÛREYÊ "ÇÎROKA DIRÊJ" hatiye weşandin. BI 90 Rûpelê pêk tê. çîroka ku hete nuha ez ji xwendina wê pir kêxweş bûm. her çiqas kêfa min ji drama nayê jî ÇÎROK, JI SADEBÛNA şêwAZA NIVÎSKAR, XWE DIDE HEZKIRIN. HEMA EZ BIBÊJIM DI HER RÛPELÊ ez carna keniyam, pixe pixa min hat û carna jî çavên min bi hêsira min tije bû; dilgermiya bulut bi rastî gelek eşkereye û xwendevan têdixe li nav mijara xwe yê dibêje. hek destê we keve, ji a min, xwendina wê kêm nekin; bi serde dereng nemîni û zûka peyde bikin.



2. Pirtûk hem wek çîrok hem jî weke "çîrok-jiyana" Selahattin Bulut dikare were xwendin. Bêqidoşiya vê berhemê, ji aliyê Muhsin Qizilqurtkaya bi tirkî hatiye wergerandin! (Weşanên İthaki, 2010)



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 90
pûanê bide pirtûkê: