Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

jineke xinanî

 Şêrzad Hesen

 Besam Mistefa

 avesta


 0


 kurmancî

 soranî

 80

 roman

 2014.12.08 20:56

 simurg56

 Ji Şêrzad Hesen, klameke dûdirêj a hezar û şevekê li ser bedewiya jinê... ...Jixwe ji hemûyan nexweştir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veşartin?... ...Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweş û şêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuşt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perîşan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava şerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweş e. Di wêjeya kurdî de şopa jana Wertherî ... Şêrzad Hesen, betanê vê nexweşînê qelaştiye û êşa takekesê piçûk nivîsandiye. Şert û mercên romana serkeftî diyar in. Çîrok, leheng, honandina bûyeran, xeyal û deng. Bi vegotineke xurt ya ku van xalan di nav xwe de dihundirîne de nivîskar pêşiya pêşî divê pişta çîrok û vegotina xwe rast bike. Romannûs ji tiştekî, bûyînekê, dîtinekê hêza xwe distîne û ji nû ve diafirîne. Romanên ku coşa jiyana rastîn di nav xwe de ava dikin bi ser dikevin. Nivîskar her çiqas bi mijar û dîtinên xwe, nivîskarê dema xwe bin bi nêrîn û asoya xwe afirînêrên dema xwe ne jî. Şêrzad Hesen, bi vegotineke ku wan xalên girîng yên ku ji romaneke serkeftî re divên li bejn û bala romana xwe kiriye û eyb û şerma ku bes di nav hevalan de dimîne kiriye mijara xwe. Jineke Xinanî bi vegotina xwe ya şeng û şox xwe li tiştên mezin qerase nake, lê bi sadebûna xwe tiştekî mezin diafirîne. Weke ku E. M. Forster dibêje: Dîroknûs dinivîse, romannûs diafirîne. Hesen, bi riya êşa takekesekî nirxeke makro diafirîne. Bi vê nêrîn û şêwaza xwe betan diqelêşe û bi pey çîroka aşiqekî windayî dikeve. Ev ne tiştek nû ye. Di 1774ê de nivîskarê elman yê navdar Goethe romaneke piçûk nivîsand. Ev romana bi rûpelên xwe piçûk, bi coşa xwe ya mezin pêşî li Elmanyayê pişt re jî li hemû cîhanê bandorek mezin kir. Goethe hinek ji jiyana xwe hinek ji jiyana hevalekî xwe û hinek jî fîktîfa bi dest û hişê xwe berhema xwe ya bi navê “Êşên Wertherê Ciwan” afirand. Di vê romanê de Wertherê ku ji xirecira bajarê xwe direve û xwe dispêre xwezayê dil dide Lotteyê. Lê belê Lotte destgirtî ye. Lotte pêşniyara Werther napejirîne û bi sedaqet tevdigere. Vê bersiva wê ya neyênî êşa/işqa Werther zêdetir dike. Werther diçe daweta Lotteyê û heta jê re gûstîlk jî distîne. Vegotina Êşa Werther bi riya nameyan tê vegotinê. Bi nameyên di navbera Werther û Wilhelmî de. Di dawiya romanê de Werther debar nake û ji ber vê êşa/işqa xwe ya yekalî xwe dikuje. Ev roman û dawînk bandoreke mezin li der û dora xwe û piranî jî li ser xwendekarên ciwan kir. Şobeyek dest pê kir û ciwan jî li ser rêça Werther çûn. Kincên ku li xwe dikirin di rengê kincên Werther de bûn û heta pirtûkê dixistin berîka xwe û întixar dikirin. Romana Şêrzad Hesenî ya ku ji soranî ji aliyê Besam Mistefayî ve li kurmancî hatiye wergarandin bi hin xalên xwe li ser rê û rêçika şopa Jana Wertherê Goethe ye. Lê ez dikarim bi dilrihetî bêjim ku Jinek Xinanî bi vegotina xwe û bi coşa xwe ji Jana Wertherê Ciwan ne kêmtir e. Roman, bi gotina vebêjer ya “Ev demek e, di ser sî salî re ye ev çîrok di xeyala min de ye. Her carê bi cureyekê dinivîsim… Bi dehên caran min destpêk û dawiya wê guherandiye.” dest pê dike. Bi vê destpêkê baweriya me bi edebiyatê tîne û nîşan dide ku her wekî Tolstoy (ku Herb û Sulha xwe 7 caran ji nû ve nivîsandibû) wî bi xwe jî bi dehan car romana xwe jî nû ve nivîsandiye. Sê heval li ser banekî bilind rûniştine û reqîna wan e vedixwin. Qesabê kalemêr dengê êşa dil dibihîze û ew jî tevlî wan dibe. Di dawiya temenê xwe de tobe û îstixfara xwe xera dike û piyaleyek araqê ji wan dixwaze. Xalê Memo, Vebêjer, Ebe û Şiwan. Şiwan, kurê Xalê Memo ye û wek destbirakê bavê xwe xuya dike. Ji bo qelaştina betan ev bi xwe jî pirr girîng e. Nivîskarên kurd, weke ku lehengê Ez ê Yekî Bikujim û Lehî ya Firat Cewerî Temoyî jî digot her xwe li tiştên mezin qerase dikin. Çi digot Temoyê ku em bibîr bînin: “Ew li ser yên weka min nanivîsin. Ew rewşa min nabînin, piçûk dibînin, xwe li tiştên mezintir radikşînin”. Şêrzad Hesenî, betanê vê nexweşînê qelaştiye û êşa takekesê piçûk nivîsandiye. “Ecêb e, kesek ku di jiyana xwe de wan hemû meh, bizin û çêlekan di nav xwînê bigevizîne, ewqasî û bêtir jî ji bona evîneke hema hema, demkî û tesadufa hewes û şehwetekê; xeyaleke kor û kujer ew hemû xwîn ji dilê wî birije, ew hemû rondik… bi qasî xwîna wan meh, bizin û lawirên ku di jiyana xwe de ser jê kirine.” Vebêjer bi pey çîroka qesabê kalemêr dikeve. Bi wî dide vegotin. Xalê Memo ji ber ciwanî û xweşikiya jinên xinanî dîn dibe, goşt bi erzanî û belaş dide wan. Dizane ku kîjan jin çi difikire û çi dixwaze. Weke lehengê fîlimê “Jin Çi Dixwazin” yê Nancy Meyers e. Vebêjerê ku ew bi xwe jî dilwêran e êşa xwe vedişêre û bi pey êş û rondika qesabê kalemêr dikeve. ... Şêrzad Hesen di Jineke Xinanî de derew û rastiyê bi heqîqet, xeyal û xweziyên dil ve ristiye. Belkî bi vê romanê şobeyek işq û întixarê dest pê neke lewre şobaya kurdan mixabin jixwe mirin û kuştin e, lê belê Jineke Xinanî dê li deriyê dilê xwendekarên xwe bide û tepetepa dilê wan zûtir û zêdetir bike. Hamid Omerî, Taraf Kitap, 12.0102012, kulturname.com Çîrokeke edilandî: Jineke Xinanî Jineke Xinanî bi navlêkirina nivîskarê wê Şêrzad Hesenî, novelek an kûrteromanek e ku bi biryareke di cî de, bi rêya weşanxaneya Avestayê ji teref Besam Mistefayî, ji soranî bo kurmanciyê hatiye wergerandinê. Ez bawer im ku wergerandina berhemên soranî an wêjeya ku li parçeyên din yên Kurdistanê ku bi tîpên erebî têne nivîsandin û em Bakûrî nikarin bixwînin, dê bibe karê weşangeriya Bakûrî yê herî bikêr. Jineke Xinanî şevbihêrkek e ku ji teref ciwanekî di şevbihêrkê de yî di nêçîra çîroka de ye tê nivîsandin. Di gel ku ev ciwan bi xwe û Kalemêrê ku çîroka xwe ji xortan re dibêje: Apê Memo, vê şevbihêrkê bi çîrok an hîkayet binav dikin û bi têbîniya dawiya berhemê Şêrzad Hesen jî berhemê weke çîroka dirêj bi nav dike jî, dîsa li ser berga wê nizanim bê bi kîjan pîvanan roman hatiye nivîsandin. Çîrok di şevekê de, li bajarekî Kurdistana başûr, li ser banê xaniyekî, di bin tava heyvê û çirisîna stêrkan de bi meyvexwarina qesabê kalemêr Apê Memo, lawê wî Şiwan û hevalên lawê wî Ebe û nivîskarê çîrokê, tê gotin. Çîrok bi hawayekî hostayî û modern, bi jana afirandinê a nivîskarekî, bi lêgerîna rêyên vegotinê yên mûnasîb, (û çi tesadûfek lihevhatî û belheq) bi xwesteka rê libergirtina rexneyên axlaqvanên civakî dest pê dike. Şevbihêrk bi laqirdiyan û meyvexwarinê hêdî hêdî germ dibe. Bi vê mahnê em lehengên xwe, sedema hatina wan ya ba hev, atmosfera vegotinê û sedema qalkirina vebêjerê esil: Qesabê kalemêr nas dikin. Em dikarin vebêjerên Jineke Xinanî bi şemayeke sade wanî xêz bikin: »Vebêjerên Jineke Xinanî2 Weke ku di vê şemayê de jî xwuyaye yê ku çîrokê dibêje Qesabê kalemêr e û yê ku çîroka wî dawîkê nivîsî ye jî ciwanê di şevbihêrka wî de ye. De baş e, lê Şêrzad Hesen li kuderêya vê meseleyê ye? Şêrzad Hesen kesê ku Nivîskarê Ciwan û Qesabê kalemêr afirandiye û ê ku ev pevxistin avakiriye ye an ku muhendisê Jineke Xinanîyê ye. Gelo Nivîskarê Ciwan û Şêrzad Hesen di bin bandora Qesabê kalemêr dene, yan jî Qesabê kalemêr di bin bandora wan de ye? Ku em li gor metin pê de herin, Qesabî gellekî bandor li Nivîskarê Ciwan kirî ye, jixwe ku bandor lê nekiribûna çîroka wî nedinivîsî. Lê li Şêrad Hesen? Bersiva vê pirsê niha bera hebekî bimîne. Dîsa li gor metin, tu bandoreke mezinî ku Nivîskarê Ciwan li Qesabî kiribe nexwiya ye. Li gor diyalektîka nivîsê-vegotinê, ji bo her metnî di navbera nivîskar, nivîskarê di metinî de û vebêjerên metinî hewceyî bi hevbeşiyeke li ser reddiye an teswîba hîs û ramanan divê. Jixwe ku ne wilo bûna, wê çîrok û roman ji vaz, şîret û çîrên devbikef pê ve ne tiştekî din bûna. Nivîskar, di şûna mehkûmkirin an pesinandina lehenga li pey fêmkirina wan in. Orhan Pamuk di kitaba xwe ya bi navê Saf ve Düşünceli Romancı de dibê: Him di derheqê rêyên ku leheng pê radibinûrûdinin û tevgerên wan, em bi dadkirineke exlaqî biryaran didin, him jî ji ber awayê exlaqê lehengên wî em nivîskar didarizênin. Di romanê de yeqînên axlaqî çiravek e ku mirov nikare xwe jê xelas bike. Em ji bîr nekin ku hûnera romanê, ne bi darizandina însanan, bi fêmkirina wan, encamên herî geş dide û em pirr xwe nespêrin hêla vî aqilê xwe. (23) Ketina Nav Hevî Civaka Qesab, Civaka Ciwanên Di Şevbihêrkê De û Civaka Roja Me Heta ku şevbihêrk germ û sohbet tîr dibe bi meselokên miraqşiyarker ciyê meseleya mezin, ku nivîskarê hevalê lawê Memo li dû ye, tê çêkirin. Bi meselokên beriya derba mezin (çîroka dirankişandina Leylayê), em hin rengê civaka ku tê de dijîn jî nas dikin; a rastir, rengên civaka ciwaniya Memoyê qesab, ku çîroka wî jî piştî sî salî mêvanê wî yî ciwan ji me re qal dike. Apê Memo wê civakê wiha terîf dike? Ger herdu destên jinekê bi rûtî yan gûzeka herdu piyên wê derketa, oho cejna hemû mêrên wê navê bû. Çi mêrên birçî û çavlider hebûna, dilê wan hildiweşiya. Rast e, ji Xwedêtirs zehf bûn, lê piraniya me di qedeheke avê de melevanî dikirin[….]. Heya şeva perdeyê, te nedizanî bûk çi reng e, tu û nesîbê xwe![….] Bi rastî wiha bû. Carna dibû ji dêlva bûkê xwişka wê ya mezin li zava bar dikirin bêyî ku bizanibe jî. (30) Mirov dikare di derheqê civaka ciwaniya Qesabê kalemêr, civaka di rojên ku ev şevbihêrk li dar ketiye û civaka ku îro Şêrzad Hesen û em tev de tê de dijîn jî bi şemayekê terîf bike: »Şemaya tarîfkirinê Di navbera van civakan de tiştên ku hatine guhertin jî hene û ên ku hîna di ciyê xwe de ne jî hene, hêlên van civakan yên hevbeş û rengên wan yên ji hev cihê jî hene. Hin tişt dibe ku di van cîvakan hemûyan an di diduyan ji wan an jî di hersêyan de jî hebin an tune bin. Jixwe Apê Memo; “Welle hûn bi namûs in. Gellekî bi min ecêb tê ku vêga dibînim keç û jin nîvtazî ne û hûn jî giran û aram li wan dinêrin, balkêş e hûn xwe navêjin ser wan” (31) bi van gotinên xwe rê me dide ku gellek guhertin di civaka xortaniya wî û roja ku van gotinan ji ciwanan re dike çê bûne û civaka me ya îro jî jixwe li ber çavan e. Ez bawer im ku wê ew atmosfera ku Apê Memo qal dike ji gellekên me re nas bê û gellek çîrokên bi meseleyên di vî rengî de ku me lê guhdarî kirine, wê di çala bîra me de serî hildin û qelebalixiyê bikin. Ku meseleyên serhildêr di bîra me de peyde nebin jî, bihêlin, hewceyî bi wan nîn e jixwe; civaka ciwaniya Qesabê Kalemêr ev civak e, bajar ew bajar e, demûdewran ewê ku tê vegotin e. Em mecbûr in ku pê bawer bin û tu heq û hiqûq, teorî û pîvanên edebiyatê, hetta ên dîrokê, felsefeyê û sosyolojiyê destûrê nadin me ku em wî derewkar derxin. Di bin Siya Kîjan Teoriyên Rexneyî Berhem Dikare Bighê Wateyekê Weke ku gellekên me (kesên ku bi xwendin û nivîsandinê dadikevin) dizanin ku pirr awayên xwendinê hene. Xwendinên psîkolojîk, ên sosyolojîk, Marksîst, feminîst, ekolojîst, post-kolonyal hwd. ji bo biwatekirina metnekî dikarin rê ya meriv rohnî bikin. Lê her metin ji bo tetbîqkirina her teoriyê ne misaîd e, a rasttir meriv nikare bi çeplê tekstan bigre û wan bajo ber şûrên teoriyekê. Em mecbûr in ku ji amûrên di tekstê de derkevine rê û şirove û jêderên xwe bi wan rêk û pêk bikin. Bera ev gotina min neyê wateya ku dinya li dervê metin, jiyan û serpêhatiyên nivîskar bêne paşgûh kirin. Ku em karibin peyvendekê di navbera wan de deynin, wê gotinên me bi kêrî fahmkirina tiştekî bên. Şêrzad Hesen di vê berhemê de rexneyeke îronîk û tûj li hin têkiliyên civakê dike. Civakek ku ne jin ne jî mêr tê de dikarin hestên xwe bijîn, civakek ku jinê wê ji teref mêran ve hatine hepis kirin û bi tenê li zikakên bajarên wê hew mêr dikarin bi dilê xwe bigerin. Mêrên vê civakê ji ber hepiskirina jinan, xwe jî li kolanan hepis kirine û di lêgerînên reva ji hevsa xwe de ne ber bi hevsa jinan de. Di vê civakê de Jin terîfa mêran e; bê ziman e, bê mal e, bê hest e, mihtac e, mêr bê çi “jin” ew e. Zilamê vê civakê dema çav li “jineke azad” dikeve (Memo nemisilmanbûn û erebbûna Leylayê dawîkê fêm dike, tesîr tesîra cil û berg û tevgerê ye) , ji cilên xwe, ji karên xwe hetta ji bajarên xwe fedî dike. Dikare ji bo dîtina wê here diranê xwe yî spîsax ji kokê de rake û diranên din jî li dû wê feda bike. Jinên wan zilaman li malê li bendî wan in, dest ji xwezaya însanetiya xwe berdane, bi terîfa zilêm bûne “bermalî”. Belê jin li ber malê ne, ji ber wê jî mêr li kolanan û sûkan çavbirçî, bi xweziya derketina ji vê dafikê di nêçîrê de ne. Gotinên ku Şêrzad Hesen bi Qesabê kalemêr dide gotin (“ Ji wan keçan jî hez dikim ku hisabê min bi tiştekî nakin” (17), “ Em mêr ji tuxmekî hov in […]Ewqasî bêhiş û mêjî ne, jin ne ji tuxmê me ne, mirovine din in” (40), “Ez qenc zanim ku ne zilamekî baş û hêsan im. Xeyala min, xûyên min xirab in. Dizanim ku cîhê min ne bihuşt e.[…] Dilekî min ê hîç û qehpe heye” (52) hwd.), û xêzkirina nakokî û rebeniya wî, rê me dide ku tîpolojiyên mîna Qesabê kalemêr bandor li Şêrzad Hesenî kirine, gellekî bala wî kişandiye û Şêrzad têr henekê xwe bi vê tîpolojiyê kiriye, lê ew fêm jî kirine. Ez bawer im ku tu kesê ev berhem xwendiye, xweziya xwe bi Qesabê kalemêr neaniye, li dijî wê; Qesabê kalemêr ya ew pirr qeherandiye yan jî gellekî ew kenandiye, îdealîzekirin ku hebe dijî tîpolojiya Qesabî ye. Pevxistin Bi Dizî Dikeve Nav Rastiyê Di heman berhemê de Orhan Pamuk qala, ji teref xwendevên ve tevlîhevkirina jiyana nivîskaran û lehengên wan dike. Dibê hevalekî min yê profesor yê ku car caran em li ser van meseleyan dipeyivîn hebû. Em bi hev re li Nişantaşıyê, li kûçeyên ku romana min lê derbas dibû dimeşiyan. Min gazinên xwe yên, di derheqê piştî derketina romana min Masumiyet Müzesi yê de, ku gellek kesan ji min dipirsî “Gelo tu Kemalî Orhan beg?” jê re digo (Kemal lehengek e di vê romana wî de). Em li zikakên Nişantaşıyê dimeşiyan û li ser teksta Foucault “Nivîskar Çi ye?”, têgînên xwendekarê îdeal û xwendekarê ku tê îma kirin dipeyivîn, me Umberto Eco bi bîr dianî. Me gilî û gazinên xwe bi hev dikirin. Hevalê min yê kevn, li Mizgefta Teşvikiyeyê li ber deriyê apartmanekê sekinî. Ez jî bi wî re sekinîm, bi çavên tije pirs min lê nêrî. “ Min go qey tê herî malê” ji min re got. “ Ezê herim malê, lê ma mala min ne li vir e…” min got. “Tu berra dibê?” go hevalê min yê profesor. “ Ji romana te min fêm kir ku lehengê te Kemal bi diya xwe re li vir dima” go bi bişirandina bi şaşiya xwe re. “Herhal wextê ku min dixwend bêhayê xwe ezê fikirî bim ku te û diya xwe jî bar kiribe vê derê…” (37) Dafikên ku Şêrzad Hesen di nav çîrokê de danîne wisa xwiya ye ku gellekî hêjan in. Vebêjerê me Nivîskarê ciwan dibê: “Her tiştê ku vedibêjim bi derew û rastiyê, bi heqîqet, xeyal û xweziyên dilê min tije ye” (16). Belê tekst 72 rûpel e (ku em rûpelên di serî ên vala hisab nekin), hebekî kin e, lê ji bo psîkolojiyê, femînizmê û naratolojiyê têra xwe amûran vedihevîne. Hesenê Dewrêş, www.kulturname.com, 12.04.2012


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: