Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

biyanî

 albert camus

 

 avesta


 2012


 kurmancî

 fransî

 160

 roman

 2014.12.07 09:00

 simurg56

 Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe. Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê. Lehengê romanê jiyanek bê mane, bê wate dijî û di bajarê xwe de, di mala xwe de, bi diya xwe û bi dostika xwe re, xerîb û biyanî ye. Di wateya pêwendiyên bi derve re nagihîje û valahiyeke mezin di can û giyanê wî de peyda dibe. Lehengê romanê dinyayê bê wate dibîne lê ji vê bêwatebûnê nareve, li mirinê an li xwekuştinê nagere. Hêviya tu bihuştê û tirsa tu xwedayî nêzîkî dilê wî nabe û heta roja dawîn ji temenê xwe, ji wê pelepûçiyê hez dike û bê bawerî li bendî kêliya xwe ya dawîn dimîne. Wergerek serkeftî Wergerek serkeftî Mînaka duyemîn a ji wergerek baş ji hêla Fawaz Husên ve ji Albert Camus “Biyanî” ye. Biyanî romanek felsefîk e, ziman zor e. Bi salan berê bi tirkî xwendina mina “Biyanî” gelek bi zehmet bû; ez baş tênegihîstibûm, min jê hez nekiribû. Niha Fawaz Husên bi kurdiyek gelek xweşik û herikbar ev berhem wergerandiye kurdî. Bi kêfxwesî di du rojan de min xwend û qedand û ji vê berhemê hez kir. Ez dixwazim wergerek Fawaz Husên a din mînak bidim. Ew jî klasîkek zarokan e ji nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupèry “Mirzayê Picûk” e. Ez panzdeh salî bûm min bi zimanî tirkî xwendibû û niha ez çi salî me, bi kêf û ços wekî zarokek, ciwanek lê bi zimanî xwe xwend. Bi rastî bi qasî ku tê bîra min wergera tirkî û ya niha bi kurdî min xwend da berhev a kurdî hê serkeftiye. Mîna ku di “Biyanî” ya Camus de ziman gelek delal û zelal diherike. Ev her du berhemên werger ên ji hêla Fawaz Husên ve hatin wergerandin çima, ji bo çi serketî ne ? Bi ya min, Fawaz Husên a yekem hakimê berhemên ku wergerandine ye; ji navaroka berhemê tevgeriye û wergerandiye. A ya duyem di pirtûkan de jî hatiye eşkere kirin ku werger ji zimanî berheman a resen hatiye wergerandin. Kazim Polat, Diyarname. 13.08. 2012


biyanî - Tirşik

biyanî


1. peyveke kurmancî. tê wateya xerîb, mirove ji welatekî xerîb. yan jî ecnebî*
bi tirkî: yabancı
bi ingilîzî: foreigner

*ji ber ku ecnebî peyveke erebîye û tê wateya "ehlê cunûb" zêde keyfa min jê re nayê.



2. li biyanistanan dijîn.. eger xerîb be li xerîbî û xurbetê dijîn.. di fîlmên western de kes hej van nake.. ya rast di tu fÎlman de kes hej biyaniyan nake.. ji ber her biyaniyek bivê nevê cih li binecihê cihê ku lê dijî teng dike.. û bi qewlê stranekî meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e.. ne wilo xezal?



3. navê pirtûka albert camus



5. nivîsa serê pirtûkê pirr têsîr li min kiribû ji ber ku min tirkî xwendibû naxwazim li vir binivîsim..



7. navê pirtûkeke rind ya Albert Camus û fîlmeke nerind ya zeki demirkubuz e.



8. ew ji hêla fawaz hûsên ve hatiye wergerandin û pirr baş jî hatiye wergerandin. min berê xwendibû, lê xwendina bi kurdî, bi wergerka wiha re, hîn xweştir bû.



10. pirtûkê ku xwedî felsefekî fonksiyonel e.

bi min re ramanekî wusa çêbûye ku heke yekî/ê vê pirtûkê bixwîne û îlhamê ji vê bigre, êdî fobî ya sosyal jê re heram e. lewra, pirtûk bi awayekî efsûnî nîşan dide ku ji ber mirin heye jiyan fenomenekî absûrt e; em ê tew rojekî bimirin û ne xem e ku ev roj îroj be an jî siba. bi vê maneda, dema ku yekî/ê li civînekî de axaftinekî giring (wek ya teslîm kirina tezê zanîngehan) pêşkeş bike û vêgavê vê felsefeyê absûrtî ya jiyanê bêne bîra xwe, bibêjê "heylo, dibe ku tu yê çendek şûnde bimirî, çi giringîya wan kesên ku te temaşe dikin heye ka bi dilêkî rihet xwe îfade bike" wêca wî/wê peyivînekî serketî derpêş bike.

ev ê jî fantazîyekî min ê bikêr e ku bestê xwe ji vê pirtûkê digre.



12. pirtûka biyanî li dora ramana absurdê digere. ew beşê pêşî ji dîtinên albert camus li ser mirov û li ser bêwateyiya dinyayê bi gewde dike. lehengê pirtûkê bêyî ku bizanibe, jiyaneke bêwate dijî. lê rojekê, gava pirsa "çima?" ji xwe dipirse. ew bi rastiya vê bêwateyiya jî dihese. bersiva vê pirsê rastiyeke mezin di rûyê wî de vedike û wisa jî valahiyeke mezin di nava wî de peyda dibe. lê ev mirovê han ji qedera xwe nareve û bi ser de jî ew bêtir ji jiyana pûç hez dike. ji ber ku ew bi ser rastiya tiştan ve dibe. ew dibe mirovekî biyanî. di mala xwe de. di bajarê xwe de ew xwe kesekî biyanî û bêpêwendî dibîne.



13. Bi wergerandina fawaz husên di sala 1995 an de ji Weşanên nûdem çap bûye!



14. navê wergera pirtûka (bnr: Albert Camus) ye ku van rojan dixwînim. Lê nizanim piştî xwendina Wergera Tirkî ya Kurdî wergera Fawaz Husên ya ji weşanên Nûdemê ji min ra xweş nehat :( Hin hevok gelekî çêkirî bûn. ya rastî li gorî bêriya 20 salan ev tişteke gelekî baş e, lê mizabin weke min gotî, ez neketim nava çîroka ya Kurdî :/



15. Nenas, xerîb



16. Pirtûka Albert Camusî ya bi navê biyanî yek ji girîngtirîn pirtûkên sedsala 20em û yek ji kevirên bingehîn ên tevgera absurdîzmê ye. Berîya ku hûn ji pirtûkê fêm bikin divê di serî de hûn dînamîkên tevgera absurdîzmê baş bizanin. Ger ez ji bo xwe bibêjim min vê pirtûkê di 15 salîya xwe de xwend lê di 19 saliya xwe de min vê pirtûkê fêm kir. Pirtûk ji aliyê albert camus ve di sala 1942an de hatiye nivîsîn. Di 1957an de jî xelata Nobelê stendîye. Albert Camus piştî rudyard kipling ciwantirîn kes e ku vê xelatê stendîye. Mixabin Camus piştî sê sal ji ser xelatê derbas dibe, di qezayekî de dimire. Roman bi perspektîfa lehengê sereke yê pirtûkê ango ji çavê Meursaultî ve bûyerên balkêş ên jiyana wî tê berçavkirin. Meursault li cezayîrê memûrek e. Jiyana wî gelek ketober û rûtîn e. Li tazîya dayîka xwe de keçikek nas dike. Navê keçikê Maria ye. Ew dibin Xoşewîst lê meursault yeqîn dike ku ji hez nake. Di pirtûkê de jiyana Meursault-î, bûyerên balkêş ên jiyana wî tê behs kirin. Ew li gor civaka xwe mirovek anormal (!) e. Bûyerên girîng tesîrê wî nake, li ber tevgeran gelek sekan e û dengê xwe zû bi tiştanan ve nayne. Dayîka wî dimire, tiştek hest nake, tê binçavkirin ne xema wî ye. Meursault mirovek wisa ye. Dema li dadgehê mirina dayîka wî tê pirsîn, bersivek gelek absurd dide. "Îro dayîka min mir, an jî doh bû. nizanim..." Di vir de, nêrîna absurdîzmê derdikeve pêşiya me. Absurdîzm ew tevger e ku dibêje jiyan di eslê xwe de bê wate ye. Hebûna me nebûna me heman e. Çi girîngiya mirovan tune ye û ew jî wekî zindiyên din in. Ji ber vê yekê jî mirov divê qebûl bike ku li ber jiyanê ti nirxa wî tune ye û her wiha ti wateya jiyanê jî tune ye. Nêrîn û tevgerên Meursault jî yek bi yek zagonên absurdîzmê şanî me didin. Ji bo wê jiyan ji bo Meursault, ketober û çawalêhato ye. Meursault gelek caran li dij normên civakê xwe derdikeve û ya xwe dike. Bi hişmendiya xwe jiyana xwe bi rêve dibe û li gor wî çi rast be wî dike. Li ber bûyeran guhnedêr e. Piştî cihekî ev taybetmendiyên wî yên karakterî serî wî dixe belayê. Ew bi bûyerên li ser hev û tesadufî dike ku yekî bikuje û derkeve ber dadgehê. Eva bûyer in jî di pirtûkê de bi saya zagonên absurdîzmê yên bingehîn ve gelek baş tê vegotin.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 83.5
pûanê bide pirtûkê: